Duşem, 21 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Cenazeyên du şehîdan hatin wergirtin û ber bi Kanîreşê ve hatin birin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Supayê Pasdaran gef li dikandarên Kurd dixwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Burhan Kaya yê piştî 31 salan hate berdan li ber girtîgehê hate pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Divê daxwaza malbatên erdhejzedeyê bê bihîstin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nasnameya 2 şehîdên li Kilyosê piştî 9 salan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Buroya Hiqûqê ya Sedsalê nerazîbûn nîşanî manîpulasyonan da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo fermandara gerîla Dîlan Şirnex taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xêrî Elî: Em ê hesab ji kesên ku destwerdan li gorên komî kirine bipirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê fermandar Bêrîtan Çelê bi hurmet bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Şehîd Dîlan Şirnex hate veşartin: Bi evînekî mezin têkoşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gora komî ya li mezargeha Şerfedîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salvegera damezrandina PYD’ê li Silêmaniyeyê hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê darvekirinê ji bo xwendekara zanîngehê Necme Emînî hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê jinek hate qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zekiye Dêrazor: Min li çiyayên Kurdistanê wêrekiya xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Gelê Rojavayê bi daxwaza perwerdeya bi zimanê zikmakî çalakî li dar xistin
Rojava

Gelê Rojavayê bi daxwaza perwerdeya bi zimanê zikmakî çalakî li dar xistin

Li Kobanê û Qamişloyê bi daxwaza statuya fermî bidin zimanê Kurdî çalakî li dar xistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Îlon 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Akademiya Lêkolînên Perwerdehiyê ya Qamişlo li ber avahiya UNHCR`ê ya li bajêr, bi amadebûna bi dehan xwendekar û endamên akademiyê, daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji hêla endamê akademiyê Mehdî Huseyîn ve hate xwendin, ku destnîşan kir ku zimanê Kurdî ne tenê amûrek ragihandinê ye, lê stûnek bingehîn a nasnameya çandî û hebûna neteweyî ya gelê Kurd li Sûriyeyê ye.

Akademiyê daxwaza naskirina destûrî ya zimanê Kurdî wekî zimanekî fermî li Sûriyeyê, li kêleka zimanê Erebî kir, har wiha daxwaz kir ku zimanê Kurdî di qada giştî û saziyên fermî û perwerdeyê de, li gorî prensîbên hemwelatîbûna wekhev û pirrengiyê were bikaranîn.

Her wiha daxwaza pejirandina zimanê Kurdî wekî zimanekî sereke yê perwerdyê li deverên ku piranî Kurd lê dijîn kir.

Di dawiya çalakiyê de, komîteyek ji Akademiya Lêkolînên Perwerdehiyê daxwaznameya xwepêşkêşî Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) kir.

Xwendekarên ji çend dibistanên taxa Xerbî ya Qamişloyê li ber Dibistana Abdulwehab Meqsûd kom bûn û daxuyaniyek dan. daxuyanî ji hêla xwendekara bi navê Talin Rifat Xelîl ve hate xwendin.

Di daxuyanyê de hat gotin: “Em biryara Wezareta Perwerdehiyê ya veqetandina tenê 3 dersan ji bo zimanê Kurdî red dikin. Ziman nasname û dîroka civaka Kurd e û ji bo gelê Kurd, ew beşekî hebûna wan e. Ji ber vê yekê, veqetandina tenê 3 dersan di dibistanan de dê bandorek neyînî li ser xwendekaran bike.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de, xwendekaran ji Wezareta Perwerdehiyê ya hikûmeta demkî xwestin ku biryara ku hatiye dayîn ji nû ve binirxîne.

KOBANÊ  

Zanîngeha Kobanê bi sernavê “Zimanê Kurdî û Dadmendiya Zimanî li Sûriyeyê (Nêrineke Hiqûqî, Perwerdeyî û Olî)” panelek li dar xist. Bi dehan xwendekar û mamoste beşdarî panelê bûn.

Berî destpêkirina panelê hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim axivî û diyar kir ku ku şoreşa herî mezin şoreşa ziman e û got: “Di dirêjahiya dîrokê de zimanê kurdî di zor û zehmetiyan re derbas bû, lê îro bi hezaran xwendekarên me ji zanîngehên me der çûne û gihîştine asta herî bilind. Xeyalên xwe jî bi vî zimanî pêk tînin.”

Şervan Mislim bal kişand ser girîngiya zimanê kurdî û got: “Di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de şoreşa herî mezin şoreşa ziman bû. Ji bo vê yekê erka me hemûyan e ku em zimanê xwe biparêzin. Em biryara ku Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta Şamê ya tenê di hefteyê de 3 ders ji bo zimanê kurdî veqetandine, napejirînin.”

Piştre panel ji aliyê mamosteyê zimanê kurdî Egîd Nasiro ve hat birêvebirin.

Di panelê de mamosteyê hiqûqê Hesen Ebdo li ser rewşa hiqûqî ya zimanê kurdî di çarçoveya qanûnên neteweyî û navneteweyî de nirxand.

Mamosteya zimanê Kurdî Hîva Mihemed Elî jî ezmûna zimanê KFurdî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya di bin sîwana Rêveberiya Xweser de nirxand.

Mamosteyê zimanê erebî Selah Mislim li ser bandora biryara Wezareta Pewerdeyê ya Sûriyeyê ya li ser xwendekarên Kurd û li ser derûniya wan axivî.

Her wiha endamê Meclisa Olî ya Kobanê mela Miyedîn li ser cihêrengiya zimanî û çandî di çarçoveya Peymana Medîneyê de, axivî.

Beşdarên panelê jî der barê mijarên semîneran nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman.

Di dawiya penelê de encamnameya panelê hat xwendin.

Encamnameya penelê wiha ye:

1.Tekezkirina di destûra Sûriyeyê ya bê de ku zimanê Kurdî li rex zimanê Erebî Zimanekî fermî ye, û naskirina zimanê Kurdî di destûrê de weke zimanekî netewî û resen ji zimanên Sûriyeyê.

2.Rakirina tevahî qanûn û ferman û biryarên ku cudakarî li hember zimanê Kurdî û gelê Kurd dane sepandine, û lêvegera li qanûnan di nav de qanûna birêxistinkirina zanîngehan (Madeya 20), da ku bi berbariyên Sûriyeyê yên navneteweyî re lihevhatî bin, bi taybet Peymannameya navneteweyî ya mafên Medenî û Siyasî(Madeya 27) û Peymannameya navneteweyî ya taybet bi mafên ekonomî civakî û çandî(Madeya 13) û peymana mafên zarok( madeya 30), û berçavgirtina danezana Netewên Yekbûyî di derbarê mafên kêmîneyên netewî an nijadî an kêmîneyên olî û zimanî(1992) û danezana Netewên Yekbûyî di derbarê gelên resen de(2007).

3.Derxistina qanûnên taybet ku bikaranîna zimanê Kurdî di rêvebirinê, dadgehan, belgeyên fermî, sicila Medenî û zanîngehan de misoger dikin û sînordarnekirina wê di warên biçûk de.

4.Naskirina mafê xwendekarên Kurd di fêrkirina bi zimanê wan ê dayîkê li kêlek fêrkirina zimanê Erebî û zimanên biyanî, û misogerkirina berdewamiya rêya xwendinê ya xwendekaran li gor menahicên xwendinê bi zimanê Kurdî bêyî ku werin qutkirin.

5.Sererastkirina biryara wezareta perwerdeyê ya Sûriyeyê ya ku jimara waneyên zimanê Kurdî kêm kirine , û bingehgirtina zimanê Kurdî weke zimanê perwerdeyê yê bingehîn ji bo xwendekarên Kurd di herêmên rêjeya Kurdan têde bilind û dayîna derfeta fêrkirina wê ji zarokên pêkhateya Kurd li parêzgehên Sûriyeyê yên din ew jî li gor benda 3 ji madeya 7 ji danezana Destûrî.

6.Beşdarkirina mamoste, malbatên xwendekaran û xwendekarên eleqedar di dariştina polîtîkayên perwerdehî û zimanî û bingehgirtina diyalog û şêwrê ji bo çareserkirina pirsgirêkên perwerdehî li şûna biryarên yekalî, û sûdgirtina ji tecrubeyên welatên pirzimanî.

7.Berdewamkirina amedekirina mamosteyên Kurd yên heyî û naskirina wan û pêşxistina minhacên bi zimanê Kurdî û xebitîna li ser avakirina minhacekî neteweyî ku hemû pêkhate têde beşdar bibin û temsîla hemûyan bike û ew bo zimanê Kurdî were wergerandina bi hevbeşî û şêwirmendî bi kesên pispor û xwedî ast û tecrûbe di vî warî de.

8.Qedexeya cudakariya li ser bingeha zimanî û tawankirina qedexekirin an pêşîgirtina keyfî ji çalakiyên çandî û zimanî bi metnên qanûnî yên diyar û parastina xwendekar û malbatan ji gef û êrîşan di encama daxwazkirina mafên xwe yên zimanî de.

9.Xurtkirina beşdariya civakî ya zimanê Kurdî di ragihandin, çand û hunerê de û teşwîqkirina hilberîna zanînî û akademîk bi zimanê Kurdî.

10. Hişyarkirina raya giştî bi girîngiya cihêrengiya zimanî weke hêmanekî yekêtiya netewî, ne weke hêmanê perçekirinê, û redkirina hişmendiya tund li beramber zimanê Kurdî di aliyê fermî û civakî de.

11. Hevkariya bi saziyên olî û perwerdehî re ji bo tesbîtkirina nirxên hevqebûlkirinê û rêzgirtina cihêrengiya zimanî û tekezkirina ku naskirina zimanê Kurdî nasnameya neteweyî ya Sûriyeyê ya komî xurt dike.

12. Avakirina foneke (Sendoqeke) neteweyî bi piştgiriya bingehîn ji aliyê dewletê ve, û hebûna derfeta alîkariya rêxistinên navneteweyî û civaka sivîl, ji bo piştgiriya însiaytîvên perwerdekirina bi zimanê dayîkê û parastina zimanê Kurdî.

13. Şopandina cibicîkirina van encaman bi rêya komîteyeke hevkar ku di nava xwe de nûnerên hikûmeta Sûriyeyê û saziyên perwerde û fêrkirinê û saziyên akademîk li herêmên Kurdî dihewîne ku raporeke eşkere her şeş mehan carekê derdixe.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Gimgimê nobeda li dijî projeya JES’ê di roja 141’emîn de ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Îdirê gel li dijî dagirkeriyê meşiya

Li Îdirê bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevdîtina Şandeya Îmralî û Erdogan taloqî 30’ê Cotmehê bû

Hevdîtina Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan û Şandeya Îmralî ya DEM Partiyê ku dihat plankirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Mamosteyên Kobanê xwestin biryarnameya li ser zimanê Kurdî bê betalkirin

Mamosteyên Kobanê destnîşan kirin ku divê demildest biryarnameya li ser astengkirina perwerdeya bi zimanê Kurdî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Supayê Pasdaran gef li dikandarên Kurd dixwe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîd Diyar Xemgîn bi merasîmeke girseyî hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji bo Dîlan Şirnex li Kobanê û Hesekê bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?