Sêşem, 17 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Karayilan: Gava destpêkê ya divê bê avêtin vekirina deriyên Îmraliyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Zarokên xizan li derveyî sîstemê têne hiştin û weke hêza erzan a kar têne xebitandin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Ji bo çareseriya demokratîk divê dewlet êdî gavên wêrek biavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Adsoy ê ku piştî tehliye bû jiyana xwe ji dest da hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG: Şehîdên Merîwanê bûn rêberê siberoja azad

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî ku hate berdan bi 2 salan jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dostaniya gerîla û pezkoviyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hatîce Yakişir a 76 salî: Bila êdî aştî bê vî welatî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Divê ji bo mirinên karkeran li Îlamê lêpirsînek zelal were kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ala Talabanî: Civîna parlamentê nikare îradeya gel temsîl bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Arjantînê di 10 mehan de zêdetirî 240 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA deklerasyona 25’ê Mijdarê eşkere kir: Em ê têkoşîna jinan derxînin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Lûtkeya Kopenhagê de ji bo mafên jinan banga çalakiya kûrewî hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a Jiyan wê li Londonê çalakiyên 25’ê Mijdarê li dar bixe 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê banga azadiya girtiyên jin hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava çalakî û bernameyên 25’ê Mijdarê berdewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Dewleta Tirk ti gav ji bo mafê hêviyê ne avêtiye’
Rojava

‘Dewleta Tirk ti gav ji bo mafê hêviyê ne avêtiye’

Mihemed El Neîmî diyar kir ku girtina Rêber Apo li gor zagonên hiqûqî û mirovî sûcek e û got: “Dewleta Tirk ti gav ji bo mafê hêviyê yê azadiya Rêber Apo ne avêtiye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Endamê Yekîtiya Parêzeran a Kantona Cizîrê û Hevserokê Înîsiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan Mihemed El Neîmî têkildarî tecrîda li Îmraliyê û mafê hêviyê ji ANF’ê re axivî.

Mihemed Elî Neîmî di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Mafê hêviyê mafek herî rewa ye di zagonên hiqûqî yên navdewletî. Bi taybetî li gor pîvana mafê mirovan ya Ewropayê ya ku di sala 1950’î de di xala wê ya 3 de tê gotin, nabe kes were êşkencekirin û mafê hêviyê mafekî herî sereke ye ji bo her mirovekî. Lê belê dewleta Tirk a ku qaşo tevahî zagonên hiqûqî pêk tîne, ew bi xwe li dijî van zagonan derdikeve û mafê hêviyê li ser Rêbre Abdullah Ocalan qut kiriye.”

Mihemed El Neîmî got, “Dema ku Rêber Apo derket bi armanca ku gelekî ji qirkirinê xilas bike û rêya rast nîşanî her kesî bide dest bi têkoşînê kir. Lê belê ev yek li dijminan xweş nehat û hemî bipêkirinên mafê mirovan li ser Rêber Abdullah Ocalan bi kar anîn. Her wiha ez dikarim bêjim ku revandina Rêber Apo sûcek herî mezin bû di zagonên mafê mirovan de. Li beramberî vê yekê jî hemû mafê Rêber Abdullah Ocalan hatin binpêkirin û tecrîdek giran li ser Rêber Apo hat ferz kirin.”

Mihemed El Neîmî di nav axaftina xwe de destnîşan kir ku “Ji bo ku dewleta Tirk xwe li hember van kiryarên qirêj sûcdar dernexe, cezayên disiplînî li ser Rêber Abdullah Ocalan pêk anî. Di nav zagonên hiqûqî yên dewleta Tirk bi xwe dibêjin dema kesê girtî 23 salên wî deqede, mafê hêviyê jê re tê xurtkirin. Lê belê vê yekê pêk nayîne û ev 26 salên Rêber Apo di zindanê de ye lê belê dewleta Tirk ti gav ji bo mafê hêviyê ne avêtiye.” 

Mihemed El Neîmî di dewama axaftina xwe de diyar kir ku Rêber Apo xwedî maf e ku azad bibe û di nav gelê xwe de jiyana xwe bidomîne û wiha pêde çû: “Rêber Apo bi temenê xwe gihiştiye 76 salî û ev yek li gor zagonên navneteweyî pêwîste azad bibe. Dewleta Tirk bi van kiryarên qirêj barê xwe giran dike ji ber ku mafê Rêber Apo ya azadiyê heye. Pêwîste dewleta Tirk xwe sererast bike û li gor zagonên navnetwî tevbigere.” 

Mihemed El Neîmî anî ziman ku gelê Kurd bi xwe di gelek êş û azaran re derbas bûn, gelê Kurd ne li dijî ti kesî ne û şerê kesekî nakin, lê belê dewleta Tirk ev kîn xistiye dilê xwe û bi her awayî dixwaze wan tune bike û got: “Di kesayetê Rêber Apo de dixwaze gelê Kurd têk bibe. Ji ber dizane Rêber Apo ronahiya gelê Kurd e. Di hema demê de yek ji sûcên ku kirine qutkirna pêwendiya bi Rêber Apo re. Ev yek di zagonên mafê mirovan de nayê qebûl kirin ji ber ku kesê girtî mafê wî heye ku bi malbat û parêzerê xwe re pêwendîdar be. Bi taybet li gor xala 7 ya pergala Roma di sala 1998‘an dibe sûcek li dijî mafê mirovan û pêwîste kesê bi vî sucî rabûyî were ceza kirin. Ji ber vê yekê jî kesê ku Rêber Apo êşkence dike û mafê Rêber Apo binpê dike, pêwîste di dadgehên navdewletî de werin ceza kirin.”

Mihemed El Neîmî got ku divê ev komîteyên girêdayî mafê mirovan bi erka xwe rabin û sûcên ku dewleta Tirk dike belge bikin û bi vî rengî dewam kir, “Her tim liv û tevgera me dewam e, lê belê tevgera van komîteyên mafê mirovan jî girîng e. Pêwste ev komîte hemû sûcên dewleta Tirk derxînin da ku Rêber Apo azad bibe.”

Mihemed El Neîmî diyar kir ku Rêber Apo bi peyamekê cîhan hemû xist nav tevgerê, ji ber ku Rêber Apo rêberê mirovahiyê ye û got: “Rêber Apo di peyama xwe de anî ziman ku ew daxwaza civakek demokrasî û aştî dike. Bi vê peyamê dewletên cîhanî pêwîste bi erka xwe rabin û mafê hêviyê xurt bikin da ku Rêber Abdullha Ocalan azad bibe. Mafê hêviyê ji mafê Rêber Apo yê esasî ye. Ez wek parêzerekî xwedî edalet dibêjin ku ti sucê Rêber Apo tune ne ji ber Rêber Apo daxwaza aştiyê kiriye ne daxwaza şer kiriye.”

Mihemed  El Neîmî hêviya xwe wiha anî ziman û got: “Bila êdî CPT bi erka xwe ya mirovî rabe û Rêber Apo azad bibe. Di her zagonên hiqûqî û mirovî de girtina Rêber Apo sûceke lê belê kes ji van rêxistinên mafê mirovan dengê xwe nakin. Lê em ji van rêxistinan re dibêjin ku êdî ji bêmafiya di derheqê Rêber Apo de tê kirin bes e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KONGRA-GEL: 4’ê Nîsanê roja jinûve bûyîna gelê Kurd e
Nûçeya Pişt re Ciwanên ber bi Amarayê ve dimeşin: Em ber bi azadiya xwe ve dimeşin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dîmenê xisara li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku çete 3 roj in êrişeke giran dibin ser, dîmenê…

Ji aliyê Stêrk TV

YJA Star şehîdên ku bûne deng û çalakiya azadiyê bi rêzdarî bi bîr anî

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê gerîllayên ku di dem û bajarên cuda ên Kurdistanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Belçîkayê servîsa dibistanê li trenê ket: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li bajarokê Buggenhout ê li Frandre ya li Belçîkayê servîseke dibistanê li trenê ket û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Heresta gorek komî hat dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Der barê fakulteyên Zanîngeha Rojava de biryarên nû hatin girtin 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Meşa ji bo Kurdî: Bê ziman jiyan nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Zanîngeha Rojava serdegirtina leşkerî şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?