Şemî, 19 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ATK’ê ji bo girtiyê ku 65 kîlo winda kirine got: ‘Dikare di girtîgehê de bimîne’!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îpek: Di mirina zarokên karker de tenê li encama dawî nêrîn şaş e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şebnem Korûr Fîncanci: Pêşketina pêvajoyê girêdayî şert û mercên li Îmraliyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aydinê şehîd Avşîn û Emîne hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana girtiyê nexweş Îzzethan Aykut 3 mehan hat paşxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şervanê armanca mezin: Armanc Xaçek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê cejnên Êzî û Şêşims bi girseyî hatin pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed, Êlih û Dîlokê meşa ziman: Ne waneya bijarte, statuya destûrî!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê dayik û du zarokên wê hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê daxwaza perwerdeya bi Kurdî: ‘Bi milyonan zarok ji zimanê dayikê bêpar têne hiştin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 14 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Encamnameya Konferansa Jinan a KESK’ê: ‘Pêwîst e jin bibin kirdeyên avaker’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muxafizên Şoreşê yên Îranê jineke Kurd revandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê banga xurtkirina yekîtiya jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma JÎNA’yê banga domandin û xurtkirina têkoşînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên Dadxwaz û Rêxistinên Jinên Rojhilat serdana gorên şehîdan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên Jin, Jiyan, Azadî: ‘Rêxistinbûna me, azadiya me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Daxuyaniya KCK’ê ya têkildarî Komkujiya Gar a Enqereyê: Hesab wê ji kujeran bê bipirsîn
Kurdistan

Daxuyaniya KCK’ê ya têkildarî Komkujiya Gar a Enqereyê: Hesab wê ji kujeran bê bipirsîn

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê komkujiya Gar a Enqereyê di salvegera 9'emîn de şermezar kir û diyar kir ku wê hesabê dîrokî ji hemû komkujî û kujeran bê pirsîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:

“Di 10’ê Cotmeha 2015’an de li qada Gar a Enqereyê êrîş li Mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê hate kirin û komkujiyeke mezin hate kirin. Em vê komkujiya hovane û derveyî mirovahiyê careke din şermezar dikin ku li dijî demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd weke qirkirina herî mezin kete dîroka Tirkiyeyê. Kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr tînin, di şexsê wan de şehîdên demokrasiyê û şoreşê hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînin û soza ku me dane şehîdan nû dikin. Ji birîndaran û xizmên hêja yên kesên jiyana xwe ji dest dane silav û hurmetên xwe pêşkêş dikin. Bi deh hezaran kesên ku wê rojê daketin wê qadê, daxwaza aştî, azadî û biratiyê kirin. Bicihanîna vê armanca wan, pêkanîna jiyana hevpar a aza a gelan ji bo me berpirsyariya herî bingehîn a dîrokî ye. Bi têkoşîna hevpar a yekbûyî ya gelan ev armanc wê teqez pêk were. Komkujiya Gar a Enqereyê komkujiya herî mezin a rêze êrîşên rejîma AKP-MHP’ê ye ku bi nav û destê DAÎŞ’ê hate kirin. Mîna ku di komkujiyên din de hate kirin, bi komkujiya Gar a Enqereyê re êrîş li ser demokratîkbûna Tirkiyeyê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, yekbûna gelan û daxwaza jiyana hevpar û wekhev hate kirin. Fikir û rêbazên çareseriyê yên Rêber Apo hêz da hêzên sosyalîst, demokratîk û azadîparêz, tifaqa demokratîk a navbera gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê xurt kir û ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, di serî de pirsgirêka Kurd ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan bi rêyên demokratîk, bingeha çareseriyê afirand. Lê belê desthilatdariya AKP-MHP’ê ku xwedî mejiyekî talanker, qirker, paşverû, nijadperest û faşîst e, ji bo pêşî li vê rêya demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn bigire, konsepta qirkirinê û êrîşê ya berê amade kiribû û navê ‘Plana Çokdanînê’ lê kiribû, li hemberî azadî, demokrasî û çareseriyê xist meriyetê. Komkujiya Gar a Enqereyê li ser bingeha vê konsepta qirkirin û êrîşê hate kirin. Tifaqa desthilatdariya AKP-MHP’ê û DAÎŞ’ê jî di vê çarçoveyê de bû.

Li gelek deverên Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn di komkujî û êrîşan de DAÎŞ û rêxistinên bi mejiyê DAÎŞ’ê ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP ve weke hêza lêdanê hatin bikaranîn. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi rêya vê yekê xwest xeyala xwe ya ne Osmanî ya qirker, talanker û paşverû pêk bîne. Lê belê ji ber ku DAÎŞ bi têkoşîna demokratîk a yekbûyî ya gelan hate têkbirin, ev plana desthilatdariya AKP-MHP’ê jî bi cih nehat, bi ser neket. Têkçûna desthialtdariya AKP-MHP’ê û krîza kûr a ku ketiye nav, ji ber vê rewşê ye. Hewldana şefê faşîst Tayyîp Erdogan û desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li pêşberî bûyerên li Rojhilata Navîn dixwaze atmosferekê biafirîne û weke nerazî nîşan bide, pêwendiya xwe bi vê yekê ve heye. Piştî ku bi plana DAÎŞ’ê nekarî armanca xwe ya neo Osmanî pêk bîne û nekarî veguhere hêza serwer a sereke li Rojhilata Navîn, kete nava helwesteke welê ku pirsgirêkên navbera Îsraîl, Ereb, Îran û dewletên din kûr bike, şer sor bike û belav bike. Bi rêya kûrkirina şerê li Rojhilata Navîn û belavkirina vî şerî dixwaze xwe bigihîne armanca xwe ya hegemonîk û belavker. Berevajî îdîayên ku dike ne li dijî qirkirina gelan e, ne jî li dijî komkujiyên Îsraîlê ye. Di serî de Komkujiya Gar a 10’ê Cotmehê, hemû komkujî, şer, polîtîkaya qirkirin û tecrîdê ya ku desthilatdariya AKP-MHP’ê kiriye, hemû vê rastiyê radixin pêş çavan.

Di salvegera 9’emîn de em vê komkujiya namerdane careke din şermezar dikin û diyar dikin ku em ê hesabê dîrokî ji hemû komkujiyan û komkujeran bipirsin. Li ser vê bingehê, em bang li gelan, hêzên demokratîk, sosyalîst, azadîxwaz hemûyan dikin ku li ser bingeha stratejiya têkoşîna hevpar a yekbûyî yekîtiyê hîn xurt bikin û têkoşînê mezin bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Komplo li Mexmûrê hate şermezarkirin
Nûçeya Pişt re Şandeya rojnamevanan serdanên xwe yên li Silêmaniyê temam kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Moskowayê têkildarî çand, dîrok û zimanê Kurdî semîner hat lidarxistin

Li paytexta Rûsya Moskowayê ji bo xwendekarên dibistana siyasetmedarên ciwan semînerek hat lidarxistin. Semîner di…

Ji aliyê Stêrk TV

OHD’ê: Bila Kurdî bibe zimanê fermî

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêveberiya Xweser budçeya sala 2026`an nîqaş kir

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşnûmeya budçeya 2026’an nîqaş…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Şervanê armanca mezin: Armanc Xaçek

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şengalê cejnên Êzî û Şêşims bi girseyî hatin pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Amed, Êlih û Dîlokê meşa ziman: Ne waneya bijarte, statuya destûrî!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Êlihê dayik û du zarokên wê hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?