Projeyek çêkirina mizgeftê ku ji aliyê Muftiyê Navçeyê ve li gundê Hakis a li navçeya Qisle ya Dersimê hatiye plankirin, ji aliyê şêniyên gund û derdorên Elewiyan ve rastî nerazîbûnan hat.
Şêniyên gund, li dijî avakirina mizgeftê derketin û diyar kirin ku divê pêdiviyên bingehîn ên wekî av, rê û klînîkek tenduristî werin peyda kirin.
Cîgira Hevserokê Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu, daxwaz kir ku xebat tavilê were rawestandin.
Mutlu, diyar kir ku tevî nerazîbûnên welatiyan, berdewamkirina projeyê tê wateya “berdewamiya siyaseta asîmîlasyonê” ye.
Mutlu, anî ziman ku aşxaneya 130 salî dema ku gund di sala 1994’an de hate valakirin, veguheriye mizgeftê û got ku pêşniyara avakirina mizgeftek din li heman cihî destwerdanek li bîr û baweriya gel e.
Mutlu, bal kişand ser mafê baweriyên civakê ku cihên xwe yên îbadetê ava bikin û biparêzin û got, “Vê projeyê rawestînin û nerazîbûna gel li ber çavan bigirin.”

