Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku hewldana çeteyan a ketina 3 gundên kantonê têk birine.
Di daxuyaniya navendê de hate gotin: “Çeteyên dewleta Tirk a dagirker barbanga îro hewl da bikevin gundê El Cerad, Ereb Hesen û Mehsenlî yên li bakurê rojavayê kantona Minbicê.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê tevgera çeteyan şopand û şer derket. Di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.”