Dewleta Tirk a dagirker vê sibehê gundên Hedriyat û Fatsa yên rojhilatê bajarê Eyn Îsayê bi obîsan topbaran kirin. Di encama topbaranê de zirar gihişt xetên ceyranê didin stasyona ava vexwarinê ya Hîşe ya di gundê Hedriyat re derbas bibe.
Di encamê de stasyona Hîşe ku avê dide 50 gundên bajarokê Hîşeyê, ji xizmetê derket.
Saziyên têkildar dest bi sererastkirina xeta ceyranê dide sastasyonê kiriye.