În, 3 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dag û Karaoglan li cihê lê hatibûn qetilkirin dar hatin çandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJˊê êrîşa li ser rojnamevanan li Çelebiyê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê hiqûqa bi Birêz Ocalan re hatiye avakirin were pênasekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL rojbûna Rêber Apo pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raporê DFG’ê: Hejmara rojnamevanên girtî meha Adarê bû 31’ê kes

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsê mirinên di rêya koçberiyê de şer û xemsarî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şengalê semînerên 4’ê Nîsanê hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê 4’ê Nîsan bi çandina daran hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava û Mexmûrê çalakiyên 4’ê Nîsanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hawagê meş û çandina şitlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojhat Babat ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Wanê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona KJAR’ê: 4’ê Nîsanê roja azadî û vejînê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Di 4’ê Nîsanê de em qada dagirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta YPJ’ê li Şamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve dimeşin: Em ê aştî û azadiyê biqîrin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DEM Partî: Êrişên li dijî cenazeyên gerîla divê bêne rawestandin
Rojane

DEM Partî: Êrişên li dijî cenazeyên gerîla divê bêne rawestandin

Parlamentera Rihayê ya DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan li meclîsê civîneke çapemeiyê lidar xist û astengî û êrişên polîsan ên li hemberî cenazeyên gerîlayan şermezar kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Wekîla Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Dîlan Kunt Ayan têkildarî êrişên li dijî cenazeyên gerîlayan û astengkirinên polîs û leşkeran, li Meclisê daxuyanî da. Dîlan Kunt Ayanê, wêneyên êrişên li dijî cenaeyê Dilber Bozkurtê ku di pêvajoya xweberêveberiyên bajaran de li Sûr a Amedê jiyana xwe ji dest dabû nîşan da û got: “Ev wêneyê ku di sala 2016’an de di bîra civakê de cih girtibû tê bîra we. Bi ava şid êrişê dibin ser darbestê, bi tomayan êrişî kesên dixwazin şînê deynin dikin. Tişta di vir de tê dîtin ne tenê kêliyek e. Em dibînin ku mafê şîngirtinê, wijdan û parvekirina êşê ya gelekî bi rêxistinkirî tê astengkirin. Aştî ne tenê mafê kesên dijîn e, di heman demê de mafê miriyan jî ye. Di olê de jî heye, dema kes mir, hukmê li ser radibe.”

Bi domdarî Dîlan Kunt Ayanê anî ziman ku ji Mezopotamyayê heta Asyaya Navîn, goristan her tim pîroz hatine dîtin û got: “Tişta mirovan dike mirov, têkiliya bi miriyan re hatiye danîn e. Çawa ku dema xizmên kesekî mirin heta êşa xwe baş nejî baş nebe, civak jî wisa ye. Gelê Kurd û gelên din jî heta cenazeyên xwe defin nekin, het duayan nekin û bi girseyî oxir nekin, şîna xwe nagirin. Lê mixabin bi sala ye li vê xakê ev mafê herî însanî jî rastî êrişan tê.”

Di berdewama axaftina xwe de Dîlan Kunt Ayanê çîroka Xalê Behçetê ya li navçeya Wêranşar a Rihayê vegot û ev tişt anî ziman: “Xalê Behçet, tevî emrê xwe yê mezin û nexweşiyên xwe jî her serê sibehê diçe deriyê partiyê vedike û çaya xwe dem dike. Dibêje ‘Ev derî deriyê aştiyê ye, divê girtî nemîne.’ Hemû xelkê Wêranşarê jê hez dikir, emrê xwe da aştiyê û bû yek ji sembolên kesên aştîxwaz. Kurê Xalê Behçet, di 11’ê Tebaxa 2020’ê de li herêma Metînayê jiyana xwe ji dest da. Bavekî ku bi salan agahî ji kurê xwe nedigirt, di 31’ê Cotmehê de li ser çapemeniyê hîn bû ku kurê wî di sala 2020’ê de jiyana xwe ji dest daye. Nehiştin vê êşa xwe bijî û parve bike. Di 1’ê Mijdarê de li Rihayê nehiştin xelk biçe serdana şîna kurê wî, berîqet danîn pêşiyê û gelek polîs lê bicih kirin. Sedema vê çi bû? Ma dikarî ji miriyekî tolê hilînî? Şîngirtina bavekî çawa dibe sûc? Ev bav neçar dimîne ku şîna kurê xwe di bin dorpêça polîsan de bigire.”

Di berdewamê de Dîlan Kunt Ayanê ev tişt anî ziman: “Kesên ev tişt bi serê Xalê Behçet anîn divê ji xwe şerm bikin. Em ê dev ji xwedîderketina li cenazeyên xwe, ji veguhestina wan bernedin. Divê zîhniyeta ku zilmê li darbestan, cenazeyan, li goran dike, dev ji vê kiryara xwe berde. Ji Rihayê heta Şirnex, Cizîr, Agirî û gelek cihên din ev mînak tên dîtin. Tevlibûna şînan bi fermanên walîtiyan tên astengkirin, dixin dorpêçê, têketin û derketina goristanan ji hêla leşkeran ve tên astengkirin, deriyên malên şînan tên qilfekirin.

Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e. Rêzgirtina li hemberî êşa hev û qebûlkirina hev e. Banga me ji bo kesên tehemûla mafê herî însanî anku mafê şînê jî nakin e; em ê destûrê nedin we. Rêzê ji bo miriyên me bigirin. Rêzê ji bo mafê şînê bigirin. Ji ber ku aştî, rêzgirtina li hemberî şîngirtina aliyê din e. Dem dema aştiyê ye û divê hemû kiryarên zirarê didin aştiyê bên terikandin. Banga me ji bo wezaretê ew e ku tavilê dev ji van sepanan berdin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Siwêdayê êrişa bi droneyê: 2 kes birîndar bûn
Nûçeya Pişt re Çeteyan 11 kes revandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Rûsyayê karesata lehiyê berdewam dike

Rayedarên herêma Kurgan a Ûralê ya Rûsyayê, ji ber lehiyên dîrokî bang li welatiyan kirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Şoreş Alan: Feraşîn Bêrîtan rastiya Jin a Apogerî di kesayetiya xwe de afirand

Ji fermandarên YRK'ê Şoreş Alan şehîd Feraşîn Bêrîtan bi bîr anî û destnîşan kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Vietnamê bîlançoya lehiyê giran bû: 35 mirî, 5 winda

Li bajarên peravî yên li herêma navîn a Vietnamê, ji ber barana zêde û lehiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Dag û Karaoglan li cihê lê hatibûn qetilkirin dar hatin çandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

YRJˊê êrîşa li ser rojnamevanan li Çelebiyê şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ayşegul Dogan: Divê hiqûqa bi Birêz Ocalan re hatiye avakirin were pênasekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

KONGRA-GEL rojbûna Rêber Apo pîroz kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?