Meclisa Gel a bajaroka Girbawiyê ya Qamişloyê, ji bo piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di bin sîwana Hêzên Parastina Cewherî (HPC) de avakirina 3 tabûrên din bi daxuyaniyekê ragihand.
Daxuyanî ji aliyê endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Edla Mecîd ve li pêşiya navenda Meclisa Gel a bajarokê Girbawiyê hat xwendin.
Di daxuyaniyê de bal li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hat kişandin û hat diyarkirin ku çi dibe bila bibe ew ê bi pêşengiya berxwedana QSD, YPG û YPJ’ê heya dawiyê destkeftiyên şoreşê biparêzin.
Di daxuyaniyê de berxwedana QSD, YPG û YPJ’ê ya li bendava Tişrînê hat silavkirin û hat destnîşankirin ku ew ê di çarçoveya beşdariya seferberiyê de li kêleka berxwedana QSD, YPG û YPJ’ê bisekinin.
Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye; “Bi dirûşmeya li her gundekî, kolanekî, taxekî û bajarekî em ê xwe rêxistin bikin, destketiyên şoreşê bighînin serketina jiyaneke demokratîk. Em avakirina 3 tabûrên di bin sîwana HPC’ê de radighînin û diyar dikin ku her tim em ê xwe li ser esasê parastina cewherî biparêzin û dagirkeriyê têk bibin.”