Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji bajarê Efrînê ragihandine, çeteyên artêşa Tirk a girêdayî “artêşa millî ya Sûriyeyê” şêniyê bi navê Delîl Hisên Hecî (34) yê ji gundê Baflûr ê bajarê Cindirêsê û Cemal Heyan (35) ê ji bajarê Himsê li benda kontrolê ya gundê Qestêl Cindo a bajarê Şerayê revandin.
Hat ragihandin ku ev kesên ji Tirkiyeyê hatine dersînorkirin, dema ku xwestin bi rêya Bab El Selame yê li Ezazê biçin Efrînê, hatin revandin.