Duşem, 9 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Peyama Rêber Apo ya 8’ê Adarê: Jiyana azad a rasteqîn a civakê bi avakeriya jinan ve girêdayî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    “Girtiyên jin ên nexweş bila werin berdan”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Helebceyê bi dronan êrîşî bircên peywendiyê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiye û Hemedanê êrîşa dijwar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta jinên hatine windakirin, hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Binarê Qendîlê 8’ê Adar bi gerandina govendê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT: Îran û komên girêdayî wî 196 caran êrîşî Herêma Kurdistanê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bafil Talebanî: Me navê êrîşkaran daye Bexdayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çomanê droneyek ket: Kesek birîndar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişa li Hewlêrê: Kesek mir, 3 jî birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê 6 êrişên nû hatin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Mêrdînê jin bi meşaleyan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran Meşa Şevê ya Femînîst: Em ji bo jiyan û aştiyê li ber xwe didin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Parîsê heta Mulhouse’ê bi hezaran jin ji bo têkoşîna mafên xwe meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kurd mohra xwe li meşa 8’ê Adarê ya li Stockholmê dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elmanyayê çalakiyên 8’ê Adarê: Dema şoreşên jinan hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê meşa 8’ê Adarê: Têkoşîna jinan mezin dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Ji bo helbesta ‘Dîrok’ a Alî Haydar Kaytan klîba anîmasyonê
Çand û Hûner

Ji bo helbesta ‘Dîrok’ a Alî Haydar Kaytan klîba anîmasyonê

Ji bo helbesta 'Dîrok' a Alî Haydar Kaytan klîbeke anîmasyonê hate amadekirin. Helbest ji aliyê Hekîm Sefkan ve hatiye xwendin, klîb jî ji aliyê Çekdar Farqîn ve hatiye amadekirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Alî Haydar Kaytan beriya sala 1980’yî bi hevrêyê xwe Hamîlî Yildirim 6 mehan li zindana dagirkeran tê girtin. Li zindanê helbesta bi navê ‘Dîrok’ nivîsand. Malbata Kaytan helbest ji bo xebatên çand û hunerî şand Ewropayê. Şivan Perwer sala 1981’ê kasetek derxist û helbest xwend.

Sal dibe 1986 û Weşanxaneya Serxwebûnê pirtûka bi navê “Diyarbekir/Seçme Şiirler 1” çap dike. Di vê pirtûkê de jî helbest tê weşandin (Rûpela 181). Helbesta “Dîrok” bi rêya kaset û pirtûkê di nav gel de belav dibe û tê naskirin û hezkirin. Salên 80 û 90’î di bîranîn, şev û çalakiyên şoreşa Kurdistanê de dibe helbesta ku herî zêde tê xwendin.

Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ji pêşengên şoreşa Kurdistanê û avakarên PKKê ne. PKK piştî kongreya 12. şehîdbûna Kaytan û Altûn ragihand.

Ev agahî li raya giştî ya Kurdistanê tesîrek mezin çêkir. Kurdistaniyan li welat û derveyî welat hefteyekê şîna şehîdan girtin û bîranînan lidar xistin.

Hunermendên Kurd Hekîm Sefkan, Murat Yapıştıran û Çekdar Farqîn li bajarê Koln ê Almanyayê dimînin. Her sê hunermend jî wek her dilsozên şoreşê ji şehîdbûna Kaytan û Altûn tesîr dibin. Tevlî bîranînan dibin û li wir bi hev re diaxivin, “Gelo em dikarin ji bo şehîdan çi bikin?”

Hekîm Sefkan gotiye: “Hevalê Fûat (Alî Haydar Kaytan) ne tenê fîlozofê şoreşê ye, helbestvane jî. Em dikarin helbestên hevalê Fûat li studyoyê bixwînin û bi klîban bixemlînin.” Destpêkê ji bo helbesta “Dîrok”ê biryarê digirin û destpê dikin.

Berê Hekîm Sefkan helbestê dixwîne. Piştre Çekdar Farpîn senaryo dinivîse. Mûrat Yapiştiran ji helbestê qeyd dike û piştî ku senaryoyê dixwîne dikeve studyoyê, du muzîkan amade dike. Her sê heval ji wan yekî hilbijêrin û di klîbê de ew muzîk cih girtiye. Dengê helbestê û muzîka tê ber destê Çekdar Farqîn û ew jî piştî xebatek dûr û dirêj klîba anîmasyonê amade dike.

Klîba bi navê “Hey Dîrok” doh li televîzyona Med Muzîkê û malpera Youtubê a bi navê Med Hunerê ket weşanê. Lînka klîba ev e:

 

Gotinên helbesta “Hey Dîrok” li jêr e:

Hey Dîrok
Ali Haydar Kaytan

Biqulibine rûpelên xwe yên qirêj û gemar!
Kê li eniyê danî ev teniya qirêj û gemar!
Kê rûçikê te reş kiriye?
Kine yên rûçikê te sipî dikin?
Wê kude here hewqas hêrsa min Wê kude here!..
We kude here gira di veşartina dilê min de kombûye?

Ji danezané vir de ber qirkirina ma ne 
Ezê hîn bibim çûyina xwe 
Ezê bixwe binivisînim hatina xwe! 
Tu dîroka bi qirêj veke çavên xwe! 
Hinekî tu!?

Ketin zevté qunca emperyalist 
Datinin qoloni kulmên xwe yên rizgarîxwaz 
Weke gurzan giran-giran 
Bi hemû xeml û rédana xwe

Va bibîne..! 
Çawan ditirsin keriyên seyan 
Ji nêzîkbûna zirme-gurma dengên lingên azadiyê 
Li Qorê, li Vietnamê mêzeké dírok 
Li Laosê, Qamboçyayê, Gineyé, Angolayé mêzeke… 
Şoreşvanén azadiyé ber bi aşitiya bê bini dibezin 
Li bircên kelan tên çikandin alén destên partizanan
Ev car dora welatê min e 
Ma qey ez nizanim?
Avaye!..li qadan bi milyonan bang dikin 
Dibéjin; biji serxwebûn bimre kedxwari! 
Çiya lerizi, erd hejiya 
Qelişin kevirên aramé yeko-yeko 
A li berxwe dide arama min e 
É li berxwe dide dilé min e!

Em ketine destên wan vê gavê 
Bila werin li ber xwe bibînin me 
Bibin mîna reqelên laş dîtiyên hovberan 
Ji bo zileheké biteqînin li ser dev û rûyên me 
Bira yeko-yeko têkevin rêza keriyên qeşmeran.
Çar dîwar… 
deriyên hêsin… 
têlên risayi 
Bira lê tije bibê jiyana me 
An bidarxin bihejin bejnê me 
An jî derxînin hember berdarkên xwe 
Bi destên xwe ber bikin dilê me!

Ger li derve berdewam dibe jiyan 
Nehatibê birîn dengê stran û helbestan 
Bi dengê xwe ê keles dixwîne mawzer. 
Çiye?… çi dibe?.. ki ditirse ji mirinê!

Ji bo çê bitirsin ji mirinė! 
Li ber hemû zoriyan singvegirtin hebe 
Ji bo çê bitirsin ji îşkencê û lêdanê? 
Doost hevalno!

Bila xera bibe kela zilmė 
Bila xera bibe mala zilmė 
Doost hevalnoo! 
Bo daxwaza çêbûna welateki
Bo zarok bé tirs ú stůxwari mezin bibin 
Ji bo sir nedin seri bidin 
Giringe li ber her zoriyê 
dil bi keder û kul li berxwe bide.

Li gel rojên xweş tên
Ewê helbet pir tişt bên gotin

Ji sultanan, ji serdaran, ji împaratoran, ji koma îblisan 
Ku di nava axê de dihatin hesp dilîskandin
Ger bi vî avahî here rewş… 
Dibê ku pir tişt betin gotin.
Her seriyê diramîne her mirovê bi namûs.

Xwarina wane goştê mirovan… 
Xwarina wan bûye xwîn, zeftkaran.
Weke reqelên laş dîtine 
Li ser pişta gelê minin! 
Şerkirin nas, ehl û zarokên me 
Serbiserî bereberî li berxwedan… 
Yên di navika xakê de hebûn jiyandin 
Ji hêla yên di kela zilmê de rûdinin hatin xwarin 
Li ser bedena sar a xwuşka min 
Destên xwe yên qirêj gerandin heey dîrok!..
Geniyên însanan 
Dolên talan homoseksuelan 
Jinên ku xwe bi darve kiribûn 
ji werisan anin xwar..

Weke seyên çav-sor û har 
Yeko-yeko ketin paşila cesedan! 
Bêje! Hey dîroka şerma mirovahî 
Hey keriyên mirovan vekin çavên xwe

Were ziman siltané ker..! 
Besee! besee!

Bila bikşînin destên xwe ji welatê min 
Destên xwe yên qirêj û gemar 
Biksînin destên xwe ji welatê min! 
Ewanan ne ku bi dîlîtî û hovberiya xwe bûn 
Weke rêza zîroyên tiyê xwînê 
Ji bo azadiya milletan, rizgariya gelan 
Li qada navîn cilên qirêj bên vekirin 
Hunerê wan e koma hestiyên li besta Laçê 
Wek diya min ji zarokan re çîrok dibêjin.
Li berxwedana hovitiyê ye 
Dersime 
Koçgiriye 
Zilane

Keda me
Xwehdana eniya me
Talane hemû dewlemendiyên me

Bide erşan bila bê feryada te!
Hewar bikim hewar çuqas bê dengê min
Min bibhîsin yên li pişt çiyayê qaf
Çiya bilive!
Erd biheje!
Ker bibhîsin!
Kor bibînin!
Dinya bibhîse!

Çavkanî:
Diyarbekîr Seçme Şiirler 1: Serxwebûn Yayınevi, Sy. 181, 1986

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOLN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji bo statuya Kurdî heta Tirba Ehmedê Xanî meşiyan
Nûçeya Pişt re ‘Li cîhanê mafên karkeran tên binpêkirin, Tirkiye jî yek ji 10 welatên destpêkê ye’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hîvzullah Mutlu piştî 31 salan serbest hat berdan

Hivzullah Mutlu piştî 31 salan ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Patnosê serbest hat…

Ji aliyê Stêrk TV

Duşunmez: Em bang li gelê xwe dikin ku li ber xwe bidin

Parlementerê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onûr Duşunmez bertek nîşanî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê da û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ozel, çareserî bi baweriya gel a bi aşitî û biratiyê re pêkan ne

Di bernameya bîranîna Haci Bektaş Velî de, Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgûl Ozel axivî û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?