Çarşem, 19 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Eren Keskîn: Ev cînayet e, raporên ATK’ê amûra polîtîkaya necezakirinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêlîn Umît: Yekane krîtera rêveçûna pêvajoyê nêzîkatiya li Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyon di 21’ê Mijdarê de bi rojeva serdana Rêber Apo bicive

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gel, gotinên serokatiya MHP’ê û helwesta AKP’ê ji hev cuda dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna 17’emîn a komîsyona li Meclîsê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ebdî: Pêvajoya aştiyê ya ku Rêber Apo da destpêkirin ji bo Rojhilata Navîn şensekî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK’ê li Hewlêrê heyeta DEM Partiyê pêşwazî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG NRÇ: Cihê xwe di dîrokê de girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengbêj Hecer jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li bajarên cuda ên Rojhilatê Kurdistanê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê heta niha 74 gorên komî hatin vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Bi rêxistin û xweparastinê em ê bi ser kevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê semînera 25’ê Mijdarê: Felsefeya azadiyê tundiyê kêm kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê: ‘Em ê bi hev re tundiyê rawestînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Hevşaredara Cizîrê ya berê Bêrîvan Kûtlû hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ dest bi çalakiyên 25’ê Mijdarê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em bi xurtî tevlî çalakiyên 25’ê Mijdarê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di roja 5ˊan a Mîhrîcana Fîlman fîlmê ‘Yol’ hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di festîvalê de nasname û bîra dîtbarî hatin gotûbêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê 30 salan Huseyîn Ozsoy berhemên xwe da naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlman a Rojava ya 5’emîn bi nîşandana fîlmê ‘Heval Birako’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi destê dayîkan domandina çanda dêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya kovara Hunerê derket: Şehîdên hunerê û komun

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Tevgera Azadiya Kurd her tim bi xelkê Şengalê re ye
Kurdistan

KCK: Tevgera Azadiya Kurd her tim bi xelkê Şengalê re ye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di salvegera êrişa DAÎŞ'ê ya li ser Şengalê de daxuyaniyek da û diyar kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd her tim bi xelkê Şengalê re ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Tebax 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

KCK’ê qurbaniyên fermana 3’ê Tebaxa 2014’an a li Şengalê bi bîr anî û got: “Em kesên ku di komkujiya Şengalê de jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî bi bîr tînin û weke Tevgera Azadiya Kurd em her tim bi xelkê Şengalê re ne.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku di serî de dewleta Iraqê her kesên ku dibêje ew ne alîgirê qirkeran e, divê bi têkoşîna rewa û demokratîk a xelkê Şengalê re bin û got: “Divê îradeya xelkê Şengalê û daxwazên wan ên demokratîk û rewa, berçav bigirin û bi vî rengî pirsgirêkê çareser bikin. Ya rast ew e ku pirsgirêkên xelkê Şengalê li ser esasê diyalog û mafên demokratîk bê çareserkirin.”

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye: “3’yê Tebaxa 2014’an bi destê DAÎŞ’ê li Şengalê li dijî xelkê me yê Êzidî ferman pêk hat. 10 sal li ser vê fermanê derbas bûn. Qirkirina li Şengalê yek ji qirkirinên herî hovane yên dîroka mirovahiyê ye û em hemû hêzên ku di vê qirkirinê de rol lîstine, car din bi hêrseke mezin şermezar dikin. Em kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî bi bîr tînin. Ev êşa ku xelkê Şengalê û hemû gelê Kurdistanê hîs dike, em jî ji kûrahiyê hîs dikin û dijîn. Weke Tevgera Azadiya Kurd mîna doh, em ê îro jî bi xelkê Şengalê re bin û em bi berpirsyariya dîrokî, mirovî û neteweyî-welatparêzî êşa wan parve dikin.

Mixabin, komkujiya Şengalê li pêş çavê cîhanê pêk hat. Lê belê cîhan li hemberî vê hovîtiyê bêdeng û bêhelwest maye. Çi zarok, çi jî kal bi hezaran Êzidî bi rengekî hovane ji aliyê hevalbendê rejîma AKP’ê DAÎŞ’ê ve hatin qetilkirin, destdirêjî li hezaran jinan hate kirin û li bazaran hatin firotin. Gelek jinên Êzidî ji bo nekevin vê rewşa hovane, xwe kuştin. Hîna bi hezaran jinên Êzidî winda ne, nayê zanîn ka li ku derê ne, di destê kê de ne. Xelkê me yê Êzidî komkujiya Şengalê weke Ferama 74’emîn, pênase dike. Ev komkujî weke yek ji komkujiyên herî mezin ên li dijî gelê me yê Êzidî hate kirin, derbasî dîrokê bûye. Di vê komkujiyê de armanc, bi temamî tinekirina gelê me yê Êzidî bû. Lewma qirkirinek e. Di encama mudaxileya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û berxwedêriya xelkê Şengalê de, pêşî li îmhaya topyekûn hate girtin. Eger mudaxileya gerîlayên azadiyê û piştevaniya hêzên YPG-YPJ’ê nebûya, bi sed hezaran Êzidî wê hatiban qetilkirin û gelê me yê Êzidî bi temamî hatiba tunekirin. Armanca qirkeran ev bû.

Hemû dewlet, li hemberî komkujiya Şengalê bûn temaşevan û bi vê yekê re hêza esas a ku ji komkujiyê re zemîn ava kir PDK ye, ku dema DAÎŞ’ê dest bi êrîşê kir, xelkê Şengalê bi komkujiyê re rû bi rû hişt û reviya. PDK’ê xelkê Şengalê bi komkujiyê re rû bi rû hişt, reviya û bi vî rengî ji komkujiyê re zemîn ava kir. Lewma herî kêm bi qasî DAÎŞ’ê PDK jî berpirsyar û sûcdarê komkujiya Şengalê ye. PDK divê ji ber vê sûcê giran, li pêş dîrokê bê darizandin û hesab jê were pirsîn. Heqîqet ev e, lê belê mixabin PDK mîna ku tişt nebûye bêyî ku şerm bike dixwaze car din serweriya Şengalê jê re bê hiştin û ji bo vê yekê dikeve nava karên veşartî, eşkere û qirêj. Êrişên li ser Şengalê, dorpêçkirina Şengalê ji aliyê aborî ve û qebûlnekirina daxwaza xelkê Şengalê ya ji bo xwerêvebirin û xweparastinê, ji encamên karên PDK’ê ne. PDK berê dewleta Tirk dide Şengalê û nahêle ku dewleta Iraqê daxwazên rewa û demokratîk ên xelkê Şengalê nas bike. Ji ber ku gel û welêt weke mal û milkê xwe dibîne, naxwaze xelkê Şengalê bibe xwedî îrade, xwe bi rêve bibe û biparêze, dixwaze serwerî di destê wan de be.  Lê belê her çend hewl didin, bila bidin jî hem xelkê Şengalê hem jî hemû gelê Kurdistanê êdî rastiya PDK’ê û Barzaniyan baştir dizanin. Mixabin ku dîroka PDK’ê bûye xiyanet, teslîmiyet û qirêjî. Ti carî gel, welat û azadî nebûne derdê Barzaniyan. Tekane derdê wan berjewendiyên wan ên takekesî û malbatî ne. Ji bo van derdê xwe wê hemû nirxên xwe bifiroşin. Di seranserê dîrokê de her carê gel bi qirkirinê re rû bi rû hiştine û êşên mezin nîşanî gelê me dane. Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê jî kirin heman tişt kirin, xwe neavêtin talûkeyê û gel bi qirkirinê re rû bi rû hiştin. Îro jî Barzanî di dagirkeriya Başûrê Kurdistanê de alîgirên dewleta Tirk in. Dewleta Tirk a dagirker xwe dispêre Barzaniyan û Şengal jî di nav de dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike û qirkirinê pêk bîne. Dewleta Tirk bi dagirkirina Başûrê Kurdistanê armanc dike ku qirkirina DAÎŞ’ê nekarî li Şengalê pêk bîne, bi xwe bike.

Em careke din welatiyên ku di qirkirina Şengalê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û weke Tevgera Azadiyê ya Kurd diyar dikin ku em tim li cem gelê Şengalê ne. Hemû têkoşîna xelkê Şengalê ya ji bo jiyankirin û parastina bawerî, nasname, ziman û çanda xwe rast e û têkoşîneke rewa û demokratîk e. Di serî de dewleta Iraqê û her kesên ku dibêjin em li dijî qirker û qirkirinê ne divê piştevaniya têkoşîna xelkê Şengalê ya rewa û demokratîk bikin. Em careke din diyar dikin ku divê dewleta Iraqê îrade û daxwazên xelkê Şengalê yên rewa û demokratîk li ber çavan bigire û bi vî awayî çareseriya pirsgirêkê peyda bike. Tişta rast ew e ku li ser esasê diyalog û mafên demokratîk pirsgirêkên xelkê Şengalê bê çareserkirin. Hemû kesên xwedî nêzîkatiya demokratîk û mirovahî divê piştevaniya vê yekê bikin. Barzanî û dewleta Tirk hewl didin ku pirsgirêkên li Iraqê çareser nebin û berovajî wê pevçûn û şer kûrtir bibin. Armanca êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê jî ev e. Ji ber vê yekê di serî de dewleta Iraqê, hêzên siyasî yên Iraqê, rewşenbîrên Iraqê, civaka Iraqê û her kes divê li hemberî Barzaniyên ku dibin sedema îlheq û qirkirina û planên dewleta Tirk, bisekine.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê TEV-Çand Ewropa: Berxwedana Şengalê Derwêşên hemdemê diafirîne
Nûçeya Pişt re KONGRA GEL: Li hemberî xiyanet û dagirkeriyê em bibin yek deng
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nameyên ji CPT û Îmraliyê re hatine nivîsandin tên desteserkirin

Girtiyên li Girtîgeha Dûmlû ya Erzîromê ragihandin ku nameyên wan ên ji CPT û Îmraliyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Humsê gorên Xiristiyanan hatin wêrankirin

Komên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê gorên Xiristyanan ên li gundewarên Humsê wêran…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 25’Ê ÎLONA 2024’AN

Sernavên ji rojeva sereke ya Kurdistan û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Kongra Star sersaxî da malbata Berîvan Kûtlû sersaxî xwest

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ebdî: Pêvajoya aştiyê ya ku Rêber Apo da destpêkirin ji bo Rojhilata Navîn şensekî mezin e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Eren Keskîn: Ev cînayet e, raporên ATK’ê amûra polîtîkaya necezakirinê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YNK’ê li Hewlêrê heyeta DEM Partiyê pêşwazî kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?