Operasyona Ewlekariya Domdar ku ji aliyê hêzên YPJ’ê, QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve li kampa Holê û derdora ve hatiye destpêkirin, di roja xwe ya duyemîn de dewam dike.
Li gorî nûçeya ANHA’yê hat diyar kirin ku hêzên operasyonê piştî ku gelek gund paqij kirin û gihaştin sînorê Iraqê (başûr), niha giraniya xwe daye xeta navbera bajarokên Şedadê û Holê û lêgerînê dikin.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, heya niha çeteyek hatiye kuştin, 40 çeteyên şaneyên DAÎŞˈê hatine girtin û gelek çek û cebilxane hatine desteserkirin.
Armanca operasyonê, paqijkirina 100 kîlomtere sêgoşeya li kampa Holê û derdora wê (erdîngariya navbera Hol, Til Hemîs, Hesekê, Eşîre û Şedadê) ye.
Hêzên Operasyona Ewlehiya Domdar de di daxuyaniya xwe ya îro de got: “Operasyonê paqijkirinê li gundewarên bajarê Holê, sînorê Sûriye-Iraqê jî di nav de, rûbereke mezin li gundewarên başûr, bi dehan şikeft û cihên ku terorîstên DAÎŞˈê xwe lê vedişart, bi dawî bû.”