Civîna Lijneya Rêveber û Konseya Hevpar a Teşkîlata Rojhilata Navîn û Herêma Rojavayê Asyayê ya Bajarên Yekbûyî (UCLG-MEWA) li hotêlekê Amedê bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê lidarxistin.
Di civînê de ji ewil Şaredarê Bajarê Mezin a Trabzonê Ahmet Metîn Genç axivî û got ku li gel rêveberiyên herêmî hatine gel hev û têdikoşin. Genç, bertek nîşanî êrişên li dijî Filistîn û Lubnanê da û şermezar kir.
Şaredarê Bajarê El Halîlê yê Filistînê Tayseer Abu Sneneh jî li ser zoomê beşdarî civînê bû û qala komkujiyên li dijî Filistînê û zehmetiyên xelk dikişîne kir. Sneneh, wiha got: “Mirov neçar dimînin ku li derve, di bin bombebaranê de bijîn. Ev zêdetirî saleke li Xezeyê komkujî û qirkirin didome.” Sneneh, ji bo kesên li Filistînê jiyana xwe ji dest dayin xwest deqeyek rêz were girtin. Li ser vê yekê deqeyek rêz hate girtin. Sneneh, piştre got ku destûr nayê dayin biçin derveyî welat lewma tev li civînê nebûye. Sneneh, bi lêv kir ku tevlibûna civînên bi vî rengî ji bo hevkariya rêveberiyên herêmî yên navneteweyî firsendeke.
Sneneh, anî ziman ku xebatên şaredariyan dê bikarin qelîteya jiyana mirovan baştir bikin û wiha pê de çû: “Weke xelkê Filistînê em di şert û mercên zehmet de dijîn. Ji 7’ê cotmehê heta niha tevahiya Xeze û bajarên Filistînê ji qirkirina heyî bibandor dibin. Bajarên me niha veguherîne girtîgehên mezin. Xelk nikare pêdiviyên xwe dabîn bike û çûyîna bajarên din carnan dibe îşkence. Li Xezeyê jiyan nema ye û xelk bi wêraniyeke mezin re rû bi rû ye. Avahî, nexweşxane, mizgeft, rê, binesazî… Ev tevek hatin tunekirin. Şaredariyên li Şeriaya Rojava di sekeratê de ne. Ji ber ku hema hema tiştekî bi navê şaredariyê nema ye. Destûrê nadin şaredarî alîkariyê bidin mirovan. Em nikarin tiştên herî biçûk jî çareser bikin. Lewma divê ev qirkirin û polîtîkayên cezakirinê bi dawî bibin. Ji bo mirov bikarin mafên xwe bi kar bînin û ji xizmetên şaredariyê sûd bigirin, divê ev şer bi dawî bibe. Divê zexta navneteweyî li dagirkeran were kirin. Dixwazin bang li şaredariyên Tirkiyeyê û UCLG MEWA’yê bikim; em li bendê ne ku hûn piştevaniya xwe ya bi Filistînê re zêde bikin. Ez dixwazim ku sekreteriya MEWA’yê planeke çalakiyên lezgîn amade bike. Ji bo pêşketinên şênber, pêdiviya me bi alîkariyê heye.”
Piştî axaftinê, filmê danasîna UCLG-MEWA’yê hate nîşandan.
Şaredarê Laheyê ya Hollandayê Jan Van Zanen de jî li ser zoomê beşdarî civînê bû û got ku niha tevahiya cîhanê di rewşeke zehmet de ye û divê şaredarî bi hev re bin. Zanen, got ku hewcehî bi parastina nirxên hevpar heye û wiha pê de çû: “Divê em şaredariyên cîran bînin gel hev û pirên xurt ava bikin. Girîng e ku em pêşeroja bajaran jinûve biafirînin.”
Sekretera Giştî ya UCLG’ê Emilia Saiz jî anî ziman ku avakirina piran a di navbera welatan de peywira herî girîng e.
Civîn, bi sernavê “Dîplomasiya bajar û komîteya rêveberiya herêmî: Hevkariya navbajaran” domiya. Moderatoriya rûniştinê Koordînatorê Têkiliyên Navneteweyî yê UCLG-MEWA’yê Yehia Îbrahîm kir. Serokê Yekitiya Rêveberiyên Herêmî yê Filistînê Karîm Zubaîdî, Şaredarê Selçukluyê Ahmet Pekyatirimci, Midûrê Giştî yê Enstîtûya Pêşketina Bajarên Ereb Dr. Anas Almughairy, Şaredarê Guzelyurtê û Serokê Yekitiya Şaredariyên Tirk ên Qibrisê Mahmut Ozçinar, Şaredarê Bajarê Mezin a Ajlounê Hamza Al Zghoul û Hevşaredarê Rezanê Siraç Çelîk weke axêver tê de cih girtin.
Ji ewil Abdul Karîm Zubaîdî axivî û got ku sûcên şer ên Îsraîlê didomin, xelkê Filistînê bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû ye, ji sedî 70’ê Xezeyê hatiye hilweşandin, milyonek û nîv kes nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin û banga mezinkirina piştevaniyê kir.
Ozçinar jî anî ziman ku divê di polîtîkayên enerjiyê de pêş bikevin, bi hev re çareseriyan peyda bikin û enerjiya kesk bi dest bixin.
Hamza Al Zghoul jî got ku li erdnîgariya ereban cînayetên mezin tên kirin, herêm tên tunekirin û got: “Divê rêveberiyên herêmî qelîteya xizmetan zêde bike. Ev dê rê li ber guherîn û veguherînê veke.”
Hevşaredar Siraç Çelîk jî bal kişand ser texrîbata qeyûman di nava 8 salan de ava kirî. Çelîk, wiha domand: “Ji ber van texrîbatan me zehmetiyên mezin kişandin. Yek ji destkeftiyên herî mezin ên şaredariyên me, pergala hevşaredartiyê ye. Jin û mêr bi awayekî wekhev tê de cih digirin. Di qanûna partiyên siyasî de bingeha qanûnî ya hevserokatiyê hatiye avakirin. Em hewl didin bi têkoşîna xwe ji bo şaredariyên herêmî jî bixin meriyetê. Rêya avakirina rêveberiyên xweser û azad, avakirina serwextbûna hemwelatîbûnê ye. Divê rêveberiyên herêmî bi welatiyan re têkiliyên demokratîk deynin. Hevşaredarên me bi pêşhilbijartinê hatin hilbijartin û ev yek mînak e. Mînakeke demokrasiyê ye.”
Çelîk, da zanîn ku xurtkirina hevkariya di navbera şeredariyan de, ji bo parastina nasnameyên bajaran jî girîng e. Çelîk, diyar kir ku pêşxistina teknolojiyê, zêdebûna nifûsê, guherîna avhewayê û hwd. pirsgirêkên mezin in. Çelîk, wiha bi dawî kir: “Texrîbatên bajaran ên şerê herêmî û pevçûnan rê li ber vekir, mecbûr dike ku rêveberiyên herêmî yên demokratîk bên avakirin. Girîng e ku tora piştevaniyeke berfireh were avakirin.”
Piştî axaftinan, navbera hate dayin û dê civîn ji çapemeniyê re girtî bidome.