Çarşem, 8 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Kirşehîrê binpêkirinên kêfî yên li dijî mafên girtiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber êrişa li ber Konsolosxaneya Îsraîlê 10 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê 21 salan Hafzûllah Kaçmaz hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Osman Kiliç wê li Dortmundê bê bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KCK’ê ji bo Yalçin Kuçuk peyama sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hûn: Divê statuya Birêz Ocalan zelal bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hunera şer û jiyanê di îradeya wê de veşartî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwar Avdanan: Me çek ji DYE’yê negirt, armanca me parastina civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê ji ber Çarşema Serê Nîsanê malbatên şehîdan berê xwe dan şehîdgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşmergeyek din jî ku di êrîşên Îranê de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    4’ê Nîsanê sembola azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dilxwaziya serketinê ya şehîdan rabû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê rapora meha Adarê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara duyemîn a Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > ‘Dixwazin nirxên gelê Kurd tine bikin’
Çand û Hûner

‘Dixwazin nirxên gelê Kurd tine bikin’

Ji ANKA-DER'ê Dogan Şenses nerazîbûn nîşanî êrişên li ser çanda Kurd da û destnîşan kir ku li dijî sîstema înkarê divê gelê Kurd xwedî li çanda xwe derkeve.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Tebax 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Nûnerê ANKA-DER’ê Dogan Şenses li ser girtina ciwanên Kurd a ji ber gerandina govendê û jêbirina nivîsên bi Kurdî yên trafîkê nêrînên xwe anî ziman û got, “Bi polîtîkayeke welê nêzîk dibin ku dixwazin her tiştên gelê Kurd tine bikin.” Şenses diyar kir ku gelê Kurd divê li hemberî vê yekê xwedî li çand, ziman û govenda xwe derkeve.

Rêveberê Komeleya Çand, Huner û Ziman a Ankayê (ANKA-DER) Dogan Şenses têkildarî êrişên li ser çanda Kurd ku dema dawî zêde bûne ji ANF’ê re axivî.

Şenses bi bîr xist ku AKP bi rexnekirina tekperestî û wesayetê bû desthilatdar û got, “Di salên destpêkê yên desthilatdariya xwe de bi van gotinan îdîa kir ku wê pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser bike. Di asta heyî de mirov ji ber gerandina govendê têne girtin û nivîsên bi Kurdî yên trafîkê têne jêbirin ku ev yek dewamiya feraseta tekperest a komarê ji aliyê AKP’ê ve ye.”

Şenses ragihand ku tifaqa AKP-MHP’ê bi zextê dixwaze çanda Kurd tine bike û got, “Ev feraset ew feraset e ku li ku derê Kurdek hebe, li ku derê nirxekî Kurdan hebe tine bike yan jî asîmîle bike. Ev feraset koda avakirina komara tekperest e.”

JI SALÊN 1990’Î Û VIR VE TIŞTEK NEHATIYE GUHERTIN

Şenses destnîşan kir ku dem guherî ye lê belê mejî û kiryarên zordar mîna xwe mane û pêvajoya heyî şiband salên 1990’î ku kuştinên kiryar nediyar, zext û êşkence dihate kirin. Şenses got, “Beriya salên 2000’î li hemberî kasetên muzîkê yên Kurdî operasyon dihate kirin. Ji ber vê jî kaset dihatin veşartin. Têkildarî vê yekê li her gundekî Kurdan gelek çîrok hene. Polîtîkayên ku niha hikumeta AKP-MHP’ê li dijî Kurdan dimeşîne ji vê cuda nîne. Her wiha jê gelekî girantir e û ji bo tinekirina govenda hezaran salî ya Kurdan, ziman, bi kurtasî ji bo tinekirina hemû nirxan e. Naxwe ti sûcekî Kurdan nîne. Xwedîderketina li nirxên herî mirovî yên gelekî ti carî weke sûcekî nabe ku bê dîtin.”

EM Ê XWEDÎ LI ZIMAN Û GOVENDA XWE DERKEVIN

Şenses got, “Gerandina govendê, muzîka Kurdî, nivîsên bi Kurdî li bajar, kolan û dikanan sûc nîne. Ji bo bê îspatkirin ku ev yek sûc nîne pêwîstî bi destûra bingehîn an jî qanûnekê nîne. Ev yek nirxên herî mirovî ne” û destnîşan kir ku gelê Kurd li dijî vê sîstema înkarê divê xwedî li çanda xwe derkeve. Şenses got, “Li her devera em lê ne divê em bi zimanê xwe biaxivin. Di heman demê de bêyî ku ji feraseta desthilatdariyê tiştekî hêvî bikin divê me li her derê statuya zimanê xwe misoger bikin. Bi vî rengî wê têkoşîneke rasteqîn li hemberî polîtîkayên tinekirinê bê meşandin.”

Şenses ragihand ku weke ANKA-DER’ê ew bi biryar in ku li dijî înkara çandî li ber xwe bidin û têkoşînê mezin bikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 6’Ê TEBAXA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Li Osmaniyeyê 5 kes hatin binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di êrîşa DAÎŞ’ê de şervanekî QSD’ê birîndar bû

Çeteyên DAÎŞ’ê li Dêrezorê bi wesayîteke teqemenî barkirî nuqteyeke QSD’ê hedef girt û şervanekî QSD’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Wanê mîtînga 8’ê Adarê: Em ber bi azadiyê ve dimeşin

Li Wanê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê mîtîng tê lidarxistin.

Ji aliyê Stêrk TV

Bahçelî: Aştî û biratî bi ser dikeve

Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî piştî biryara fesihkirina PKK’ê, spasiya Rêber Apo, DEM Partî û şandeya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Bakirhan: Divê hiqûqa Amed, Mahabad, Hewlêr û Kobanê bê naskirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DEM Partî û CHP’ê daxuyaniya hevpar

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî û CHP hevdîtinê dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?