Mirovên zanyar di atmosfera cîhanê de madeyek zêde bi reaktîf a nû ku dikare gefê ji tendûrûstiya mirov û germaniya avhewayê re çêbike, tespît kirin.
Lêkolînvanên ji Zankoya Kopenhagê nîşan kirin ku trîoksîn -libikên kîmyewî yên xwedî sê atomên oksîjenê yên girîdayî hev- di bin şert û mercên atmosferîk de çêdibin.
Trîoksît, ji peroksîtên ku xwedî du atomên oksîjenê yên girêdayî hev, jî reaktîftir in. Ev jî wana têra xwe reaktîf û gelek caran jî şewatker dike û tîne rewşek teqemeniyê.
Tê zanîn ku peroksîtên me li hewayê dorpêç dikin hene û dihat payîn ku trîoksît jî li atmosferê hene, lê heya niha bi zelalî nehatiye îspatkirin.
Ji Beşa Kîmyayê ji Zankoya Kopenhagê Profesor Henrîk Grum wiha got: “Niha tişta me biserxistî ev e. Cûreyên yekbûyiyên ku me keşif kirî, di çêkera xwe de hemanê wê nîne. Ji ber ku zêde bi oksîtin jî îhtimalek mezin wê bandorên ku me hîna dernexistî holê, bîne.”
Trîoksîtên spesîfîk ku nû tespît kirine -wekî hîdrotrîoksît (ROOOH) tên binavkirin- bi temamî refek nû ya yekbûyiyên kîmyewî ye.
Hîdrotrîoksît di nava du cûreyên radîkal de (Herî kêm elektronek ku ne hatî beramberkirin molekulan digirin nav xwe) di reaksiyonê de tê çêkirin.
Di ceribandinên ku tûpê jetek azad bikartînin de, lêkolînvanan nîşan kirin ku hîdrotrîoksît di dema îzopren û dîmet sulfît jî di nav de cûdabûna gelek madeyên atmosferîk ku tên zanîn û belavkirin, de çêdibe.
Îzopren yek ji yekbûyiyên organîk e ku herî zêde di atmosferê de belav dibe. Ji aliyê gelek lawir û şînatiyan ve tê hilberandin û polîmerên wê yekbûyiya sereke ya kaûçûka xwezayî ye.
Kar nîşan dide ku hemû îzoprenên hatî belavkirin nêzî ji sedan yek vedigere hîdroksîtan.
Lê lêkolînvanan texmîn dikin ku hema bêje hemû yekbûyiyên kîmyewî di atmosferê de hîdroksîtan çêdikin û temenê wan ji kêliyan heya saetan dikare bê guhertin.
Ev wana tîne rewşek bibiryar ku bikarin bi gelek yekbûyiyên din yên atmosferîk re bikevin reaksiyonê.