În, 28 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Keskîn Bayindir: Hêza me heye ku em gav li desthilatê bidin avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya Roboskî: Komkujî li hemberî mirovahiyê sûc in, bila demborî rabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tahîr Elçî li gelek bajaran bi banga ‘edalet’ û ‘rûbirûbûnê’ hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana 6 girtiyan hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ekofemînîst Prof. Laura Corradi: Tevgera jinên Kurd rê li ber têkoşîna femînîst dixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yegen: Erdogan û AKP êdî neçar in ku bi temamî xwedî li pêvajoyê derkevin û ji civakê re vebêjin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îran, êrîşa li ser Qada Gazê ya Kormorê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya Cejna Berxwedana Neteweyî ya li Binarê Qendîlê bi coş bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê Cejna Berxwedana Neteweyî tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîdan li Mexmûrê merasîma bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tahîr Elçî li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo pîrozbahiya 27’ê Mijdarê bi hezaran kes gihîştin Qendîlê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinan tabûta Dîlan Karaman hilgirtin ser milên xwe û bi tilîliyan veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mirina bi guman a Dîlan Karaman: TJA û Baroya Amedê nerazî ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulsume Ogûz: Dixwazim qala bandora şer a li ser jinan bikim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îsal li Rojhilatê Kurdistanê 30 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Beyrûtê konferansek li ser tundiya li ser jinan hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Stockholmê li dijî tundiyê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya ‘Jiyana azad û civaka demokratîk’ dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 5ˊan a Mîhrîcana Fîlman fîlmê ‘Yol’ hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di festîvalê de nasname û bîra dîtbarî hatin gotûbêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DEM Partî: Zarokên Êzidî yên hatine revandin gelek ji wan li Tirkiyeyê ne
Rojane

DEM Partî: Zarokên Êzidî yên hatine revandin gelek ji wan li Tirkiyeyê ne

Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê, ragihand ku gelek zarokên Êzidî yên di dema êrîşên qirkirinê yên 3’ê Tebaxa 2024’an ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatine revandin li Tirkiyeyê ne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Tebax 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê, têkîldarê mirina zarokên li MESEM’ê tên xebitandin li Navenda Giştî ya DEM Partiyê civîneke çapemeniyê lidar xist. Hevberdevkê Komîsyona Zarokan Îhsan Seylan daxuyanî da û ev tişt gotin:

 

EWLEHIYA ZAROKAN NÎNE

“Duh li Rihayê 5 zarok dema li peyarê bûn, wesayîtek li wan dixe û jiyana xwe ji dest didin. Ji vê qezayê mirov fêm dike ku ewlehiya zarokan li dibistan, kolan, qadên lîstikê û li hemû qadên jiyanê nîne. Em sersaxî ji malbatê zarokên ku jiyana xwe ji dest dane re dixwazin. Gelo wezîfeya desthilatdariyê pêşîgirtina li qezayên mîna van e ango mîna ku bi rojane dikin hemû hêza xwe ji bo jêbirina nivîsên Kurdî ‘Pêşî Peya, Hêdî’ xerckirine? Em ji vir dubare vê pirsê dikin.

GELEK ZAROKÊN HATINE REVANDIN LI TIRKIYEYÊ NE

Em baş dizanin ku yên ji hawirên şer û pevçûnan herî zêde bandor dibin, zarok in. Di 3’yê Tebaxa 2014’an de di encama êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Şengalê de bi hezaran zarok û jin hatin revandin. Li dijî nasname, bawerî û şêweyên jiyanê yên zarokên Êzidî yên bi zorê hatine revandin, polîtîkayên asîmîlasyonê hatin meşandin. Em dizanin gelek zarokên hatine revandin li Tirkiyeyê ne. Tevî hemû hewldanên me desthilatdarî heta roja îro ji bo tesbîtkirina hejmara van zarokan xebatek nedaye meşandin. Rêxistinên sivîl ên navneteweyî duh daneyên xwe di raya giştî de parvekirin. Tevî ku hejmar ne zelal e jî herî kêm 1300 zarok hînê winda ne. 10 sal li ser Qirkirina Êzidiyan re derbas dibe, heta roja îro eqûbeta zarokên winda nezanîn, gelek bi êş e. Em diyar dikin ku me vê êşê ji bîr nekiriye. Em careke din soz didin ku ji bo zarokên li Tirkiye, Kurdistan, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê di nava hawireke ewle de bi rengekî tendurist mezin bibin, em ê têbikoşin!

MIRINA ZAROKAN ENCAMA POLÎTÎKAYÊN AKP’Ê NE

Her wiha ji bo hêrsa AKP’ê yê sermayê li MESEM’ê, kargeh û zeviyan, mirina zarokan dewam dike. Tenê hefteya dawî 4 zarok di encama cînayeta kar de hatin qetilkirin. Lê ev rewş di raya giştî de biqasî tê xwestin deng veneda. Di rastiyê de daxuyaniyên rayedaran her tişt eşkere dike. Em her roj ji MESEM’ê agahiya kuştina zarokan a nû dibihîzin, ji aliyê wezîr bi xwe ve ev yek tê parastin. Ev yek jî nîşan dide ev der ji bo berjewendî û qezencê bê çavdêrî tên hiştin. Mirina zarokan di cînayetên kar de, encama biryarên aborî-polîtîk ên desthilatdariyê ye! Li gorî daneyên Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG), par di cînayetên kar de herî kêm 54 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Di nava 5 mehên ewil ên vê salê jî 24 zarokên karker jiyana xwe ji dest dane. Di nava 11 salan de jî bi giştî 671 zarok jiyana xwe ji dest dane. Her çend ev hejmar bê veşartin jî li gorî rêxistinên sivîl, nêzî 4 mîlyon zarok tên xebitandin.

Li Tirkiyeyê berhevkirina sermayeyê li ser keda zarokan e. Polîtîkayên aboriyê û îstîsmariya kedê ya desthilatdariya AKP-MHP’ê ji şert û mercên hov ên kapîtalîst ne cudatir e. Em ê parastina mafên zarokan ku kirdeyê jiyanê ne, bidomînin; Em ê bi hev re bi zarokan re cîhaneke azad, adîl û ewle ava bikin. Em ê bi hev re jiyaneke ku tê de zarok nebin karker ava bikin. Zarok, jiyan, azadî!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çalakiyên “Dawî li tecrîdê bînin”: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin
Nûçeya Pişt re WHO: Li Ewropayê her sal 175 hezar kes ji ber germahiya zêde dimirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li ser sînorê Rojava çalakiya nobedê ya li dijî dagirkeriyê di roja 3’yemîn de ye

Li dijî êrîşên qirkerî û dagirkeriyê, çalakiya nobedê ya ku li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Cezayê darvekirinê li serokê berê yê Kongoyê hate birîn

Dadgeha leşkerî ya Komara Demokratîk a Kongoyê, bi sûcên şer û xiyanetê cezayê darvekirinê li…

Ji aliyê Stêrk TV

YCWK’ê li Mêrsîn, Elîh û Wanê çalakî li dar xist

Yekîtiya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê (YCWK) ragihand ku li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Keskîn Bayindir: Hêza me heye ku em gav li desthilatê bidin avêtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Çalakiya Roboskî: Komkujî li hemberî mirovahiyê sûc in, bila demborî rabe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tahîr Elçî li gelek bajaran bi banga ‘edalet’ û ‘rûbirûbûnê’ hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Berdana 6 girtiyan hate taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?