Serokê Giştî yê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmed Tûrhalli bi wesîleya salvegera berxwedana bi pêşengiya Şêx Seîd ji ANF’ê re axivî. Tûrhalli bi bîr xist ku berxwedan di 13’ê Sibata 1925’an de ji ber provokasyonekê bêyî amadekariyê destpê kir û got, “AZADÎ di çarçoveya plansaziya ji bo azadiya Kurdistanê de bi pêşengiya Şêx Seîd kar dikir. Li gorî vê yekê hatibû plankirin ku di mehên Gulan/Hezîranê de raperîn destpê bike. Kar bi vê armancê dihate kirin. Şêx Seîd ji bo azadiya Kurdistanê di nava rêxistiniyekê de bû. Dijminên Kurdan jî ji bo vê serhildanê têk bibin, ji bo bê amadekarî zevt bikin li pey provokasyonê bûn. Dewleta Tirk jî bi vî rengî plansaziyek kiribû. Şêx Seîd ji bo eşîrên Kurd, rûspiyên Kurd tevlî vê serhildanê bike û amade bike meha Sibatê hatibû navçeya Pîranê ya Amedê. Dewleta Tirk jî li Kurdistanê û Anatoliyê hewl dida li ser bingeha nijadperestiya Tirk miletekî nû ava bike ku rastiyeke xwe ya dîrokî nîne. Ji dewletên Ewropayê jî piştgirî wergirtibû û bi wan re di nava têkiliyê de bû. Di nava van şert û mercan de karên Şêx Seîd gav bi gav dihate şopandin. Tabûrek leşker şand cihê ku Şêx Seîd lê bû, bi vî rengî serhildanê bêyî amadekariyê destpê kir. Berxwedana neteweyî ya Kurdan a sala 1925’an bi vî rengî destpê kir.”
‘WEKE PAŞVERÛYEKÎ NÎŞANÎ CÎHANÊ DAN’
Tûrhalli anî ziman ku Şêx Seîd dema dîl hate girtin, heyeta dadgehê hewl da Şêx Seîd îqna bike ku doza wî ne doza Kurdistanê ye û got, “Soz dan wî ku eger bibêje ji bo vegerandina Xelîfetiyê wî serî hildaye, wê bê efûkirin. Heman sozê didin rûspiyên din ên Kurdan. Dixwazin rengekî cuda bidin têkoşîneke ku ji bo mafên gelê Kurd hate meşandin. Nedixwestin ku navê Kurdan bê bikaranîn. Li gel vê yekê ji dewletên Ewropayê re jî digotin, ‘Binihêrin ev dixwazin xelîfetiyê bînin, xelîfetî jî paşverûtî ye’. Bi vî rengî Kurd nîşanî dewletên rojavayî didan. Yanî ji wan re gotin, ev pavşerû ne, em ê wan tune bikin, hûn jî bêdeng bimînin. Ev yek ji bo Kurdan derseke mezin e.”
Tûrhalli diyar kir ku meha Sibatê ji bo Kurdan meheke reş e, Komploya Navneteweyî jî di vê mehê de hate kirin ku ev yek rasthatin nîne û got, “Kurdan piştî demeke dirêj bi rêbertiya Birêz Ocalan dest bi têkoşîneke neteweyî kirin. Dewleta Kemalîst di 15’ê Sibata 1999’an de piştgiriyeke xurt ji dewletên rojavayî wergirt; ji Rêberê Gelê Kurd re li cîhanê cihekî lê bistirê nehiştin. Qadeke jiyanê ji rêberê gelekî herî kevn ê cîhanê re nehiştin. Ji ber vê yekê divê gelê me vê yekê baş bibîne û li gorî wê jî xwedî li rêber û doza xwe derkevin. Divê Kurd xwedî li rêberê xwe derkevin. Ji bo azadiya Birêz Ocalan ku lîdertiyê ji têkoşîna neteweyî ya gelê me re dike, divê gelê me yê li Ewropayê tevlî meşa li Kolnê bibe.”