Di çarçoveya lêpirsîna ji ber sûcdariya ‘Destavêtina li zarok’ a ku 30’ê Çileya 2024’an ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hate destpêkirin, îfadeya zarok hate wergirtin. Zaroka mexdûr ji ber gef û zextan got, ew giliyê kiryar N.Ç. nake ku xizmê wê bû. Dadgehê jî îfadeya zarok a di bin zextê de dabû ji xwe re kir esas, biryar da ku mijarê neşopîne û berpirsyarê destavêtinê N.Ç. serbest berda.
Li ser vê yekê, zarokê di 4’ê Adarê de ji girtîgeha lê girtî nameyek ji Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê re şand û qala bûyerên bi serê wê de hatiye kir. Zarokê diyar kir ku di demên cuda de M.Ç. û M.S.O. jî dest avêtin wê. Li ser giliyê zarok îfadeyên N.Ç., M.Ç. û M.S.O. hatibin wergirtin jî dozgeriyê biryar da ku bêne berdan. Di 20’ê Gulana 2024’an de bi hinceta ku ‘delîlê têrker nîne’ biryar hate dayin ku berpirsyar neyên şopandin.
‘TECAWIZKAR NAYÊN DARIZANDIN’
Tecawizkar hatin berdan, lê belê zaroka ku ji mirina pitikê berpirsyar hate nîşandan 87 mehên girtî ye. Ji Platforma Jinê ya Şahmaran a Mêrdînê Gulîzar Îpek mijar ji ANF’ê re nirxand.
Gulîzar Îpek anî ziman ku zaroka mexdûr bûyerên bi serê wê ve hatin di nameyê de vegot, lê belê darizandineke bi bandor nehate meşandin, tecawizkar bi serbestî digerin û got, “Sîstem bi mehkemenekirina tecawizkaran, bi cezanekirina tecawizkaran û bi sûcdarkirina mexdûran re hewl dide civakê ji nû ve dîzayn bike. Zarokek ji ber destavêtina bi rêk û pêk ducanî ma û ji ber mirina pitikê jî berpirsyar hate nîşandan, lewma 7 meh in girtî tê hiştin. Dewlet berpirsyarên destavêtinê diparêze, lê mexdûrê ceza dike.”
Gulîzar Îpek anî ziman ku zaroka 16 salî 7 meh in ji bo xwe îfade bike hewl dide, lê belê dengê wê nayê bihîstin û got, tevî ku bûyerên bi serê wê ve hatine bi berfirehî vegotiye jî lêpirsîneke bi bandor nehatiye meşandin.
Gulîzar Îpek destnîşan kir ku di bûyerên destavêtin û destdirêjiya li jinê de dadgerî timî tecawizkaran diparêze, ev helwest ti carî nehatiye guhertin û destnîşan kir ku di dema desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê de zêdebûna bûyerên tundiya li jinê nîşan dide ku qirkirina jinê weke polîtîkayeke dewletê hatiye pejirandin.
‘REWAKIRINA DESTAVÊTINA LI KURDISTANÊ KONSEPTA ŞERÊ TAYBET E’
Gulîzar Îpek diyar kir ku bi rewakirina destavêtinê civak ji nû ve tê dîzaynkirin û destnîşan kir ku li gel polîtîkayên qirkirina jinê yên dewletê, divê destavêtin û destdirêjiya li Kurdistanê weke konsepteke şerê taybet bê nirxandin.
Gulîzar Îpek got, “Em qala polîtîkayeke welê din ku her cûre nebaşiyê tîne serê jinê. Sîstem bi mehkemenekirina tecawizkaran, bi cezanekirina tecawizkaran û bi sûcdarkirina mexdûran re hewl dide civakê ji nû ve dîzayn bike. Mînakên li Efganistan, Îran, Hindistanê em li Tirkiyeyê jî dibînin. Biryar bi zimanekî metirsîdar tê dayin, jin a ku destdirêjî lê tê kirin weke sûcdar tê nîşandan. Li gel vê yekê li Kurdistanê destavêtin û destdirêjî weke konsepteke şerê taybet tê teşwîqkirin, bi taybetî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve tê kirin. ji destavêtin û destdirêjiyê tê darizandin lê belê bi gotina ‘Ez mirovekî dilsozê dewletê me’ ji cezakirinê rizgar dibe. Dosya Îpek Er li holê ye. Di wê nameyê de nivîsandibû û gotibû ‘Bibin dengê min’. Pêvajoyeke welê bû ku dadgerî li pişta mêr jî dewletê jî sekinî bû. Vê zarokê jî di nameya xwe de nivîsand û goti ‘Kes bi min re eleqedar nabe, gelekî bi tenê me’. Nayê qebûlkirin ku me bûyerên bi serê wê de hatine ewqasî bi derengî fêhm kirin, kêmasiya me li holê ye. Ti jinên ku me destê xwe dirêjî wan nekiriye bi me re nîne. Dema ku tu xwe li kêleka wê nîşan bide ew ê bi te re biaxive, qalê bike. Em dibêjin, em ê civaka polîtîk exlaqî ava bikin. Em bi paradîgmayeke azadîparêziya jinê tevdigerin. Em dibêjin wê sedsala 21’ê bibe sedsala jinê; vaye ji bo pêşîgirtina li vê yekê şer hatiye destpêkirin; divê ev yek bê dîtin. Mêr jî ji ber ku dest ji rehetiya xwe bernadin, alîgirê baviksalariyê ne. Ji ber ku baviksalarî rehetiyê dide wan, wan ceza nake. Weke min got, armanca me afirandina civakeke polîtîk exlaqî ye. Bi salan hewl dan bi rengekî polîtîk têk bibin, lê belê nekarîn. Niha jî hewl didin ji aliyê exlaqa civakî ve têk bibe. Bi vê bûyerê re me careke din dît ku di têkoşîna jinê de nabe ku em valahiyê bihêlin.”
‘DIVÊ EM TAVILÊ WÊ JI GIRTÎGEHÊ DERXÎNIN’
Gulîzar Îpek ragihand ku weke saziyên jinan ên li Mêrdînê bi rengekî koordîneyî ew ê pêvajoyê bişopînin û got, weke gava destpêkê wê piştgiriya manewî û hiqûqî bidin zarok, ji bo zarok bê darizandin divê pêvajoya edlî bidin meşandin. Gulîzar Îpek diyar kir ku ji bo piştgiriyê bide zaroka girtî weke Platforma Jinê ya Şahmaran wê dest bi kampanya nameyan bike û got, “Ewqas bûyer bi serê wê ve hatiye lê belê haya kesî jê çênebûye. Divê piştgiriya hiqûqî û psîkolojîk tavilê ji vê zarokê re bê dayin. Divê tavilê ji girtîgehê bê derxistin. Tevî ku 7 meh in girtî ye hîn jî dema dadgehê nediyar e. Em ê hewl bidin zextê bikin. Ji bo pêvajoya darizandinê bi lez pêk were em ê raya giştî ava bikin. Em ê vê bûyerê bişopînin, zarok biparêzin. Ji bo vê jî çi pêwîst be em ê bikin. Ji bo me ya girîng zarok e. Ji ber ku pitika wê ji dayik kir ne sax bû, bi sûcê ukştinê tê darizandin, lê belê bûyerên bi serê wê ve hatine girîng e. Berpirsyar hîn bi serbestî digerin. Em vê yekê qebûl nakin û em ê qebûl nekin. Zarok niha xwe gelekî bi tenê dibîne. Weke platform me biryar da ku nameyan jê re bişînin. Em ê bi sedan nameyan jê re bişînin û jê re bibêjin ku pê re ne. Weke saziyên vî bajarî em ê şopdarê vê dozê bin. Em ê li ser biaxivin bê dikarin çi bikin. TJA jî wê plansaziyekê amade bike. Em ê bi hev re tevbigerin û ji bo vê jî di demeke kurt de bikevin nava hewldanan.”