Duşem, 16 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê: Rapora pêşnûmeyê neqediyaye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Ji bo qonaxa duyemîn divê derfet bên afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna 6’an a koma nivîsandinê bi dawî bû: ‘Xebat dewam dikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberê bajarê Rihayê yê DEM Partiyê Aslan hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma nivîsandinê ya Komîsyona Meclîsê li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pinar Sakik Tekîn: Girtiyên nexweş bi zanabûn ber bi mirinê ve tên hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Di çalakiya Mexmûrê de Komploya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Berfîn Saîn jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokeşîrên Şengalê: Her cûre leşkerîkirin û ferzkirina şer a li ser Şengalê red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ranye li ser Roja Zimanê Dayikê semîner hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Goran kongreya xwe lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Divê em berê xwe bidin Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rapora TJA’yê: Êrîşên li ser Rojava mîmariya tundiyeke plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî: Çavê gelên bindest li azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin dest bi amadekariyên 8’ê Adarê dikin: Em bi berxwedanê xwe bi rêxistin dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa jinan a li Bogotayê bi çalakiyên çandî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan Ragihand ku Tora Berxwedana Gerdûnî Ava Kirine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bogotayê konferansa jinan ber bi dawiyê ve diçe: Deklarasyon tê pêşkêşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Çîçek: Em ê faşîzmê ji ser xaka xwe biavêjin
Rojane

Çîçek: Em ê faşîzmê ji ser xaka xwe biavêjin

Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek got, "Em bi qirkirineke dîrokî re rû bi rû ne. Civak ya wê ji aliyê bloka faşîst ve bi rengekî mayinde teslîm bê girtin, ya jî em ê faşîzmê teslîm bigirin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê weke dewamiya nêzîkatiya înkarê ya dewletê bê fêhmkirin.

Cengîz Çîçek anî ziman ku sîstema înkar û îmhayê ya dewletê niha bi destê desthilatdariya AKP-MHP’ê tê meşandin, li aliyê din jî bi rengekî taybet êriş li ser Tevgera Azadiyê ya Kurd tê kirin û got, “Ji ber ku yên dewletê bi rê ve dibin û desthilatedariya heyî vê yekê baş zanin; her ku têkoşîna demokratîk a gelê Kurd mezin û civakî dibe, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd tê ferzkirin. Li aliyê din jî muxalefeta Kurd a civakî di heman demê de li hemberî pirsgirêkên jinê, pirsgirêkên kedê, li hemberî hemû pirsgirêkan muxalefeta civakî jî mezin dike.”

ÊRIŞEKE QIRKER E

Çîçek anî ziman ku dewlet ji dînamîka têkoşîna civakî ya hevgirtin, veguherîn, guhertin û azadiyê ditirse û got, “Birêz Ocalan lîderekî polîtîk e, aktoreke, lîdereke ku bi milyonan Kurd, bi milyonan mirov li Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê wî dipejirînin. Lewma tecrîda heyî ya ku li ser wî tê ferzkirin ne tenê li ser bedena Ocalan e, ne tenê li ser şexsê wî ye. Divê tecrîd weke êrişeke qirker û dewletê ya li dijî nirxên têkoşînê, xeta têkoşînê û têkoşîna pratîkê ya bi pêşengiya Ocalan bê nirxandin.”

Çîçek diyar kir ku têkildarî bandora tecrîdê raya giştî ya Tirkiyeyê bi têrkerî nehatiye zanekirin û bi bîr xist ku siyaseta demokratîk a Kurd ji ber vê yekê di nava xwerexnekirinê de ye.

Di dewama axaftina xwe de Cengîz Çîçek işaret bi girîngiya danîna têkiliya navbera tecrîd û pirsgirêkên civakî kir û got, “Danîna têkiliya tecrîdê bi pirsgirêkên civakî, fêhmkirina girîngiya azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan divê teng neyê dîtin. Aliyekî vê meseleyê jî bi vî rengî ye: Birêz Ocalan û pirsgirêka statuya gelê Kurd, pirsgirêka azadiyê li vê xakê hîn jî pirsgirêkeke welê ye berdêl jê re divê. Ev aliyekî meseleyê ye. Ez bi xwe ji vê yekê bawer dikim; azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan û bi azadiya wî ya fîzîkî re nîqaşkirina pirsgirêka Kurd li qada cemaweriyê, her wiha danîna bingeheke çareseriya demokratîk, ji aliyê gelek hêz û kesayetên dijberê sîstemê ve ji aliyê teorî ve tê pejirandin. Lê belê di asta tê xwestin de têkoşîn nayê mezinkirin û encam nayê wergirtin.”

‘DIVÊ HELWESTA ERÊNÎ YA CHP’Ê BÊ XURTKIRIN

Hevberdevkê HDK’ê helwesta û nerazîbûna muxalefetê bi taybetî ya Partiya Gel a Komarê (CHP) a têkildarî desteserkirina şaredariya Colemêrgê nirxand û got, “Nerazîbûna CHP’ê a têkildarî qeyûm bû xwedî bandor ku li rojavayê welêt nerazîbûna civakê rû bide. Em vê pozîsyona CHP’ê hêja û girîng dibînin. Divê bê xurtkirin. Dengê ku CHP niha li hemberî darbeyên qeyûm ên li Wan û Colemêrgê bilind dike, di nava sîstema heyî ya têkiliyên siyasî de şikestinek pêk anî. Li aliyê bloka faşîst şikestina neyînî, li aliyê têkoşîna demokratîk a civakî jî şikestina erênî pêk anî. Atmosfereke erênî diafirîne. Di heman demê de serdana gelek komên têkoşînê yên cuda li Kurdistanê, serdana piştevaniyê ya li deverên darbeya qeyûm lê hate kirin, tevlîbûna li karên rêxistinî, çalakiya nobedê ya li Stenbolê ji aliyê hêzên ked, demokrasî û aştiyê ya li dijî darbeya qeyûm, nîşaneya guhertinekê ye. Ev guhertin ne tenê têkildarî meseleya Kurd e. Nîşaneya wê yekê ye ku hemû komên siyasî û partî nema dikarin xwe li pratîka desthilatedariyê ya 20 salan a desthilatdariya AKP-MHP’ê rabin. Ji niha û pê ve her êrişa li dijî Kurdan, li dijî komên civakî, partiyên siyasî yên dûrî AKP’ê, her darbe û hewldaneke tasfiyekirinê wê bi me hemûyan bide windakirin. Bi dîtina min ev mijar tê fêhmkirin. Eger li dijî darbeya faşîst a bi rengê sivîl a AKP’ê îro tiştek neyê kirin, deng neyê bilindkirin, bend neyê danîn, wê gef li ser me hemûyan be. Êdî her kes neçar e ku li hev bicive û bi pirsgirêkên hev re eleqedar bibe.”

ŞÊWEYÊN NÛ YÊN TÊKOŞÎNÊ

Cengîz Çîçek şêweyên piştevaniyê yên ji bo şaredariya Colemêrgê bi vî rengî nirxand, “Faşîzma AKP-MHP’ê ji bo me hemûyan pirsgirêk e û divê em êdî rê nedin. Dema ku ji vî alî ve em binirxînin, em bi helwesteke dîrokî re rû bi rû ne. Li Tirkiyeyê qada têkoşîna civakî û siyasî di nava lêgerîneke nû de ye.”

Cengîz Çîçek anî ziman ku divê karên li dijî AKP’ê bêne kirin divê bi rêk û pêk bêne nîqaşkirin, bi rengekî plankirî bê amadekirin, xeteke têkoşînê ya pratîkî bê danîn û got, “Divê êdî kesek xwe li vî halê me ranegire. Dibe ku em ji hev cuda bin, dibe ku fikarên me jî hebin lê belê dawiya dawî encam bi vî rengî ye; ev civak ya wê ji aliyê bloka faşîst ve bi rengekî mayinde bê teslîmgirtin, ya jî bi rastî em ê vê faşîzmê teslîm bigirin û faşîzmê ji xaka xwe biavêjin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Bêhna zembûrê ji çiyê tê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Doza Kobanê ya duyemîn destpê kir

Rûniştina destpêkê ya ‘Doza Kobanê ya Duyemîn’ ku derbarê 5 parlamenterên berê yên HDP’ê hatiye…

Ji aliyê Stêrk TV

Nasnameya şehîdên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd hate eşkerekirin

Fermadariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di êrîşên li ser Eşrefiyê û Şêxmeqsûd de du…

Ji aliyê Stêrk TV

Gerîlayan ji bo çareseriya demokratîk pêngaveke dîrokî avêt

Ji bo derbasbûna qonaxa duyemîn a pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk li Binarê Qendîlê pêngaveke…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê: Rapora pêşnûmeyê neqediyaye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêber Apo: Ji bo qonaxa duyemîn divê derfet bên afirandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Civîna 6’an a koma nivîsandinê bi dawî bû: ‘Xebat dewam dikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêveberê bajarê Rihayê yê DEM Partiyê Aslan hate girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?