În, 13 Hezîran 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rewşenbîrên Ereb daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ahmet Tekîn piştî 31 salan serbest hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navê Sirri Sureyya Onder li parkekê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baroya Amedê: Li Tirkiyeyê 3-4 milyon zarok têne xebitandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê tavilê li Meclîsê komîsyon bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 12 salan de herî kêm 770 zarok di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo gerîlayê ku di dema agirbestê de şehîd bû şîn hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ: Artêşa Tirk bi her cûre çekan êrîşî gerîla dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkildarî 19 jinên li Mûsilê hatin şewitandin serî li Bexda û NY’ê hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsên Iraqê avêtin ser Şaredariya Girzerik a Şengalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevalê Qasim yek ji temsîlkarê herî xurt ê xeta Apoyî bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karker: Divê haya gelê me ji wan kes û hêzan hebe ku olê bi kar tînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Festîvala Jinan a Zîlan wê 21’ê Hezîranê li Leverkusenê were lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zurîchê wê Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz a 12’emîn bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Londonê jin wê di Mihrîcana Jinan a Zîlan de bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabûlê gefa mirinê li xebatkarên jin ên NY’ê tê xwarin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulser Yildirim: Hêvî têrê nake, pêwîstî bi rêxistinî û kar heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji parêzvanên destpêkê yên mafên jinan: Olympe de Gouges

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    34 komên folklor di Mihrîcana Govenda Kurdistanê de ketin pêşbirkê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di festîvala Respectê de Kurd bi ‘Govendê’ li ber nijadperestiyê rabûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê civîna berxwedan û çanda Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlmê ‘Bir Kar Tanesinin Ömrü’ li Baselê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo helbesta ‘Dîrok’ a Alî Haydar Kaytan klîba anîmasyonê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parlamenta Walesê resepsiyona Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DEM Partî: Divê derîyên Îmraliyê bên vekirin
Rojane

DEM Partî: Divê derîyên Îmraliyê bên vekirin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, diyar kir ku yên ku nîqaşên di demên dawî de dane destpêkirin tu nexşerêyê bi raya giştî re parve nakin û destnîşan kir ku divê deriyên Îmraliyê bên vekirin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bikeve nava van nîqaşan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 15 dq.
Parvekirin

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, têkildarî civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya partiya xwe ku berdewam dike li navenda giştî civîna çapemeniyê li dar dixe.

 Dogan, bal kişand ser “Çeteya Yenîdogan” ku bûye sedemê mirina pitikan û wiha got: “Hema bêje em behsa rêze cînayetan dikin. Tiştên li raya giştî belavbûne xeternak in, peyva xeternak tê ra vê nake.” Dogan, tabloya ku derketiye holê weke ‘wêneyê rizînê şirove kir. Dogan, destnîşan kir ku divê Wezareta Tenduristiyê têkildarî îdiayên lêpirsîna heyî bersivê bide. Dogan diyar kir ku pêwîst e mijarên ku bi awayekî cidî nêzî lêpirsînê nabin, girîngiyeke têrker jê re nehatiye dayîn û bi baldarî nayê birêvebirin bê ronîkirin.

 PIRSGIRÊKA KURD

 Dogan, diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiyeke mayînde bi salan e têdikoşin. Dogan, bal kişand ser silava Bahçelî di 1’ê Cotmehê de di sala qanûnçêkirinê ya nû de daye parlamenterên wan û destnîşan kir ku rojeva çareseriya pirsgirêka Kurd bi geşedanên di 1’ê cotmehê de nehatina rojeva partiya wan. Dogan, destnîşan kir ku çareseriya mijara heyî demekî dirêj e di rojeva partiya wan de ye û wiha got: “Di 1’ê cotmehê de çi bû? Hin nîqaşan piştî silavdayîna li Meclisê dest pê kirin. Heke mirov rast bi nav bike divê bibêje nîqaş. Em vê careke din bibêjin; pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî mezin û bingehîn a Tirkiyeyê ye. Ne tenê ya Tirkiyeyê pirsgirêkeke herêmî û navnetewî ye. Ji ber vê yekê çareseriya pirsgirêkeke bingehîn û dîrokî bi nêzîkatiyeke dîrokî û kûr pêkan e.”

Dogan, wiha berdewam kir: “Niyeta baş û resen ji bo çareseriyê gelekî girîng e lê ne bes in. Nêzîkatiyeke jidil, kûr û dirokî hewce ye. Divê mirov têkildarî çareseriya demokratîk ji tecrubeyên berê derse bigirin û hin tiştên nû bibêjin. Heke çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêk neyê, ne aboriya Tirkiyeyê baş dibe ne jî demokrasî tê welat. Ne jî di warê demokratîkbûyînê de pêşketinek dikare pêk were. Çima? Ji ber ku bû welatekî xizan. Tirkiye welatekî ku potansiyela wê ya dewlemendiyê gelekî zêde ye.”

  Dogan destnîşan kir ku ji bo pêvajo vegeuhere çareseriyê çi ji destê wan were ew amade ne û got: “Em partiyek ku her tim ji qenalên muzakere û diyalogê re vekirî ne. Em ji bo vê hene. Me vê her tim got û em ê bêjin jî. Di nav Tifaqa Cumhur de dengên cuda derdikevin. Hin kes qala çareseriyê dikin hin kes jî tiliya xwe ji me re dihejînin. Em vê jî li cihî dinivisînin. Ka em nizanin ku desthilatdarî çima wisa dike. Her tişt li ber çavê raya giştî ceryan dike û geşedanek ji bilî vê tune ye, em wek DEM Partiyê berpiriyar in vê ji we re eşkere bikin. Em jî dişopînin û di nav xwe de dinirxînin û Hevserokên me yên giştî mijarê û geşedanan dişopînin nêrîn û ramanên xwe bi we re parve dikin. Heke em dîsa destnîşan bikin, di qonaxa em gihîştinê de em vê rewşê wek pêvajoya çareseriyê pênase nakin, em dibêjin hin nîqaş tên kirin.”

‘NEXŞERÊ BI RAYA GIŞTÎ RE PARVE NAKIN’

Dogan anî ziman ku ew di warê çarserkirina pirsgirêka Kurd de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek navnîşan nîşan didin û lewma wan vê kiriye hedefa xwe û got: “Yên ku nîqaşê dane destpêkirin têkildarî çareserkirina pirsgirêka Kurd eşkere naxivin û tu nexşerêyê bi raya giştî re parve nakin.” 

  Dogan axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku çareseriya pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke piralî ye, tenê bi DEM Partiyê re ne pêkan e, lê her çend em ne tenê mijara çareseriya pirsgirêka Kurd bin jî mijara herî aktîf em in. Em amade ne ku di vê mijarê de berpirsiyarî û înîsiyatîfê bigirin ser milê xwe. Lê belê em amade ne ku ji nîqaşan wêdetir biçin. Ji ber ku aliyên nakok hene û em vê yekê bi bîr tînin, em cesareta çareserkirina pirsgirêka Kurd bi awayekî rast radigihînin. Di pirsgirêkeke ku gelek aktor hene, hûn nikarin ji holê rakirina aktoran û hewldana ji bo afirandina aktoran ji bo xwe çareser bikin, ne tenê ji bo pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê, ji bo gelek pirsgirêkên li cîhanê, bi taybetî jî ji bo geşedanên dawîn. Birêz Ocalan tenê ne li Kurdistan û Tirkiyeyê aktoreke sereke ye, li Rojhilata Navîn jî kesekî xwedî raman e.

‘DERIYÊN ÎMRALIYÊ VEKIN’

Bi mehan, bi salan e em li ser tecrîda li Îmraliyê daxuyanî didin. Em çalakî û daxuyaniyan organîze dikin. Çima binpêkirina mafên mirovan li ber çavên me pêk tê? Tecrîd rêbazeke êşkenceyê ye, ji kê re bê kirin jî nayê qebûlkirin û divê li dijî vê bê derketin. Li ser birêz Ocalan û hevalên wî bi tecrîd heye û agahî ji wan nayê girtin. Nikarin dengê xwe bigihînin cîhana derve. Nikarin ji ti mafan sûd werbigirin. Destûr nayê dayîn ku bi malbata xwe re hevdîtinê bike, destûr nayê dayîn ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne, mafê xwe yê telefonê bikar nayîne, bi rêya nameyan nikare bi hev re biaxivin, em nizanin çi diqewime. Em dikarin biçin girtîgehên din, lê der barê Girtîgeha Girava Îmraliyê de tu bersiv nayê dayîn. Hemû derî girtî ne, lê Serokê MHPê birêz Bahçelî derdikeve û bang li birêz Ocalan dike. Hevserokê me jî li vir bersiv da, em careke din dubare bikin. Bi rastî em jî meraq dikin, rê li ber birêz Ocalan ku bê vekirin, rê ji raya giştî re vekin, em jî bibihîzin, ew ê çawa bersivê bide banga we, dê çi bêje?”

HETA RÊ VENEBE WÊ LI SER NÎQAŞÊ BIMÎNE 

Em li ser girîngiya jiyanî ya rola wî diaxivin. Li aliyekê hûn ê tecrîdê bidomînin, li aliyê din jî bang li birêz Ocalan bikin. Em ji vir careke din bang dikin; Divê êdî ev bêhiqûqiya nedîtî bi dawî bibe. Werin em rê li ber vê muxatabiyê vekin. Heke hûn deriyên Îmraliyê venekin, tecrîdê bi dawî nekin, Ocalan nexin nava van nîqaşan, ew ê weke nîqaşan bimînin û nikarin pêş bikevin. Em banga xwe dubare dikin. Divê ev tecrîd bê rakirin, rê û deriyên Îmraliyê bên vekirin û birêz Ocalan jî bikeve nava van nîqaşan.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bayindir: Bêyî Abdullah Ocalan ti pêvajo ne rast in
Nûçeya Pişt re Cenazeyê Goz 3 sal şûnde radestî malbatê hat kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Xelatên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hatin dayîn

31’emîn Xelatên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hatin dayîn.

Ji aliyê Stêrk TV

Qezaya balafirê: Herî kêm 122 kes mirin

Li Koreya Başûr balafira rêwiyan dema ku neçar ma dakeve qeza kir, herî kêm 122…

Ji aliyê Stêrk TV

Omer Ocalan: Abdullah Ocalan got, ‘Em di pêvajoyeke dîrokî de ne’

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan anî ziman ku Rêber Apo gotiye, "Li pêşiya me pêvajoyeke…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Rewşenbîrên Ereb daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ahmet Tekîn piştî 31 salan serbest hat berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Kesek ji balafira ku li Hindistanê ket xwarê rizgar nebû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Navê Sirri Sureyya Onder li parkekê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?