Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan di 988’emîn çalakiya xwe de li Qada Galatasarayê hatin ba hev û aqûbeta Cuneyt Aydinlar ê xwendekarê Fakulteya Aboriyê ya Zanîngeha Stenbolê pirsîn ku Aydinlar di 20’ê Sibata 1994’an de di dema bin çavan de ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû windakirin. Dayik û xwişk-birayên Cuneyt Aydinlar jî beşdarî çalakiyê bûn û daxuyanî ji aliyê Sebla Arcan a ji Komîsyona li dijî Windakirina Binçavkiriyan a li Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve hate xwendin.
Sebla Arcanê çîroka Cuneyt Aydinlarî vegot.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku daraza Tirkiyeyê jî failan diparêze û ev yek jî hate gotin: ‘’Dosyaya Cuneyt Aydinlar, li dijî hiqûqa gerdûnî, bi hinceta bihurîna demê hate girtin.’’
Her wiha di çalakiyê de Menekşe Aydinlar a ku ev 30 sal in aqûbeta kurê xwe dipirse, axivî.