Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de, ya derbarê angaştên mudaxelekirina vîna delegeyan a di Kongreya Asayî ya 38’emîn a Partiya Gel a Komarî (CHP) de, 13 kesên ku hatibûn desteser kirin birin Dadweriya Stenbolê ya li Çaglayanê. Piştî îfadeyên dozgeriyê, ji van kesan 11 bi daxwaza girtinê veguhastin dadgehê û ji bo 2 kesan jî bi şertê “derveneketina ji malê” daxwaza kontrola dadî hat kirin.
Dadgeha Cezayê Silhê ya Nobedar biryara girtina 9 kesan da û 4 kes jî bi şertê kontrola dadî hatin berdan.

