Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê daxuyaniyek weşand û got, “Li gorî daneyên Saziya Ewlekariya Civakî ji sedî 46 ê mirovên bi mûçe di asta mûçeyê kêmtirîn de hatineyeke xwe heye. Ev rêje li sektora taybet di ser ji sedî 50’î re ye. Li nava jin ên karker jî ev rêje hîn bilind e. Lê belê di nava van daneyan de tenê karkerên qeyidkirî hene. Dema ku karkerên bêqeyd û koçber li vê yekê bê zêdekirin, hingî diyar dibe ku ji sedî 60 ê karkeran bi mûçeyên kêmtirîn dixebitin.”
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku mûçeyê karmendan niha 39.445 lîre ye û hate gotin, “Li gorî vê yekê pêwîste mûçeyê herî kêm 35 hezar lîra be. Ev ê di meha Çilê de zêdetir be. Li gorî vê pêwîste 3 mehan carekê mûçe were zêdetirkirin.”