Tundî û polîtîkayên Hikûmeta Veguhêz a Şamê ya xwe dispêre komên tundraw, vê carê berê xwe da gelê Kurd ê li bajarê Helebê. Komkujiyên weke ku beriya niha li ser Elewî û Durziyan hatin kirin, tevî peymana 1’ê Nîsanê jî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin kirin. Di êrîşan de welatiyên sivîl hatin hedefgirtin û wêraniyeke mezin pêk hat.
Dogan Cîhan ê ku li herêmê rojnamegeriyê dike, diyar kir ku ev pêvajoya ku hewl tê dayîn bi gotina ‘’pevçûnan’’ were veşartin, hewleke tasfiyekirina plankirî ya li dijî gelê Kurd e.
Rojnamevan Dogan Cîhan têkildarî êrîşên li ser taxên Kurdan ên şeş rojan berdewam kirin rewşa li herêmê nirxand û ev yek anîn ziman:
‘’Piştî salên 1950’yan bi taybetî jî ji ber sedemên aborî ji bajarê Efrînê ber bi taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ve koçberiyê dest pê kir. Piştî salên 1970’yan ev koçberî zêdetir bûn û di salên 1990’an de êdî ev taxên berbehs weke taxên Kurdan hatin pênasekirin. Kurd bi awayekî zêde li vir bi cih bûn û weke însanên din li vir jiyana xwe domandin.
Di Adara 2011’an de dema şerê navxweyî dest pê kir ev taxên berbehs bê parastin man. Gelê taxan xwe birêxistin kir û avakirina meclîsekê îlan kir û ji ciwanan hêza xweparastinê hate avakirin. Ji wê rojê heya roja îroyîn tax di bin êrîş, ambargo û dorpêçê de man; êrîşî tu kesî nekirin, li gel meclîsa xwe hatin birêvebirin û bi hêza xwe ya xweparastinê parastina xwe kirin.
Di 1’ê Nîsana 2025’an de li gel Walîtiya Helebê lihevkirinek çêbû ku tax parastin û rêveberiya xwe bidomînin. Lê belê tevî vê yekê jî piştî Tebaxa 2025’an komên ku qaşo entegre bûne, rêyên diçin taxan girtin. Pêşiyê rêyek, piştre du rê û piştre jî tax hatin dorpêçkirin.
Têketina pêdiviyên sereke yên weke mazot û arvanî hate astengkirin, ambargo bi demê re girantir bû û jiyana gel jî dijwartir bû. Li gel vê dorpêç û ambargoyê hemû hêzên girêdayî HTŞ û SMO’yê di 5’ê Çileya 2025’an de dest bi êrîşeke berfireh kirin.’’
Dogan Cîhan piştre anî ziman ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê weke dîrokî li çar perçeyên Kurdistanê û li ser zemîna navneteweyî timû tim weke sembola berxwedanê hatin zanîn û wiha pêde çû:
‘’Ev taxên ku gelê ji Efrînê jî li wir dijî, ji bo hemû geê Kurd çavkaniyên motîvasyonê ne. Êrîşkar, ji bo êrîşeke berfireh a li ser taxan bi rojan amadekarî kirin. Êrîşa yekemîn di 6’ê Cotmehê de pêk hat; ev ceribandinek bû lê belê bi ser neket. Hêzên Ewlehiya Hundirîn û gel berwxwedaneke dîrokî nîşan dan.
Piştre di Cotmeha 2025’an de di navbera QSD û rêveberiya Şamê de hevdîtin hatin destpêkirin, lihevkirineke devkî çêbû û ji bo entegrasyona leşkerî komîte hatin avakirin. Êrîşa duyemîn jî di 22’yê Kanûna 20252an de pêk hat. Hêzên Ewlehiya Hundirîn û gel nerazîbûneke mezin nîşanî vê êrîşê dan û li ber xwe dan. Êrîşên sêyemîn di 5’ê Çileya 2026’an de li gel droneyên xwekujiyê hatin kirin. Ev êrîş çend rojan beriya eşkerekirina lihevkirinê hatin kirin. Lihevkirin pêk hatiye, dihat payîn ku bi awayekî fermî were eşkerekirin û tax hatin hedefgirtin. Bi vî awayî hemû kesî fêm kir ku hin hêzên din dewreyê de ne û armanc komkujî ye.’’
Dogan Cîhan di dewama axaftina xwe de qala şer û berxwedana şeş rojî ta li Helebê kir û ev yek anîn ziman:
‘’Pêkhatina êrîşan ya çend rojan beriya ragihandina lihevkirinê ji aliyê Hêzên Ewlehiya Hundirîn û gel ve bi vî rengî hate nirxandin: beriya niha li ser Elewî û Durziyan komkujî hatin kirin û vê carê jî dixwestin ku heman yekêli Kurdên Helebê bikin.
Ger em qala qadê bikin, em dikarin van yekan bînin ziman: Artêşeke rojnamegeran, televîzyonên weşana zindî dikin, fenomenên medyaya dijîtal û hin amûrên propogandayê yên cuda anîn êrîşê. Televîzyonên Erebistana Siûdî, Qeter, Sûriye û Tirkiyeyê bi heman gotinan weşan kirin û li hemberî gelê Kurd heman ziman hate bikaranîn. Vê yekê, mezinahî û armanca êrîşan bi awayekî eşkere nîşan dida. Hêzên Ewlehiya Hundirîn û gel li hemberî van êrîşan biryara berxwedanê dan.
Dema ku amadekariyên êrîşan bi lez berdewam dikirin, ji navenda Helebê ber bi taxan ve tank anîn, ji bo pêkanîna komkujiyan otobus hatin sewqkirin. Di weşanên zindî de dihat gotin ku ‘’QSD teslîm dibe’’ lê belê tiştekî bi vî rengî nebû.
‘EM Ê TESLÎM NEBIN Û LI BER XWE BIDIN’
Gel, nûnerên siyasî û hêzên xweparastinê yên li wir komkujiya ku nêz dibû, dîtin û biryara berxwedanê standin. Komên girêdayî Şamê, li gel teqwîyeyên ji Îdlib û Hamayê hatibûn bi 42 hezar çekdar, 124 tank, 4 balafirên bêmirov ên cureya Bayraktar û 76 droneyên xwekujiyê êrîş pêk anîn. Her wiha di êrîşan de 94 yekîneyên topavêj ên menzîldirêj, wesayîtên zirxî û 550 çekên giran ên cure DShK hatin bikaranîn. Gelek komên girêdayî SMO’ya ku Tirkiye piştgiriyê didiyê jî beşdarî, êrîşê bûn.
Dema ku senaryoya otubusan bi ser neket êrîşan dest pê kir; Tax bi tank, top, obus, êrîşên hewayî û katyûşayan hatin bombebarankirin. Her wiha propoganda jî hatin ku ev êrîş ji aliyê QSD’ê ve tên kirin. Lê belê eşkere bû ku êrîş plankirî bûn û ji aliyê pisporan ve hatibûn organîzekirin. Hêzên Ewlehiya Hundirîn şeş rojan bi çekên sivik li ber xwe dan. Hedefgirtina hebûna gel û sivîlan rê li ber birîndarbûna gelek kesan vekir. Ji ber ambargoyan li nexweşxaneyan derfetên tedawîbûnê nebûn.
Li Nexweşxaneya Xalid Fecir a li Taxa Şêxmeqsûdê zêdetirî 300 birîndarên zarok, jin û temenmezin hebûn. Nexweşxane dihat bombebarankirin. Lê belê Hêzên Ewlehiya Hundirîn parastina nexweşxaneyê kir û birîndar ji nexweşxaneyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatin şandin. Bi saya berxwedanê komên çeteyan nekarîn nêzîkî nexweşxaneyê bibin. Di encama vê yekê de agirbesteke qismî hate dabînkirin û derfet çêbû ku birîndar bi awayekî ewle werin veguhestin.’’
‘YAŞAR GULER SEREDANA ODEYA OPERASYONA HELEBÊ KIR’
Dogan Cîhan piştperdeya êrîşan nirxand, bal kişand ser rola Tirkiyeyê ya di van êrîşan de û ev yek anîn ziman:
‘’Plana êrîşan ji aliyê Tirkiyeyê ve hate kirin; Erebistana Siûdî û Qeterê piştgirî dan, hêzên din jî bêdeng man û êrîş erê kirin. Min Colanî ji tevgera yekem a li Îdlibê ve şopand. Ez dikarim vê yekê bibêjim ku roja Colanî anîn Şamê, Sûriye bi awayekî fiêlî perçe bû. Ferzkirina li ser Kurdan jî li ser rojava û rojhilatê Firatê hate kirin. Li gorî lihevkirinên navneteweyî wê nehata qebûlkirin ku Kurd li rojavayê Firatê bin.Komên SMO’yê li Heleb û derdora wê veguherandin beşên leşkerî yên mezin. Ji aliyê leşkerî ve Heleb di destê SMO’yê de bû û SMO jî bi awayekî rasterast ji aliyê Tirkiyeyê ve tê birêvebirin. Di pêvajoya êrîşên li ser taxan de me ne Colanî dît ne jî Wezîrê Parastinê Ebu Kasra; ne rûyê xwe nîşan dan ne jî daxuyaniyek dan. Bes Serokê Fermandariya Giştî ya Sûriyeyê Ali el-Naasan ê ku hate Enqereyê û bi Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler re hevdîtinek kir, hate dîtin. Ewanî odeya operasyonê, çend wêne girtin, parve kirin û piştre ji holê winda bû.
Ez dixwazin vê agahiya ku di destê xwe de jî parve bikim. Di dema êrîşan de Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guker bi awayekî rasterast seredana odeya operasyonê ya li Helebê kir. Tirkiyeyê bi xwe operasyon bi rê ve bir.’’
Dogan Cîhan di dawiya axaftina xwe de têkildarî rewşa taxan a dawîn, encamên berxwedana gel û tabloya derketî holê ev yek anîn ziman:
‘’Ez li gel çavkaniyên xwe û welatiyên ji taxê axivîm. A niha her du tax jî ji aliyê komên girêdayî Şamê ve hatine dorpêçkirin. Destûr nayê dayîn ku tu kesek bikeve taxan; saziyên çapemeniya navneteweyî û rojnameger nayên standin. Hê jî li taxan nediyariyek heye.
Ev îradeya ku ji Helebê bilind bû, ji rejîma Şamê re jî got ‘bisekine.’ Hemû hevdîtinên ji niha û pê ve, piştî tiştên ku li Helebê qewimîn, girîngtir dibin.’’

