Li Efrînê ya ku ji 2018’an ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye revandina welatiyan bê navber dewam dike.
Li gorî nûçeya ANHA’yê; çavkaniyek xwecih diyar kir ku MÎT’a Tirk û çeteyên wê yên navê polîsên leşkerî li xwe dikirin roja 22’yê vê Tîrmehê welatiyê bi navê Mihemed Îzet Koçer ê ji bajarê Cindirêsê revand.
Li gorî heman çavkanî, çeteyên ’Sultan Silêman Şah’, ’Emşat’ û ’Hemzat’ 24’ê Tîrmehê welatiyê bi navê Îsa Xelef ê 55 salî jî revand.
Çavkanî diyar kir ku Îsa Xelef ji gundê Ziyaretê ye, bi hinceta ku pezê xwe li nêzî baregeha çeteyan diçêrîne li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê hat revandin.