Di nav şer û berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de her beşek ji civakê li her qadê li ber xwe dan. Yek ji qadên vê berxwedanê jî qada tenduristiyê bû. Di wan kêliyên şer de ji ber hemû binesaziyên ku hatibûn rûxandin ti nuqte ango cihek tune bû ku birîndar an jî nexweş lê werin dermankirin. Dibistana bi navê Yasîn Yasîn, cihê ku di demekê de zarokan berê xwe didayê û tê de hêviyên paşeroja xwe xeyal dikirin, bû cihek ku tê de rojane birîndar werin dermankirin û şehîd werin oxirkirin. Ji destpêka şoreşa Rojava ve û dirêjahiya salên wê de ev dibistan her tim bi hejmara doktorên xwe yên kêm û hemşîreyên ku hejmara wan 2 an 3 kes bûn, her tim bûn bersiv ji bo hemû êrîş û kiryarên ku li ser taxê dihatin kirin.
Salên demdirêj ev dibistan di bin topên çeteyên dewleta Tirk de bê navber xebata xwe û erka xwe li hember gel û şervanên xwe yên di çeperên parastina taxê de pêk anîn. Yek ji doktorên ku bi keda xwe di wir de dîrok nivîsandiye doktor Xalid Fecir bû. Xalid Fecir yek ji doktorên nexweşxaneya Yasîn Yasîn ku bi salan ji bo ku li kêleka gelê xwe bisekine xebat kiriye û zanebûna xwe kiribû xizmeta civakê. Doktor Xalid Fecir di dema ku li ser erka xwe bû li ser destê çeteyên dewleta Tirk şehîd dibe. Hevrêyên wî soza şopandina rêya wî dan û nexweşxaneya Yasîn Yasîn bû nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir. Heta bi sala 2018’an jî wekî nuqteyek ambulance dihate pênasekirin, lê di sala 2018’an de wek fermî nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir di taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de hate ragihandin.
Hevseroka Meclîsa Tendrustiyê ya Helebê Dr. Osman Şêx Îsa li ser berxwedana dîrokî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û destpêka avakirina Meclîsa Tendrustiyê li her du taxan axivî û wiha got, “Şêxmeqsûd xwedî dîrokeke berxwedanê ye ku bi şerê Gelê Şoreşgerî tê naskirin. Bi destpêka Şoreşa Sûriyeyê re û di nava wan hemû aloziyên ku derdiketin de gelê taxê xwe bi rêxistin kir û mînaka xweparastinê dihat naskirin. Di nava dîroka berxwedanê vê taxê de beşa tendrustiyê cihekî mezin girt. Taxên Şêxmeqsûd ji derfetên herî kêm hemû beşên xwe ya bi rêvebirina jiyanê ava kirin. Ji bo wê jî beşa tendrustiyê jî di wan deman bi wan derfetên kêm hate avakirin. Di sala 2012’an de yekemîn meclîsa gel hate avakirin li taxa Şêxmeqsûdê bû, di heman salê de yek ji meclîsên ku hatine avakirin meclîsa tenduristiyê bû. Armanc jê ev bû ku di nav hemû şer û rewşa ku Heleb û her du tax tê re derbas dibûn, divê meclîsa tendrustiyê li wê pêvajoyê xwedî derkeve.”
Di nava axaftina xwe de Dr. Osman anî ziman ku di destpêka şoreşê de dibistana ku bi navê Yasîn Yasîn dihate naskirin bibû cihê dermankirinê û oxirkirina şehîdan û wiha domand, “Di wan demên destpêkê de nexweşxaneyek ango nuqteyek tendrustiyê ji bo pêkanîna pêdîviyên taxê tune bû, ji ber ku cihê wê dikeve navber her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, dibistana Yasîn Yasîn bibû weke navenda dermankirin û oxirkirina şehîdan. Heta sala 2018’an di hemû şert mercên şer û di rewşên herî dijwar de û bi kadroyên xwe yên kêm û derfetên xwe yên ji tunebûnê dihatin avakirin ev navend bû bersiv ji bo hemû pêdiviyên taxê. Ev xebat bi van derfetên xwe heta bi sala 2018’an dewam kir.”
Dr. Şêx Îsa diyar kir ku êrîşên çeteyan û dorpêça rejîma Baasê li pêşiya xebatên tenduristiyê dibûn asteng û pê de çû, “Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xwedî dîrokeke berxwedanê ye, çeteyên ku dixwestin vîn û îradeya gel di taxê de bişkînin bê navber bi her cûre êrîşên xwe ser taxê de pêk dianîn. Rejîma Baas bi salên demdirêj dorpêça xwe ser taxê ferz kiribû û doktor û kesên ku di beşa tendrustiyê de kar dikin dema derbasî taxê dibûn diketin bin lêpirsîn û hesab xwestinê her wiha aliyên ku dixwestin derbasî taxê bibin û alîkariyê bidin jî ji aliyê rejîma Baas ve dihatin astengkirin. Ne tenê ev di warê derman û pêdiviyên tendrustiyê peyda kirin de zehmetiyeke mezin dihate kişandin. Ev jî hemû bi armanca ku taxê tune bikin lê ruxmê van kiryaran, di hundur taxê de israrek hebû ku hewldanên rejîma Baasê bişkîne û ji hemû pêvajoyan re bûn bersiv.”
Di nava axaftina xwe de Dr. Osman Şêx Îsa destnîşan kir ku Nexweşxaneya Xalid Fecir xelkê ji derveyî taxê jî derman dike û got, “Dibistana Yasîn Yasîn ku paşê weke nexweşxane hate tamîrkirin û bi navê Şehîd Xalid Fecir hate bi nav kirin. Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir ji destpêka avakirina wê û heta niha xelkê taxê û ji derveyî taxê digre û derman dike, bê ku nasname ango ziman wan bipirse yekemîn tişt weke persperktîf ku însan e û li gorî însanê nexweş çi pêwîst dike tên pêkanîn.”
Dr. Osman diyar kir ku bi rûxandina rejîma Baasê re xwe ji her rewşê re amade kiribûn û got, “Bi rûxandina rejîma Baasê re me ji her rewşê re xwe amade kiribû. Bi vê re hin guhertin çêbûn. Berê taxên Eşrefiyê beşek diket aliyê ku em lê xebata xwe dikin, lê piştî rûxandina rejîmê hemû tax ket nav qada me ya xebatê. Hejmara gel niha di her du taxan de 400-450 hezar zêdetir heye. Taybet di demên dawî de û di koçberiya duyemîn a gelê Efrînê re û gelek herêmên Sûriyeyê dîtir gel berê xwe da taxê. Vê yekê hişt ku zextek li ser taxê çêbibe, di nav de jî qada tendrustiyê. Ji ber ku dema şer derket hemû pêdiviyên tendrustiyê qut bûn. Her wiha bandora xwe li ser endamên tendrustiyê jî kir, depoyên derman hatin sekinandin, ev jî bû sedem ku krîzekê bi xwe re bîne.”
Di dawiya axaftina xwe de Hevserokê Meclîsa Tendrustiyê ya Helebê Dr. Osman Şêx Îsa eşkere kir ku ji derveyî Rêveberiya Xweser tu destek dayîn ji tu derê nayê pêşkêşkirin û got, “Heta bi vê kêliyê ji derveyî Rêveberiya Xweser kesekî ango tu aliyî ji me re destek neda. Ji dema rûxandina rejîmê ve hemû nexweşxaneyên hikumetê desteka xwe ji rêxistinên navneteweyî digrin, lê nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir para xwe ji vê yekê nagire. Ev jî dide diyarkirin ku hêzên navneteweyî civakê dike qurbanê li hevkirinên siyasî. Ji bo vê divê civaka navneteweyî û rêxistinên navneteweyî bi edalet li hember taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tevbigere.”