Li Çewlîgê ku li herêmeke bi rîska erdhejê ye, amadekariyeke erdhejê ya xurt nîne. Li bajêr ku ji bo avahiyên xisareke giran li wan bûye gaveke şênber nayê avêtin. Her wiha talankirina ekolojîk û destûra ji bo lêkirina avahiyan li qadên çem û rûbaran rîskê zêde dike.
Di ser erdheja 2023’an re du sal û nîv derbas bûn ku bi hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan, bi milyonan mirov jî neçar man koç bikin. Di nava dema derbasbûyî de li gelek bajaran têkildarî erdhejeke gengaz karên teknîkî û kontrolê hatin kirin. Ev kar li gelek bajaran kêm man. Li Çewlîkê amadekariyek nîne ku vê rîskê pêşwazî bike ku Çewlîg li gorî pisporan di rêza destpêkê ya herêma erdhejê de ye. Li bajêr avahiyên kevn û bi hezaran avahiyên xisareke giran li wan bûye, hene. AFAD û walîtî tenê konteyner û konan weke amadekariya erdhejê dibînin. Gavên veguherînê yên nehatine avêtinê fikarên gel hîn zêde dike. Rewşa dawî ya hin avahiyên li navenda bajêr rîskên ku di erdhejê de rû bidin radixin pêş çavan.
KÊMASIYÊN CIDÎ HENE
Nûnerê Bajarê Çewlîgê yê Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) Ayetûllah Keskîn amadekariyên erdhejê û rîskên wê yên li bajêr ji ANF’ê re nirxand û anî ziman ku li bajêr hem ji aliyê fîzîkî hem jî ji aliyê psîkolojîk ve kêmasiyên cidî hene. Ayetûllah Keskîn got, “Li Çewlîgê ku li ser nuqteya gihîştina hev a xetên Anatolî ya Bakur û Anatolî ya Rojhilat e, gelekî gengaz e ku di asta navîn û mezin de erdhej lê biqewime. Lê belê nikarim bibêjim ku bajarê me di vê mijarê de bi temamî amade ye.”
Keskîn ragihand ku piştî erdheja Çewlîgê ya 2003’an li hin avahiyên cemaweriyê karê bihêzkirinê hate kirin, lê belê piraniya avahiyên li bajêr ji avahiyên kevn pêk tê. Keskîn got, “Li taxa Kultur û herêma Ûydûkentê, xizmeta endezyariyê li avahiyan hate kirin, lê belê li qadên weke taxa Saray, Herêma Temel Yapi û Maden Sokakê karê nûkirinê gelekî kêm ma. Qala projeyên avahiyên civakî tê kirin, lê mixabin bi cih nayê anîn.”
GEL XWE EWLE NABÎNE
Keskîn diyar kir ku avahiyên ji aliyê TOKÎ ve hatine çêkirin ji ber ku bi buhayekî gelekî zêde têne firotin, gel nikare bikire û got, “Ev rewş dibe sedem ku şêniyên herêmê xwe ewle nebînin. Li navenda bajêr bi xwe jî karê nûkirinê gelekî hêdî tê meşandin. Li herêmên bejahî rewş hîn xerab e.”
Keskîn diyar kir ku li bajêr AFAD, Kizilay û hin saziyên civakî yên sivîl dem bi dem karê agahdarkirinê û tetbîqatê dikin lê belê ev daîmî nîne. Keskîn got, “Hevkariya rêveberiya xwecihî, saziyên civakî yên sivîl û zanîngehan gelekî lawaz e. Divê Zanîngeha Bîngolê di vê mijarê de bi roleke hîn çalak rabe. Li qadên lojîstîk, stargeh, tenduristî û ragihandinê de planeke me ya afetê ya koordîneyî hîn nîne. Ji bo amadekariyeke rasteqîn divê îradeyeke xurt bê nîşandan.”
XISARA EKOLOJÎK ZEMÎNÊ XERA DIKE
Keskîn anî ziman ku lêgerînên madenê yên salên dawî zêde bûn, bi projeyên HES û GES’ê re birîna daran bandoreke neyînî li stabîlîteya zemînê dike û hişyarî da ku ev rewş dikare piştî erdhejê rîska afeteke duyemîn bi xwe re bîne.