Pêncşem, 2 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Leşkerên Tirk 6 ciwan êşkence kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirina ‘Celadê Enfalê’ hat erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sala 2026’an de 2 kolber hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Atlig: Li Kurdistanê aboriya komunal pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşa li Sêwasê: 33 sal derbas bûn me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me ya Azadiyê emrîwaqiyê qebûl dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    HDKA: Bi droneyê êriş li kampa me ya li Dêgeleyê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ji bo çalakkirina parlamentoyê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KCK’ê daxuyaniya têkildarî Komkujiya Sêwasê ya 2’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zîlan li Şengalê bi semînerekê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a PYD’ê êrîşên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Li dijî tundiya mêr têkoşîna civakî pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Tîrmehê ya rojnameya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rita: Dixwazim bibim qasida modela jiyana nû ya li Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Zîlan sembola îradeya jin a azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Johanna Kiso: Dema ku dayik li hev kom dibin vediguherin hêzeke têk naçe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Rûken Jîrkî: Hevala Emîne fermandara pêşeng a artêşa me bû
Kurdistan

Rûken Jîrkî: Hevala Emîne fermandara pêşeng a artêşa me bû

Rûken Jîrkî hevrêya xwe Emîne Erciyes bi bîr anî ku 20'ê Nîsana 2020'î di encama êrîşên dewleta Tirk de şehîd bû û got, "Hevala Emîne fermandara serketinê bû, di nava YJA Starê de, li çiyayên Kurdistanê fermandara pêşeng a şerê tunelan bû."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Ji endamên Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Emîne Erciyes (Nazli Taşpinar) 20’ê Nîsana 2020’î li herêma Garê di encama êrîşên dewleta Tirk de şehîd bû. Hevrêya wê gerîlaya YJA Starê Rûken Jîrkî qala têkoşîn û berxwedana şehîd Emîne Erciyes kir.

Rûken Jîrkî anî ziman ku wê demeke dirêj bi şehîd Emîne Erciyes re hevrêtî kir û got, “Beriya her tiştî di şexsê hevala Emîne, hevala Zîn û hevala Ekîn de şehîdên şoreşa azadiyê hemûyan bi bîr tînim, li pêşberî bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Me bi hevala Emîne re demeke dirêj hevrêtî kir, em hevrêyên hev ên têkoşînê bûn. Bêguman hevala Emîne xwe bi rengê herî baş da nasandin û vegotin. Em jî weke hevrêyên Emîne divê wê her kêliyê bi bîr bînin. Dema ku mirov hevala Emîne dinirxînin dîroka jinê, dîroka civaka me, dîroka civaka Tirk, kesayetiya ku bi felsefeya Rêber Apo gihîşte wê, tê bîra mirovan. Ji ber ku haya hevala Emîne ji rastiya Rêbertî, rastiya civaka me, rastiya şehîdan, tinehesibandina jinên Kurd û Tirk ji aliyê desthilatdariyê ve hebû.

Hevala Emîne ji her alî ve hevaleke parvekar bû, dema pêwîst bû dibû hunermend, dibû sînemager, dibû şanoger, dibû fermandara artêşê, fermandara YJA Starê. Em dikarin bibêjin ku xwedî hemû taybetmendiyên jin ên azad, taybemetmendiyên jin ên Apoyî û sosyalîst bû. Ev taybetmendî di jiyana wê de dihate xuyakirin. Dema ku mirov hevala Emîne vedibêje yan jî bi bîr tîne, gotin têrê nake ku bedewî, fikirên wê yên azad, sekna wê ya azad vebêjin. Ji xwe di jiyana xwe de bi rengekî baş nîşan dida bê miroveke çawa bû. Di şexsê hevala Emîne de mirov dikarîbû bidîta ku jinek di rastiya Apoyî de çiqasî dikare xwe bi pêş ve bibe, xwe zane bike.”

‘JIYANEKE GELEKÎ BI WATE JIYA’

Gerîla Rûken Jîrkî diyar kir ku endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Emîne Erciyes 26 salan bê eman li nava Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê têkoşiya û bi vî rengî dewam kir, “Hevala Emîne li hemberî mejiyê serweriya mêr, li hemberî sîstema modernîteya kapîtalîst li çiyayên Kurdistanê, li Mezopotamyayê, li xaka pîroz 26 salan bê eman têkoşîn meşand. Jiyaneke gelekî bi wate derbas kir û jiya. Hevala Emîne temsîlkara Jin, Jiyan, Azadî bû, nûnera gerîlatiya modernîteya demokratîk bû, fermandara serketinê bû, li nava YJA Starê, li çiyayên Kurdistanê fermandara pêşeng a şerê tunelan bû. Li gel ku dijminê dagirker teknolojiya herî pêşketî li hemberî gerîlayên Kurdistanê bi kar anî jî hevala Emîne bi rêbaza xwe ya fermandariya serketî bû pêşenga jin a azad, bû pêşenga artêşa me. Têkoşîna hevala Emîne, têkoşîna li çiyayên azad meşand, têkoşîna li nava refên Apoyî meşand, weke pêşenga PAJK’ê bû nûnereke nirxên komunal ên têkoşînê.

Şerê vê yekê kir Hevala Emîne xwe li ser bingeha fikrên komunal bi pêş xistibû, sosyalîst bû. Ji xwezayê hez dikir, diparast, ji hemû zindiyan, ji mirovan hez dikir, ji hemzayendên xwe hez dikir, bi rengekî zane tevdigeriya. Weke fermandara me ya YJA Starê bi hemû derfetên xwe ji bo afirandina jin a azad li ser bingeha fikrên Rêber Apo hevrêyên xwe perwerde dikir. Hevala Emîne kedeke mezin da şervanên azadiyê, gerîlayên Kurdistanê. Li qada perwerdeyê girîngî dida hişmendiya jinê, hezkirina jinê. Eger em heta îro têkoşînê dimeşînin ev yek bi saya mîrateya berxwedanê ya hevala Emîne ye. Li vê qadê gelekî ked da.”

‘NÎŞANÎ HER KESÎ DA KU TÊKOŞÎNA JINÊ DIVÊ ÇAWA BÊ MEŞANDIN’

Gerîlaya YJA Starê Rûken Jîrkî anî ziman ku şehîd Emîne Erciyes mînaka herî mezin a têkoşîna hevgirtî ya gelan bû û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Bêguman hevala Emîne li her qadê kedeke mezin da. Dema ku mirov bala xwe didin ser qada hunerê dibînin ku hevala Emîne li gel derfetên kêm di hunerê, şano de çawa mirov afirîner dibe, ev yek bi berhem, têkoşîn û sekna xwe nîşan da. Ev yek ji bo me hemûyan mînak e. Nîşan da ku li nava refên tevgera azadiyê, li nava refên gerîla kesayetek azad çawa tê afirandin, têkoşîna jinê divê çawa bê meşandin. Hevala Emîne hevaleke Tirk bû, lê belê ji bo gelê Kurd, ji bo xwişk û biratiya gelan, ji bo xwişk û biartiya gelên Kurd û Tirk têdikoşiya, têkoşîna demokrasiyê dimeşand. Ji bo azadiya jinê têdikoşiya. Yanî em dikarin bibêjin ku hevala Emîne pêşenga tevgera azadiyê ya jinê bû, pêşenga demokrasiyê bû, pêşenga xwişk û biratiya Kurd û Tirk bû.

Ji ber vê yekê hevala Emîne nîşanî her kesî da ku jinên Kurd, Tirk, Ereb, Azerî, Fars li nava refên gerîla, bi îdeolojiya azadiyê ya jinê di pêşengiya partiya me PAJK’ê de digihêje kîjan asta herî bilind. Eger îro jin li qadan, li qadên siyasî, li qadên aborî û leşkerî têkoşînê dimeşînin, ji bo azadiya xwe îradeya xwe nîşan didin, bêguman ev yek bi saya mîrateya hevala Emîne û hevrêyên weke wê ye. Hevrê Emîne heqîqeta Rêber Apo, heqîqeta şehîdan dida jiyîn. Li ser bingeha mîrateya ku şehîdan ji me re hişt, ji bo serxistina armanc û wezîfeyên me hevala Emîne 26 salan têkoşiya. Lewma ji bo me jinan, ji bo me civaka Kurd, ji bo civaka Tirk, ji bo jinên Tirk mînak e. Hevala Emîne mînaka herî mezin bû ku nîşan dida ku mirov çawa dikare bibe sosyalîst, enternasyonalîst û ji bo hevgirtina gelan têbikoşin.

Bêguman şehadeta hevala Emîne ji bo me çiqasî giran jî be weke hevrêyên wê, heta jin azad bibin, heta jin îradeya xwe ya azad nîşan bidin em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Yek ji wezîfeyên me yên herî mezin ev e. Ji niha û pê ve li her cihî, li her qadê em ê têkoşîna hevala Emîne dewam bikin û hêjayî şehîdên xwe yên şoreşê bin. Heta serketinê em ê li ser şopa wan bin. Careke din di şexsê hevala Emîne de hemû şehîdan bi bîr tînim û bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Komîteya Çalakiyê ya Fîlîstînê êrîşa li ser Fîloya Sumud şermezar kir
Nûçeya Pişt re Hevşaredar: Divê qeyûm bêne vekişandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya xurt

Di çalakiyên protestokirinê û daxuyaniyên li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedana li taxên Helebê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şirnex û Rihayê jin li dijî tundiya mêr meşiyan

Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û TJA’yê li Şirnex û Rihayê jin li…

Ji aliyê Stêrk TV

Li gundewarê Şamê teqîn çêbû: 3 kes jiyana xwe ji dest da

Di teqîna mayînê ya li gundewarê Şamê de ji heman malbatê 3 kes jiyana xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me ya Azadiyê emrîwaqiyê qebûl dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HDKA: Bi droneyê êriş li kampa me ya li Dêgeleyê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ji bo çalakkirina parlamentoyê bang kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?