Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Îzmîrê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li ser Jinê de Denîz Poyraz bi bîr anî.
Çalakiya bîranînê li ber avahiya Rêxistina Bajêr a DEM Partiyê hate lidarxistin. Ji xeynî dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz, siyasetmedar Sebahat Tuncel û Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk jî beşdarî çalakiyê bûn.
Dayik Fehîme Poyraz got, “Ew ê nekaribin jinan tune bikin. Hingî ku jin tên qetilkirin, têkoşîna jinê mezin dibe.” Dayika Poyraz diyar kir ku kesê keça wê qetil kirî, ji hin kesan cesaret girtiye.
Burcugul Çubuk a DEM Partiyî jî ev pirs kir, “Yê Onur Gencer (Kesê ku Poyraz qetil kirî) li Sûriyeyê şandî kampan kî ye? Ji bo ku Onur Gencer vê cînayetê bike, kê ev derfet dan wî?”
Sebahat Tuncel ev tişt got, “Pêşniyara Birêz Abdullah Ocalan hebû ku komîsyonên heqîqet û edaletê bên avakirin. Eger ev komîsyon bên avakirin, rastî jî wê teqez derkevin holê.”