Cezayên darvekirinê yên li gorî zagonên cezayên berê hatine dayin, li gorî hin biryarên qanûnî hatin nûjenkirin. Di encama vê de bi cezayê mubeta giran re, di çarçoveya xala 302’yan ji zagona ”3713” û zagona ”5237’an de, girtiyê cezayê muebeta giran lê hatiye birîn wê heta dawiya emrê xwe di girtîgehê de bimîne. Lê hin caran li gorî biryarên qanûnî û li gorî rewşa girtiyan “Mafê hêviyê” jê re tê dayîn. Her wiha ev mafê hêviyê ji bo girtiyên ku temenê wan 70 saliyê derbas bûye û yên ku zêdetirî 20 salan di girtîgehê de mane tê pêkanîn.
DEM JI BO MAFÊ HÊVIYÊ HEYE GELO?
Lê belê divê ev dem ewqas dirêj nebin ku “Mafê hêviyê” yê girtiyan ji holê rake. Gelek caran ev mafê hêviyê li gorî zagonên dewletan ango welatan tên guhertin. Mînak Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), di biryara xwe ya Vinter/Qraltiyên Yekbûyî de qala 25 salan dike. Her wiha dadgeh di vê biryarê de dibînin ku herî dereng divê piştî 25 salan bi awayekî pratîkî mafê hêvîyê pêk were.
LI TIRKIYEYÊ MAFÊ HÊVIYÊ
Madeya 16/4 a Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê, xala 47’emîn ji zagona ”3713’yan a Qanûna Cezayê ya Tirk a madeya 5237, Madeya 25’emîn û 107/16’emîn a Qanûna Têkildarî Pêkanîna Cezayî û Tedbîrên Ewlehiyê ya madeya 5275’an ferz dikin ku cezayên li jor hatine vegotin li kêleka cezayên herî li ser wan girtîyan bê navber û heta mirinê didomin.
Li gorî zagonên navneteweyî û xala 3’yan a peymana DMME’yê ev maf li zindanên Tirkiyeyê cih nagirin û nayên pêkanîn. Her wiha yê ku heta niha mafên Rêber Abdullah Ocalan binpê dike, nebûna mafê hêviyê ya li zindanên Tirkiyeyê ye û bi van gavan Tirkiye li dijî xala 3’yan a peymana DMME’yê derdikeve.
DMME TÊKILDARÎ MAFÊ HÊVOYÊ JI BO RÊBER APO ÇAWA BIRYAR DA
Di 15’ê Sibata 1999’an de Rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî li Naîrobiyê hate dîlgirtin, her wiha piştre bi rêya îstixbaratên navdewletî derbasî Girava Îmraliyê kirin. Di 31’ê Gulana 1999’an de dadgeha Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir. Di wir de di 29’ê Hezîrana 1999’an de biryara cezayê darvekirinê li Rêber Abdullah Ocalan hate birîn, di wê demê de li hemû bajarên Kurdistanê û li seraserê cîhanê gelê Kurd û dostên wan çalakî û serhildanên gel ên girseyî lidar xistin. Ev zexta gel û îradeya Rêber Abdullah Ocalan hişt ku DMME biryara darvekirinê betal bibe û biryara cezayê muebeta heta hetayê li Rêber Apo hate birîn.
DIVÊ DEWLETA TIRK MAFÊ HÊVIYÊ ÇAWA PÊK BÎNE
Li gorî van agahiyên ku me li jor dan, pêwîst e derheqê hemû girtiyan de mafê hêviyê hebe. Ji ber mafê hemû girtiyan heye ku piştî 25 salan azad bibin.
Divê mekanîzmayeke ku cezayê zindanê yê muebed û girankirî li gorî standartên peymanên navdewletî vedibêjin ev biryar bikevin meriyetê û ev rêgez esas bên girtin;
– Ji bo girtî bikare daxwaza ku cezayê wî/wê careke din li ber çavan derbas bike, divê dema girtina wî ji 25 salan zêdetir nebe,
– Di dema nirxandinê de hewce ye guherîn û geşedanên balkêş ên têkildarî jiyana girtî, di nirxandinê de li ber çavan bên girtin. Bi pêkanîna cezayê ji bo rehabîlîtasyonê ye û divê li ber çavan were girtin bê ka domandina vî cezayî rewa ye an na,
– Hewce ye ev nirxandin bi awayekî objektîf û li gorî qeydên ji berê ve hatine diyarkirin bê kirin,
– Divê sererastkirinên têkildarî esasên ku wê di nirxandinê de li ber çavan bên girtin, gelek zelal û eşkere bin,
– Ji bo girtî temînatên prosedûrî yên têkildarî pêvajoyê bên dayîn,
– Girtî divê têkildarî pêvajoyê bê agahdakirin,
– Heke piştî nirxandina yekemîn biryara redkirinê were dayin, divê bi awayekî piratîkî li ber çavan were derbaskirin û ev pêvajo bidome,
– Hewce ye venêrîna darazî ya biryara ji hêla mekanîzmayê ve hatiye dayin pêkan be û mafê xwegihandina vê rêyê bidin girtiyan.
GELO ÇIMA DEWLETA TIRK MAFÊ HÊVIYÊ JI BO RÊBER APO PÊK NAÎNE
Dewleta Tirk a dagirker ji ber ku naxwaze Rêber Abdullah Ocalan azad bibe, li dijî hemû qanûnên mafên mirovan derdikeve. Her kes dizane ku mafê hêviyê ji bo Rêber Apo derdikeve. Ji ber ku Rêber Apo ev 27 sal in li Zindana Îmraliyê tê rehîngirtin. Di heman demê de temenê Rêber Apo gihiştiye 78 saliyê, ev jî li gorî mafên mirovan sûcekî mezin e û li gorî zagonên navneteweyî yên têkildarî mafê hêviyê, divê ev maf li ser Rêber Apo were pêkanîn.
LI GORÎ DMME’YÊ
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dibêje ku mafê hêviyê mafekî bingehîn e û divê girtî ji vî mafî bê par nemînin.
-Her mirov, sûcekî çi qasî giran kiribe jî, xwediyê mafê guhertinê ye,
-Divê hêviya azadiyê ji wan neyê standin,
-Nehiştina vî mafî weke êşkenceyê tê dîtin.
Di pratîkê de tê çi wateyê?
Mafê hêviyê, ji bo kesên ku cezayê girtîgeha heta hetayê lê hatî birîn û ji mafê azadiya rewa bê par in, rêbazeka hiqûqî ye. Li gorî vê:
-Piştî 25 salan rewşa girtiyan tê nirxandin,
-Komîsyonên taybet vê nirxandinê dikin,
-Derfeta azadiya rawa tê dayîn.
REWŞA LI TIRKIYEYÊ
Li Tirkiyeyê:
-Heta sala 2002’yan qanûnên ku mafê hêviyê pêk tînin tune bûn,
-Di 2002’yan de cezayê darvekirinê hat rakirin,
-Li şûna wê cezayê girtîgeha heta hetayê ya girankirî hat danîn,
-Niha girtiyên ku bi sûcên terorê hatine cezakirin ji vî mafî bê par in.
BIRIYARÊN DMME’YÊ YÊN LI SER TIRKIYEYÊ
DMME’yê derbarê Abdullah Ocalan de biryar daye ku:
-Girtina bêyî hêviya azadiyê ya heta dawiya jiyanê li dijî mafên mirovan e,
-Ev yek binpêkirina xala 3’yan a peymana mafên mirovan e,
-Tirkiye van biryaran pêk naîne.