Çarşem, 14 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Civîna gel: ‘Divê Abdullah Ocalan bi beşên cuda yên civakê re hevdîtin bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Desteya Aştî û Siyasîbûnê divê dest bi kar bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Cella Yildirim ê krîza dil derbas kir li girtîgehê hate vegerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tehliyeya du girtiyan dîsa hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kariane Westrheim: Çareseriya demokratîk a meseleya Kurd bi kêrî civaka Tirkiyeyê jî tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bavê rojnamevanê girtî Ahmed Polad bang: ‘Ahmed bi tenê nehêlin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tevgera Jinên Kurd beşdarî Kombûna Jinan a Navneteweyî ya li Arjantînê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulsum Elvan: Aştî tenê bi edaletê, rûbirûbûnê û têkoşîna jinê ava dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê şehîdên Ragihandina Azad Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Cîhan > Donald Trump çima çav berdaye Gronlandê?
Cîhan

Donald Trump çima çav berdaye Gronlandê?

Gronland ku girava herî mezin a cîhanê ye, bi qeşayên xwe yên dihelin û çavkaniyên xwe yên xwezayî yên dewlemend ne tenê di rojeva guhertina avhewayê de ye, her wiha hesabên stratejîk ên navneteweyî jî li ser têne kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Çile 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump sala 2019’an gotibû, ew dixwaze giravê bikire ku vê pêşniyarê li cîhanê deng vedabû. Niha bi nêzîkbûna dema nû ya Trump re, bal Trump a li ser Gronlandê careke din ketiye rojevê. Baş e ev xaka ku bi qeşayê hatiye girtin çima ewqasî girîng e?

REWŞA XWE YA JEOSTRATEJÎK Û FIKARÊN ‘EWLEKARIYÊ’

Gronland herêmeke xweser a ser bi Qraliyeta Danîmarkayê ye, lê di navenda hesabên jeopolîtîk ên DYE’yê de ye. Girava ku li bakurrojhilatê Bakurê Emerîkayê ye, ji ber sîstemên parastinê yên fuzeyê yên li hemberî Rûsyayê û mesleeyên ewlekariyê yên li Cemsera Bakur ên ji ber hebûna Çînê, xwedî girîngiyeke krîtîk tê dîtin.

Hebûna leşkerî ya Washigtonê ya li Gronlandê nû nîne. DYE’yê di dema Şerê Cîhanê yê 2’yemîn de piştî ku Danîmarka ji aliyê Elmanan ve hate dagirkirin, kontrola Gronlandê di pratîkê de xist destê xwe û li giravê Baregeha Hewayî ya Pituffik ava kir. Îro jî ev baregeh ji bo armancên stratejîk ên DYE’yê bi rengekî çalak tê bikaranîn.

Li gorî medya RTS a Swîsreyê, ji Enstîtuya Karên Navneteweyî ya Danîmarkayê Astrid Andersen got, “Gronland ji Kopenhagenê bêhtir nêzî New Yorkê ye. DYE ji ber rewşa xwe ya cografî Gronlandê ji bo berjewendiyên xwe weke parçeyekî xwe yê xwezayî dibîne.”

FIRSEND Û RÎSKÊN NÛ YÊN JI BER HELÎNA QEŞAYÊ

Qeşayên ku ji ber germahiya global dihelin ne tenê tê wateya felaketeke hawirdorê; di heman demê de rê li ber rêgehên nû yên veguhestinê û çavkaniyên binê erdê jî vedike. Çavkaniyên madenê yên Gronlandê, bi taybetî jî elementên kêmdîtî yên xakê, bala hêzên navneteweyî dikişînin. Ev element ji aliyê hilberandina elektronîk û teknolojiya enerjiyê ya nûbûyî ve xwedî roleke girîng in.

Yekîtiya Ewropayê girîngiya stratejîk a elementên kêmdîtî yên xakê destnîşan kir û Gronlandê weke çavkaniyeke tedarikê ya bingehîn nirxand. Serweriya Çînê ya li vê qadê jî bala welatên Rojavayî yên li ser Gronlandê hîn zêde dike.

Wezîra Madenê ya Gronlandê Naaja Nathanielsen qebûl kir ku girav ji aliyê aborî ve pêwîstiya xwe bi razemeniyên derve heye. Wekîla hawirdorparêz Marianne Paviasen jî ji bernameyeke li RTS’ê re axivî, bal kişand ser nuqteyeke cuda û got, “Em bi xwezayê ve girêdayî ne û şîrketên madenê weke rêyeke bidestxistina serxwebûnê nabînim. Ev şîrket ne berjewendiyên me, lê qezenca xwe didin pêş.”

Donald Trump ji bo xwe weke ‘mecbûriyeke’ azadî û ewlekariya neteweyî dibîne ku kontrola Gronlandê ji nû ve bikeve destê DYE’yê. Daxuyaniya Trump weke serokê hilbijartî ne tenê li Danîmarkayê her wiha li tevahiya Ewropayê bû sedema fikaran. Trump Jr. çend roj berê serdaneke taybet li Gronlnadê kir û bi vê serdanê de mijar ji nû ve kete rojevê.

Li gel daxuyaniyên DYE’yê yên têkildarî bikaranîna hêzê, Serokwezîrê Danîmarkayê Mette Frederiksen vê mijarê weke meseleyeke cidî ya neteweyî dinirxîne. Frederiksen destnîşan dike ku divê gelê Gronlandê xwedî li xweseriyê û çavkaniyên xwezayî yên giravê derkeve. Li Ewropayê jî, Fransa vê rewşê weke mînakeke ’emperyalîzmeke nû’ pênase dike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Erebistana Siûdî nîqaşên ‘Sûriyeyê’ destpê dikin
Nûçeya Pişt re Rûsyayê li eniya rojhilat 2 gund bi dest xist
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kongra Star piştgirî da jinên ji Ekvadorê

Kongra Star bi daxuyaniyekê piştgirî da jinên Abya Yalayî ku li dijî hikumeta Ekvadorê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Dayikên Şemiyê di hefteya 1116’an de ji bo Nadir Naycî edalet xwest

Dayikên Şemiyê di hefteya 1116’an a çalakiya xwe de li Qada Galatasarayê hatin ba hev…

Ji aliyê Stêrk TV

Partiyan bertek nîşanî qeyûman dan: Ev darbeyek eşkere ye

DBP, DEM Partî, Partiya Devrîmcî, EMEP, ESP, SMF, SODAP, SYKP, TÎP, TOP, Partiya Çep a…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Hamayê 3 kes hatin kuştin, li Idlibê 2 mirinên bi guman

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ciwanan li Til Temir û Zirganê banga naskirina Kurdî kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîd Bawer Agir li ser gora xwe hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?