Desteya Wezîran a Iraqê di civîna xwe ya îro de bi piraniya dengan qebûl kir ku hilbijartinên parlamenta Iraqê di 11’ê Mijdara 2025’an de pêk were.
Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê hefteyên derbasbûyî bi daxuyaniyekê ragihandibû ku wan dest bi amadekariyên hilbijartinê kirine û di dema diyarkirî de wê bêne kirin.