Endamên saziyên sivîl ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, Îmraliyê wekî muxatab nîşan dan û gotin: “Hikûmet êdî nikare çavên xwe ji pirsgirêkê bigire.”
Polîtîkayên îmhayê yên bi salan e li Kurdistanê tên meşandin didomînin. Dewlet li bajarên Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet ên pişaftinê dimeşîne. Desthilatdariya ku bi operasyonên qirkirina siyasî hewl dide çavên gelan bitisîne, bi tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû gelan dikişîne nava qeyranê. Desthilatdariya bi êrîş û zextan bersiv da daxwazên gelê Kurd ên wekî; “bila deriyên Îmraliyê bên vekirin, pirsgirêka Kurd çareser bibe.” Niha jî weke ku pirsgirêka Kurd tune be çavê xwe digire.
‘JI BO EM DI NAVA AŞTIYÊ DE BIJÎN ÇARESERÎ ŞERT E’
Endama Sendîkaya GENEL-Îşê Ayşe Guler diyar kir ku pirsgirêka Kurd bandorê li tevahiya gelê Kurd û tevahiya civakê dike û got: “Pirsgirêka Kurd a herî mezin asîmîlekirina ziman û çandê ye. Me bi Kurdî nizanîbû, me li dibistanê bi Tirkî perwerde didîtin û me ji perwerdeya ku digirt jî fêm nedikir. Berî ku ez hînî Tirkî bibim, dibistan hema hema qediya bû. Niha em hem bi zimanê xwe hem jî bi Tirkî dizanin. Em gazinan ji zanîna Tirkî nakin, her ziman bi qîmet e, lê zext û polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê me êrîşek li ser ziman û hebûna me ye. Em dixwazin li van xakan Kurdî bibe zimanê fermî. Em dixwazin Kurdî di siyaset, perwerde û tenduristiyê de bi awayekî fermî hebe. Jiyana gelê Kurd bi Kurdî ye. Em serê sibê bi Kurdî şiyar dibin û bi şev jî bi Kurdî radizên. Ji ber vê û bi dehan sedemên din em dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe. Divê pirsgirêka Kurd bi siyasetê were çareserkirin. Em jî wek gelên cîhanê dixwazin li axa xwe bi ziman û çanda xwe bijîn. Li van xakan ji bilî aştiyê tu rêyeke din tune ye.”
POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET
Endama DÎSK’ê Hanîfe Kardaş diyar kir ku muxatabê pirsgirêka Kurd Îmraliyê ye û got, “Divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Yên ku herî zêde hemû qeyranên li vî welatî dijîn û herî zêde di bin bandorê de dimînin jin in. Em weke jin dixwazin ev qeyran ji holê rabe. Weke jin em aştiyê dixwazin, çareseriyê dixwazin. Pirsgirêka Kurd tê wateya şer û aloziya li bajarên me. Bi polîtîkayên şerê taybet kolan û taxên me bê ewle dibin. Ciwanên me dikevin nav tiryak û fuhûşê. Hişmendiya faşîst li her qadê êrîşî gelê Kurd dike. Li dijî van êrîşan divê em ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd têbikoşin. Divê her kes berpirsiyariyê bigire ser milê xwe. Divê em bang li hikûmetê û partiyên din jî bikin ku di her warî de vê pirsgirêkê çareser bikin û ji bo çarreseriyê çi ji destê me bê em ê bikin. Divê ji bo siberoja gelê me û van xakan pirsgirêk bên çareserkirin. Navnîşana çareseriya pirsgirêkê diyar e.”