Hevşaredarên jin ên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) xebatên xwe yên di çarçoveya kampanyaya “Gotina me neqediyaye, em ê bi hev re tundiyê rawestînin” de kirin eşkere kirin. Bi daxuyaniyê re wê starta xebatên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jî hate dayin. Daxuyanî li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat dayin û tevî hevşaredarên jin, gelek jin jî tev li bûn.
Beriya daxuyaniyê têkildarî xebatên hatine kirin sînevîzyonek hate pêşandan. Kurdiya daxuyaniyê ji hêla Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ve ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin û ya bi tirkî jî ji hêla Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Rêgeza herî bingehîn a demokrasiya xwecihî ew e ku îradeya gel di mekanîzmayên rêveberiyê de bênavber û bi awayekî azad derkeve holê. Lê mixabin pêkanînên qeyûman ên ku bi salan e tên meşandin, rêya rêveberiyên xwecihî ku ji pêdiviyên gel re bibe bersiv girtine û pêkanîna polîtîkayên şaredariyan ên civakî, aborî û wekheviya zayendî asteng kirine.
Qeyûm polîtîkayên civakî yên ku li gorî daxwazên gel ji aliyê şaredariyan ve dihatin meşandin an betal kirin an jî bêbandor hiştin. Xebatên wekî Navendên Piştevaniya Jinan, Stargehên Jinan û Xeta Tundiyê ya Telefonê ku di têkoşîna li dijî cihêkarî û tundiyê de xwedî girîngiyeke mezin in, ji aliyê qeyûman ve hatin betalkirin û jinên ku li van qadan dixebitîn jî, ji kar hatin avêtin. Ev rewş bûye sedem ku jinên ku rastî tundiyê tên û jinên ku pêdiviya wan bi alîkaroya rêveberiyên xwecihî heye, bên îzolekirin. Van polîtîkayan jin xistine bin metirsiyê û ji ber vê yekê, jin ji mafên xwe yên herî bingehîn bêpar mane.
Bi desteserkirinên qeyûman, ne tenê xizmetên heyî ji holê hatin rakirin, di heman demê de rê li ber afirandina xizmetên nû jî hat girtin. Hema hema hemû derfetên ku şaredarî bikaribin projeyên ku wekheviya zayendî û mafên jinan xurt dikin pêş bixin ji holê hatin rakirin, navendên hevgirtinê yên jinan hatin pasîfîzekirin, yekîneyên wekheviya zayendî yên li şaredariyan hatin girtin û hewldanên li dijî tundiyê ji holê hatin rakirin. Lê tevî van hemû astengiyan jî piştî ku rêveberiyên xwecihî car din bi îradeya gel re civiyan, me bi lez û bez dest bi xebatên xwe kir.
Di 13’ê Mijdara 2024’an de, me weke Polîtîkayên Jinan ên Şaredariyên Partiya DEM’ê kampanyaya ‘Gotina me neqediyaye, em ê bi hev re tundiyê rawestînin’ da destpêkirin. Armanca me ya vê kampanyayê ew bû ku em bi xebatên xwe yên di warê wekheviya zayendî de, hevgirtina jinan ji nû ve xurt bikin û li dijî tundiya li ser jinan têbikoşin. Di vê çarçoveyê de me xwe gihand zêdetirî 15 hezar jinan. Me tax bi tax, gund bi gund çalakiyên berfireh ên hişyarkirinê li dar xistin. Me bi vekirina navendên pişgiriya jinan, stargeh û xetên tundiyê yên telefonê mekanîzmayên têkoşînê xurt kirin. Me li hemû bajar û navçeyan li ser mafên jinan, wekheviya zayendî û têkoşîna li dijî tundiyê xebatên perwerdeyê li dar xistin. Weke şaredariyên DEM Partiyê me bi kampanyayên medyaya civakî, bîlboard û medyaya herêmî xebatên li ser hişmendiya civakî pêk anîn.
Xebatên ku ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û bilindkirina hişmendiya civakî, bi kampanyaya ‘Gotina me neqediyaye, em ê bi hev re tundiyê rawestînin’ hatin meşandin Vê kampanyayê hevgirtina jinan xurttir û berfireh kir.
Di vê rapora ku em ê bi we û raya giştî re parve bikin de, xebatên ku me di sê mehên destpêka kampanyayê de kirin hatine nirxand, û gavên ku me ji bo dema pêş plan kirine hatin e nîqaşkirin.
Di vê çarçoveyê de, xebatên şaredariyan yên ku di 3 mehan de, di warê polîtîkayên jinan de hatim e meşandin wiha ne:
* Li tax, gund, bajarok û saziyên girêdayî şaredariyê, li ser ‘Mekanîzmayên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, zagona bi hejmara 6284’an, wekheviya zayendî, hişmendiya qada ragihandina bê-tundî, têkoşîna li dijî rêziknameya tundiya dijîtal’ xebat hatin kirin.
* Li tax, gund, bajarok û saziyên girêdayî şaredariyê ‘Atolyeyên Xweparastinê’ hatin lidarxistin.
* Li dijî tundiya li ser jinan panela têkoşîna hiqûqî û siyasî hat lidarxistin.
* Ji bo hişyarkirina rêbazên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, li tax, sûk, navendên danûstendinê û gundan lêkolînên qadê hatin kirin û broşur hatin belavkirin.
* Li ser afîş, bîlboard û platformên medyaya civakî ji bo hişyariyê vîdeo hatin çêkirin.
* Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û şaredariyên navçeyan, ‘Belgeya Helwesta Li dijî Tundiyê’ îmze kirin.
Navendên jinan, navendên hevgirtinê, navendên jiyanê yên jinan, navendên bêhnvedanê yên jinan û stargehên jinan hatin vekirin.
Armanca van saziyan; xurtkirina têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, beşdarkirina jinan ya jiyana civakî û siyasî, xurtkirina têkiliyên di navbera van jinan û rêveberiyên herêmî de, pêşxistina polîtîka û projeyên ji bo tesbîtkirin û çareserkirina pirsgirêkên jinan e.
Me wek qada polîtîkayên jinan a şaredariyên DEM Partiyê ne tenê saziyên ku wek bîra xebatên jinan dihatin zanîn ji nû ve vekirin, her wiha di vê serdemê de me qadên nû yên têkoşînê jî ava kirin.
Di vê çarçoveyê de;
* Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Navenda Lêkolîn û Sepanê ya Pirsgirêkên Jinan a Amedê (DÎKASUM) ji nû ve vekir.
* Navenda Piştgiriya Jinan a Peyasê û Pirtûkxaneya Xebatên Jinan a Peyasê hatin vekirin.
* Pirtûkxane û Navenda Lêkolînê ya Xebatên Jinan a Wanê û Pirtûkxaneya Jinan a Avjenê hatin vekirin.
* Navenda Piştevaniya Jinan a Çil Kezî, Navenda Jiyan û Piştevaniya Jinan a Sînemxan, Navenda Piştevaniya Jinan a Wêranşarê, Navenda Piştevaniya Jinan a Tetwanê, Navenda Piştevaniya Jinan a Agiriyê, Navenda Piştevaniya Jinan a Dayika Mekiye hatin vekirin.
* Li navçeyên Wanê di çarçoveya kampanyayê de Navenda Jiyanê ya Jinan a Amargiyê, Navenda Jiyanê ya Jinan a Şamîranê, Navenda Jiyanê ya Jinan a Hebûnê, Navenda Jiyanê ya Jinan a Seravê û 11 Malên Bêhnvedanê yên Jinan hatin vekirin.
* Xeta Piştgiriya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat vekirin.
Polîtîkayên Jinan yên girêdayî Şaredariyên DEM Partiyê tevî tayînkirina qeyûman jî, bi paradîgmaya rêveberiyên herêmî yên demokratîk, ekolojîk û azadîxwziya jinê xebatên xwe bi têkoşîneke mezin û bi biryar didomînin û hêza xwe ji têkoşîna jinan û îradeya kolektîf a bi vê têkoşînê hatiye afirandin digirin. Di 3 mehên destpêkê yên kampanyaya ‘Gotina me neqediyaye, em ê bi hev re tundiyê rawestînin’ de li erdnîgariyeke berfireh a ji Wanê heta Amedê, ji Agirî heta Bedlîsê xebat hatin kirin û me xwe gihand zêdetirî 15 hezar jinan.
Ji bo ku em bidestkeftiyên xwe yên ku di warê wekheviya zayendî û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de hatine bidestxistin ji nû ve bidest bixin, xurtir bikin û yekitiya jinan ji nû ve ava bikin, me gavên girîng avêtin. Xebatên hişyariyê, panelên têkoşîna hiqûqî û siyasî, atolyeyên xweparastinê û lêkolînên qadê yên di dema sê mehan de li tax, gund, bajarok û saziyên girêdayî şaredariyan hatin kirin, destnîşan dikin ku têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bi awayekî berfireh û piralî tê meşandin. Bi belavkirina broşur, kampanyayên medyaya civakî û xebatên daxuyakirinê re hişyarî hat bilindkirin û girîngiya mekanîzmayên hevgirtina jinan hat kirpandin.
Ev gavên ku di sê mehên ewil yên kampanyayê de hatin avêtin, ji bo xebatên ku di siberojê de dê bên kirin jî bingeheke girîng ava dike. Têkoşîn bi armanca zêdekirina hişmendiya civakî, misogerkirina hêza jinan a aborî, civakî û siyasî û pêkanîna wekheviya zayendî ya di rêveberiyên herêmî de, bi biryardarî didome. Di pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan û têkoşîna wekheviya zayendî de, berpirsyariyeke mezin a şaredariyan heye. Em ê bi şîara ‘Gotina me neqediyaye’ têkoşîna xwe bidomînin.
Têkoşîna jinan a ku bi pêkanînên qeyûman hatibû qutkirin, niha li her kolan, her tax û her saziyê dîsa geş dibe. Ev tora hevgirtinê ya ku bi hev ve hatiye girêdan dê dengê jinan di rêveberiyên xwecihî de bilindtir bike, berxwedana kolektîf mezintir bike û ji bo avakirina jiyaneke bê tundî bingeheke xurt ava bike.
Bi hêza ku em ji têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan, hevgirtin û biryardariya jinan digirin, em ê bi hev re jiyana demokratîk, ekolojîk û azad ava bikin. Ji ber ku em dizanin ku têkoşîna birêxistinbûyî ya jinan temînata herî xurt a veguherîn û rizgariya civakî ye. Bi hêza ku em ji vê kampanyayê digirin, em starta çalakiyên ‘8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê’ didin.
Em ê wek rêveberiyên xwecihî polîtîkayên xwe yên jinan, bi awayekî berfirehtir bidomînin. Em ê bi xwedîderketina li mîrateya têkoşîna jinan a bi hezaran salî, li dijî newekhevî, zayendperestî û qirkirina jinan ya ku ji aliyê desthilatdariya mêrperest ve hatiye afirandin, di 8’ê Adarê de dîsa li qada bin. Em ê bi raperîn û meşa xwe ya azadiyê têkoşîna xwe berfireh bikin, 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz dikin. Raperîna me li dijî qirkirina jinê ye. Meşa me ber bi azadiyê ve ye. Bijî 8’ê Adarê!”