Dijberiya aktîf a PDK’ê ya li dijî tevgera me ya azadiyê ya sala 1991’ê, hevkariya wê ya bi dewleta Tirk û êrîşên leşkerî yên li dijî gerîla li ser xeta Başûrê Kurdistanê ya sala 1992’an û bersiva tevgera me ya azadiyê ya li hember vê mîna Bêrîtan ku nûnertiya jina Kurd a azad dike, rûbirûbûna xiyanetê û nasnameya Kurd a xwe dispêre civaknasiya Kurd îfade dike. Di şehîdxistina bi sedan hevalên me li operasyonên li Başûr PDK ji dewleta Tirk re bû mertal. Di astengkirina mezinbûna tevgera gerîla ya li Bakurê Kurdistanê de PDK’ê piştgirî da Hîzbûl-Kontra ku di bin sextekariya Îslama Sûnî de li Bakurê Kurdistanê hate birêxistinkirin. Li dijî YNK’ê bi Saddam re bû yek û heta Hewlêrê li dijî gelê xwe şer kir. Di sala 1997’an de li Hewlêrê hevalên me yên birîndar ên ku bi lihevkirin û peymanan dihatin dermankirin, hatin qetilkirin. Bi vî rengî rûyê herî qirêj ê xiyanetê nîşan da ku di dîroka ti gelî de nîne. Tevî van hemûyan jî PDK a ku li ser bingeha yekîtiya bi gelan re nikarîbû pêşî li pêşketina netewebûnê bigire, di nava rêxistinbûyîna komploya navneteweyî ya li hemberî Rêbertiya me de cih girt û heta teşwîq kir.
Di rastiyê de tesbîta Rêbertiya me ya ‘Eger ferzkirinên PDK’ê di vê astê de nebûya, dibe ku ev komplo bi vî rengî bi pêş neketibûya’ bi awayekî zelal radixe pêş çavan ku Barzaniyan di pêşketina komploya navneteweyî de di kîjan astê de rola stratejîk lîstiye. Armanc ew bû ku Rêberiya Netewî û Herêmî ya rasteqîn tasfiye bikin û rêbertiya wan a sexte derxin holê. Barzanî, li hemberî sekna Rêbertiya me ya li dijî vê komployê, berfirehbûnên wê yên îdeolojîk û pêngavên ku bi armanca mezinkirina tevgerê bi pêş xistî, hewl da hê bêhtir destek bide dewleta Tirk û di nava rêxistinê de tevgera tasfiye bi rêxistin bike. Di pêvajoya destwerdana li Iraqê de, ku Rêbertiya me weke ‘Şerê Kendavê yê Duyemîn’ pênase kir, bi taybetî ji bo ku tevgera me ya azadiyê li Başûrê Kurdistanê û Iraqê bi bandor nebe, hewl da tevgera me bixe bin kontrola xwe. Di vê çarçoveyê de xebatên birêxistinkirina komên xayîn û fîrarî, dejenerekirina xeta tevgerê, qutkirina wê ji Rêbertî, tesfiyekirina gerîla meşand.
Gava ku ev stratejiyên PDK’ê bi ser neketin, vê carê hewl da avabûna Yekîtiya Neteweyî ya Kurd asteng bike û ji bo Kongreya Navneteweyî pêk neyê veto kirin. Başûrê Kurdistanê ji bo dewleta Tirk veguherand qada mêtingeriya leşkerî û aborî. Her wiha pêve girêdayî politikaya xizankirina gel, feodalkirina civakê û pêve girêdayî qada jiyanê li jinan teng kirin, gel teşwîqê koçberiyê kirin, zext li muxalefetê kirin, dîktatoriyek li ser esasê ranta aboriyê ava kirin, bi rêbaza xenedaniyê Başûr dîl girtin û li kur li ser navê Kurdê azad pêşketin hebe astengkirin, meşandiye. Di vê çarçoveyê de li Rojava ji bo bêbandorkirina şoreşa ku pêşengî ji Netewa Demokratîk re dike, bixe bin kontrola xwe, di şexsê ENKS’ê de xiyaneta ku bi sazî bûye li wir organîze bike û bi çeteyên Îslamiyên Sunnî û rêveberiya faşîst a AKP’ê re hevalbendiyê bike her tişt kiriye. Êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser Şengalê ya piştî lihevkirinên veşartî yên bi AKP’ê û çeteyên Îslamî yên Sunî re, bû kêliya ewil a ketina maskeya PDK’ê. Rêbertiya me ev rewş bi vî rengî pênase kir: “Barzaniyan li Şengalê xiyaneteke mezin kirin. Ev xiyanet ewqas mezin e ku, di dîrokê de mînakên wê kêm in û di encamê de sûcekî mezin ê qirkirinê kirine. Li hemberî civaka Êzidî ku şaneya bingehîn a gelê me ava dike, sûcekî mezin ê qirkirinê pêk anîn. Armanc ew bu ku Êzidî di wateya mutleq de rastî qirkirinê bên û bi temamî ji xaka xwe ya qedîm bên dûrxistin û tinekirin da ku ti carî venegerin.” Ewqas zelal xwe eşkerekirin, bêguman bi ketina maskeyê ve girêdayî ye. Barzanî Başûrê Kurdistanê veguherand qada mêtingeriyê ji bo Tirkan. Xwest li ser bingeha Sûnni-îslamê neteweya gelê me parçe bike, ji bo ku nirxên azadiyê nebin malê gel û asteng bike her qadê ji rant û her cure pere re vekir, petrolê pêşkêşî dewleta Tirk kir, Mûsilê da Sunnî-islamê û bi vê yekê re Başûr veguherand mekanîzmaya şerê taybet. Li qada navneteweyî hewldanên wê yên bê sînor ên ji bo birêxistinkirina dijberiya li hemberî tevgera me, li dijî şoreşa Rojava destek dayîna her cure êrîşên bi hevkariya ENKS-MÎT-PARARASTIN’ê, ENKS’ê yanî hêzên xayîn ên ku Barzanî di dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê de rol lîstin, ewqas rehet tevgera MÎT’ê ya li Başûrê Kurdistanê, bi temamî firotina Başûrê Kurdistanê, hewldana dînamîtkirina tevgera me ya azadiyê û netewa demokratîk, weke ku Rêbertî diyar kiriye, di asteke ku di dîrokê de mînaka wê nîne sûcê qirkirinê ye. PDK a Barzanî kontra ye. Di konsepta hilweşandinê ya li dijî tevgera me de, weke lingê esasî ye.
Xeterî, ew e ku di şexsê Barzaniyan de xiyaneta sazkar, li ser esasê ENKS-Hîzbûl-Kontra-Hûdaparê li ser gelê me û gelê herêmê weke xeteke tasfiyeye bê ferzkirine. Li ser navê gelê me, ev yek bêguman çavkaniya şerm û hêrsê ye. Ji ber piştî Şengal û Rojava rûyê PDK a rast teşhîr bûye, her tişt eşkere dike û pêwîstî bi veşartinê hîs nake. Ji ber hatina şefê faşîst Erdogan, keleha Hewlêrê bi ala Tirkiyê dixemilîne. Ji bo êrîşên li hemberî hêzên me yên gerîla û dagirkirina Başûr ji aliyê hêzên çeteyên Tirk ve PDK’ê rê vedike û heta ji wê jî wêdetir; Bi daxwaz, teşwîq û piştgiriya xwe pêş ve dibe. PDK’ê ji bo ku çeteyên dewleta Tirk milîtanên herî bi nirx ê vî gelî, ewladên wê qetil bike û axa wê dagir bike, her cure desteka îstîxbaratî, aborî û leşkerî dide. Bi vê re jî naqede, av û nanê wan jî dabîn dike. Di dawiyê de jî ji bo ku bi dewleta Tirk re tifaqek were pêşxistin çi ji destê wî hat kir û ev yek jî bû sedem ku dewleta Iraqê gelek winda bike. Ji ber ku PDK a Barzanî bi vê armancê ava bû. Çeteyên Erdogan, sînorên Mîsak-i Millî dixwaze û ji bo vê jî divê Başûr û Rojavaya Kurdistanê dagir bike. Her çiqas îhtîmalek herî biçûk a gelê me li ser navê azadiyê tevgerîn bi zext û qetlîaman bersiv tê dayîn jî, navê hevparbûna vê polîtîkayê ne tenê ji bo berjewendiyên teng tevgerkirin e, kontrabûne, sîxurîbûn û dijminane. Enkîdû ya bi sazî bûyî, di sedsala 21’an de hewl dide Hûmbaba ku ji aliyê îdeolojîk, siyasî, leşkerî û civakî ve xwe bi rêxistin kiriye û bûye hêviya mirovahiyê, qetil bike.
‘NETEWEPERESTIYA PAŞVERÛ JEHREK E Û DIVÊ BÊ QUTKIRIN’
Piştî pênc hezar salan, ji ber rastiya Rêbertiya me ku hemû nirxên dîrokî di pêşengtiya xwe de şênber kiriye, avakirina Tevgera Azadiyê, rastiya gelên bûne xwedî zanabûn, sekna jina azad a ku nirxên xwezayî yên civakê tîne roja me ya îro, ne Enkîdû dikare serkeve û ne jî Humbaba ewqas bi hêsanî dikare were qetilkirin. Weke ku Rêbertiya me jî diyar kiriye, neteweya demokratîk êdî wisa hatiye avakirin ku, bi ti awayî nayê astengkirin. Rêber Apo, weke pêşengê paradîgmaya sedsala 21’an, avakar û pratîkvanê ku di nava qada navneteweyî de astek bi dest xistiye. Rêber Apo di şexsê Tevgera Azadiyê û gelê Kurd de di asta herêmî de hêza herî bi bandor a têkoşînê ye û alternatîfa sîstemê ye. Tevî hemû êrîşan jî hêzên me yên gerîla ji bo rûmeta Kurdên Azad û nirxên mirovahiyê çavkaniyeke mezin a moral û berxwedanê ne.
Li gel van hemûyan divê çi were kirin? Peywira me ya dîrokî ew e ku em paradîgmaya Rêbertî di her alî de rast bi jiyanî bikin. Ev yek berpirsyariya me ya siberojê li hemberî gelê me, jinan û gelan e. Bêguman di avakirina Kurdê Azad û Mirovê Azad de ji Humbaba heta niha kedeke mezin a dîrokî hat dayîn, berdêl hat dayîn û di şexsê Rêbertiya me û Tevgera Azadiyê de kedeke bê mînak hat dayîn. Bi ked û nirxê hatiye dayîn re, derfet çêbûye ku di qada cewherî de nûbûn û pêşketin çêbibe. Bêguman ev hemû bi berdêla can û jiyana ewladên herî hêja yên vî gelî pêk hatine. Serketina herî mezin ew e ku heqîqet derkeve holê, xeta xiyanet û berxwedanê bi rengekî wiha ji hev bê veqetandin ku ti carî tevlîhev nebe. Di vê wateyê de tişta pêşî em ê pênase bikin ev e; PDK ne hêzeke neteweyî ye, di şexsê Barzaniyan de rêxistineke kontra ye. Bi vê ve girêdayî netewperestiya paşverû jehre, tiştê herî xerab bike ew e ku dê pêşengî ji komkujiya li hemberî gelê xwe bike, ev yek penceşêr e û divê bê qutkirin û avêtin.
Em ê gelê xwe ji vê biparêzin. Her gel, bi taybetî jî gelê me heq dike ku li ser hîmê nirx û nasnameya xwe bijî û ev maf ti caran nikare were dewr kirin û dev jê bê berdan. Ya duyem; Rojhilata Navîn bi paradîgmaya Rêbertiya me ji dîlgirtin û êşên xwe rizgar bûye û ev şens nayê windakirin. Ji bo vê jî Barzanî û eşîra wî ne tenê dijminên gelê Kurd in, her wiha yên gelên Rojhilata Navîn in jî. Ji bo bêbandorkirina vê dijminatiyê, lazim e neteweya demokratîk bê mezinkirin û tevî gelan her şêwe derfetên rêxistinî û rêyên têkoşîna hevpar werin pêşxistin.
Gerîlatiya Azadiyê di wesfa Neteweya Demokratîk de ye ku şerê parastinê dimeşîne . Divê ev hişmendî û sekn hê bêhtir bê xurtkirin û mezinkirin. Rastiya çeteya Erdogan-Bahçelî ku hevkarê faşîzma kesk û reş e, tevî rêveberiya Iraqê ya bêîrade, bêzanabûn û xiyanetê li gelê xwe dike di 15’ê Tebaxê ku roja têkoşîna çekdarî ya tevgera me ya azadiyê ye weke roja tifaqê hilbijart û her wiha di 26’ê Tebaxê de Hîzbul Kontra yê ku hewl da xwe weke tevgera siyasî ya Kurd li Ahlatê nîşan bide bi hev re weke hêzên dagirkerên Kurdistanê wêne kişandin. Ev helwest pîrozkirin û pêkanîna qirkirinê li dijî Rêbertî û tevgera me nîşan da. Çete bi êrîşên qirkirinê re hewl didin lewazî û mercên xwe yên windakirinê ji holê rakin. Li hemberî xeterebûn û êrîşên bêperwe, serî nayê tewandin. Di vê wateyê de netewebûna gelê me ku di encama têkoşîna me ya 50 salî de bi hişmendiya azadiyê û nirxên hatine afirandin derketiye holê, li her eniyê xurtkirina şerê parastinê û bi her rêbazî li ser hîmê xwebûn û îradebûnê hewce dike. Ji ber vê yekê, weke gerîlayên azadiyê erka me ya sereke ew e ku em li ser navê mirovahiyê hemû hîmên Şerê Gel ê Şoreşgerî bi rêxistin bikin û vî çeteyê qirêj, bisteh û kujer têk bibin.
‘BI TÊKOŞÎNA MÎNA BÊRÎTAN EM DIKARIN DÎROKA XWE JI XIYANETÊ RIZGAR BIKIN’
Sekn û bersiva HPG û YJA STAR’ê bêguman wê mîna helwesta hevrê Bêrîtan be ku ancax dikare dîroka me ji xiyanetê rizgar bike. Di vê mijarê de rexneyên Rêbertî hebûn; PDK weke hêzeke netewî pênasekirin û heta niha bêbandor nekirin, Başûrê Kurdistanê weke milkê PDK’ê dîtin, li gel berxwedan û hêzên me yên gerîla yên mezin nekarîna gel rast bi rêxistin bikin û di parastinê de kêm mayîn, di heman demê de tê wateya ji PDK’ê hesab nepirsîne! Bêguman derbaskirina van rexneyan, di van mijaran de rast tevgerîn û encam derxistine. Di vê wateyê de parastina Başûrê Kurdistanê parastina welatê me, netewa me û Rojhilata Navîn e. Ji bo vê jî divê aliyê Başûrê Kurdistanê yê xweparastinê bê xurtkirin û şerê parastinê bi gel re bê meşandin. Her wiha ji bo têkoşîna ku weke HPG û YJA STAR’ê tê meşandin bê zanîn û veguhere encamên siyasî, girîng e ku rastî hê bi bandortir derkeve holê, aliyê propagandayê ya şerê me yê parastinê bê xurt kirin û derfetên rêxistinkirina şerê taybet bê lewazkirin.
Hevrêyên me ku niha li qadên berxwedanê bi berpirsyariyeke dîrokî têdikoşin û gerîlayên azadiyê yên li hemû eniyan li ber xwe didin, rûmeta nasnameya Azad a Kurd temsîl dikin. Ji ber vê yekê rastiya xiyanetê bi nasnameya xwe ya berxwedanê roj bi roj teşîr dikin. Hemû cîhan, gelên herêmê û gelê me vê dibîne. Destketiya herî mezin a vî şerî ew e ku rastiya Barzaniyan, ENKS’ê û kujerên siyasî Hezbol-kontra ji aliyê her kesî ve tê zanîne û aliyên wan ên civakî bi temamî qut bûne. Her hêzeke ku ji desteka civakî bêpar mabe, ew nikare xwe rewa bibîne û biryarek îradî bide. Bêguman aliyek ku bi pere, rant û xiyanetê tevî xwe kirine hene. Lê mirov nikare wan ji gel çîna gel binirxîne û bi têkoşîneke xurt dikare bêbandorkirin. Di vê wateyê de sekna gerîla ye ku wê diyarker be ye. Dema pêşiya me krîtîk e. Ji ber vê yekê divê ne jirêzê nêzîkatî çêbibe û ne jî bi rehetî tevgerîn. Di vê wateyê de dema ku em bi hişmendiya berpirsyariya xwe ya li pêşberî şehîdên xwe şerê parastinê mezin dikin, divê em koka xiyanetê ji holê rakin, bibin sedem ku gelê me wan biavêje derve û bi çalakiyeke ku dijmin hilweşîne bi ser bixînin. Em xwedî vê hêz û îradeyê ne, xwedî tecrube ne. Bêguman em ê ji şaşitiyên xwe dersê derxin û ji bo ku dijmin ji valatiya me ya herî biçûk sûdê negire, rojane xwe nû bikin. Em ê têkoşîna serketina îradeyê li ser bingeha di sedsala 21’an de serketinê bidest bixin bidin meşandin. Rêbertiya me di hevdîtinên xwe yên sala 2001’an de pênaseyek wiha ji bo xwe kiribû û gotibû, “Ez xwe mîna dara destnîşan dike ku; “Ez mîna darberû ya 15 hezar salî me. Darberû pîroz e. Şaxên min qut bibin jî kokên min di kurahiya dîrokê de ne. Ez ê xwe ji nû ve hilberînim.”
Weke Tevgera Azadiyê û milîtanên wê em rêxistin û şervanên Rêbertiya xwe ne. Ev felsefe, nêzîkatî, îrade û hêza şerkerinê rê li ber serketinên herî mezin ên dîrokê vedike. Em ê jî weke milîtanên Rêbertî, rêya zindîkirina rastiya têkoşînê ya ku di kûrahiya dîrokê de cih girtiye bi jiyanî bikin, ji kêmasiyên xwe hîn bibin û li ser koka xwe mezin bibin heta ku eniyên me digihêje stêrkan, xwe hilberînin û têkoşîna azadiyê ber bi serketinê ve bibin. Ji bo vê em ê bi wate bijîn, em ê bi xurtî têbikoşin, em ê nirxên azadiyê di jiyan û çalakiya xwe de derxînin pêş û em ê bi teqezî di rastiya Welatê Azad û Rojhilata Navîn a Azad de li ser esasê azadiya Rêbertiya xwe bijîn û em êji xayînên qirker hesab bipirsin. Dem vê yekê li me ferz dike û weke artêşa gelên ku li ser esasê serketinê dijîn, em ê bihêlin gel xiyantkaran têk bibe, helwesta azadiyê hîn bêhtir pêş bixe, di malbata mirovahiyê de cihê xwe yê rast girt.