Pêncşem, 1 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Sibe cenazeyên 25 qurbaniyên komkujiya Şengalê tên radestkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altûn û şehîdên meha Îlonê li Êlihê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevşaredarên DEM Partiyê bertekên xwe nîşanî polîtîkayên qeyiman dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Weqfa Aştiyê bang li Meclîsê kir: Dema nû ya qanûndanînê bila weke sala aştiyê bê ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dr. Bogos Yalîm: Heta ku dewlet bi rabirdûyê hevrû nebe, demokratîkbûn nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Eren: Ji bo demokratîkbûnê divê gavên şênber bêne avêtin û statu zelal bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên kedê Said Çomlek û Kerem Tonka li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê hevkarek hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Civîna komîsyonê: Mafê hêviyê kilîda demokratîkbûnê ye
Rojane

Civîna komîsyonê: Mafê hêviyê kilîda demokratîkbûnê ye

Hevserokên Giştî yên OHD’ê Serhat Çakmak û Ekîn Yeter Moray di civîna 13’an a komîsyona li Meclisê de axivîn û diyarkirin ku mafê hêviyê kilîda demokratîkbûnê ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Hevserokên Giştî yên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak û Ekîn Yeter Moray di civîna 13’an a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de axivîn. Çakmak, anî ziman ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk re firsenda avakirina mercên jiyaneke wekhev û azad a gel, nasname, bawerî, zayend û ekolojiyê ava bûne û got: “Komeleya me ji bo demokratîkbûna welat vê firsendê pir girîng dibîne. Ji damezirandina komarê heta niha li welat têgehên doza siyasî yan jî doza polîtîk heye. Di demên cuda de derdorên cuda bi vê re hevre man lê rastiyek heye. Ji darizandina Şêx Seîd heta Seyîd Riza, ji Doza 49’an heta Derbeya 60’ê, ji Derbeya 80’ê heta Derbeya 90’ê gelek mînakên van dozan hene. Darizandinên di pêvajoya OHAL’ê de, rastiya dozên polîtîk ên vî welatî radixin ber çavan. Divê were destnîşankirin ku ev darizandin, her wiha bi rejîmên îstîsnaî tên kirin.” 

‘TAYÎNKIRIN TÊKILIYA HIQÛQ Û SIYASETÊ RADIXIN BER ÇAVAN’ 

  Bi domdarî Çakmak anî ziman ku darizandinên behsa xeberê, têkiliya di navbera daraz û îktîdara siyasî de û têkiliya hiqûq-îktîdarê radixe ber çavan û got: “Heke em nîqaşekê li ser bêalîtiya darazê û serbixwebûna wê bikin, divê em mentiqa doza polîtîk û feraseta darizandinên îstîsnaî jî binirxînin. Di vê çarçoveyê de, hewceye em xebatên ku guhertinên di yasayan de dikin jî binirxînin. Her wiha, aliyekî din ê serbixwebûna darazê jî, sererastkirinên şiklî yên di yasayan de hatine sererastkirin lê di pratîkê de rê li ber pirsgirêkên cidî vedikin e. Mînaka vê ya herî şênber jî ew e ku endamekî AYM’ê yekser ji hêla serokekî giştî yê partiyeke siyasî ve tê tayînkirin. Ya din jî tayînkirina endamên Desteya Dadger û Dozgeran a ji hêla serokkomar û Meclisê ve ye.” 

Di berdewamê de Çakmak anî ziman ku ji dîroka komarê heta niha kevneşopiya tayînên burokratîk heye û wiha pê de çû: “Gelo çi ye ev kevneşopiya tayînên burokratîk? Mixabin biqasî di dadger û dozgeran de, di burokrasiya jor de jî em gelek rast tên. Diyarkirina dadger û dozgeran a ji hêla îktîdara siyasî ve, li pêşiya serbixwebûna darazê jî astengiyeke mezin e. Ji bo darazeke bêalî û serbixwe, divê rêbazên diyarkirina avadaniya lijneya dozgeran, şêweyên xebatê û bi taybet jî diyarkirina endaman were guherandin.” 

Çakmak, cih da rexne û pêşniyarên xwe yên têkildarî bikaranîna mafê zimanê dayikê yê li Tirkiyeyê jî û got: “Weke ku tê zanîn, mafê zimanê dayikê tê wê wateyê ku kesek bikare bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibe, di qada cemaweriyê de bi kar bîne û çanda xwe bijî. Weke metna giştî hem ji hêla Neteweyên Yekbûyî (NY), hem di xalên 2’yemîn û 26’emîn ên Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan û hem jî di Peymana Navneteweyî ya Têkildarî Mafên Medenî û Siyasî de ev maf hatiye qebûlkirin. Di Peymana Zimanên Xwecihî û Kêmaniyan a Ewropayê û Peymana Mafên Zarokan de jî Tirkiyeyê ev xal qebûl nekiriye. Bi qebûlkirina van xalan re dikare di astengiyeke mezin were rakirin.” 

‘DIVÊ ZIRARÊN MAYIDE BÊN TELAFÎKIRIN’ 

Çakmak, destnîşan kir ku bi valakirina gundan re avadaniya civakî û ekosîstemê guheriye, bi şewitandina daristanan, bi birîna daran û bi çêkirina bendav û rêyan re pergala ekolojîk a li herêmê hatiye rexrîbkirin û wiha pê de çû: “Hewcehî bi guhertinên cidî heye. Ji ewil divê qanûnên weke Qanûna Hawirdorê, Qanûna Madenan, Qanûna Çêregehan, Qanûna Piyasaya Ceyranê û gelek qanûnên din ên bi leha şîrketan e û di çarçoveya Qanûna Destûrê de ne, jinûve bên destgirtin û sererastkirin. Divê zirarên mayinde yên ji ber xeletiyên şer derketine holê, bên telafîkirin. Divê birîna daristanan û şewatên daristanan ên ji ber mudaxileyê tên kirin, bên sekinandin.” 

 Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter Moray jî got ku heke “Mafê hêviyê” were cîbicîkirin dê ji bo hemû girtiyên siyasî pêşketineke mezin bibe û ev tişt anî ziman: “Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û avakirina tenduristiya civakê jî gavekî girîng be. Li gorî min bi mafê hêviyê re dê rê li ber gelek geşedanên demokrasiyê jî veke. Li girtîgehan, krîzeke însanî tê jiyîn.” 

‘REWŞÊN ÎSTÎSNAÎ VEGUHERÎN QEYDAN’ 

Ekîn Yeter Moray got ku rewşên îstîsnaî êdî veguherîne qeydan û axaftina xwe wiha qedand: “Ev rejîm, rejîmeke wisa ye ku rewşên îstîsnaî veguherand qeydan. KHK’yeke piştî sala 2016’an de hate derxistin piştre bû qanûn û bi vê re 93 şaredar hatin girtin. Mafê bijartin û hilbijartinê yê 5 milyon hilbijêran ji dest hate girtin. Ev sepan di sala 2019’an de bi 56 şaredariyan domiya. Ev tenê bi herêmê re bisînor hema û belavî gelek şaredariyên li Tirkiyeyê jî bû.” 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Jin ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan
Nûçeya Pişt re Jinên ber bi azadiyê ve dimeşin: ‘Azadiya Rêberê me xeta me ya sor e’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Newroza Kocaelî: Ji Rêber Apo re azadî

Li navçeya Darica ya Kocaelî bi şîara ‘Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk’ Newroz hate pîrozkirin. Di…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Qanûna Çarçoveyê bi tenê nikare meseleya Kurd çareser bike’

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Sûltan Ozcan, anî ziman ku Qanûna Çarçoveyê bi tenê serê xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Meral Daniş Beştaş: Birêz Ocalan her tim aştî xwestiye û gihiştiye van rojan

Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş, li ser qanûna ku li Civata Giştî ya Meclîsê hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Sibe cenazeyên 25 qurbaniyên komkujiya Şengalê tên radestkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Riza Altûn û şehîdên meha Îlonê li Êlihê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hevşaredarên DEM Partiyê bertekên xwe nîşanî polîtîkayên qeyiman dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Weqfa Aştiyê bang li Meclîsê kir: Dema nû ya qanûndanînê bila weke sala aştiyê bê ragihandin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?