Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD`ê yê Kantona Firatê Bozan Xelîl têkildarî salvegera rizgarkirina Kobanê û berxwedaniya ku niha bi rihê Kobanê li Bendava Tişrînê tê dayîn, ji ANF`ê re axivî.
Bozan Xelîl anî ziman ku di 26`ê Çileya 2015`an dîrok ji nû ve hat nivîsandin û îro ew dîrok careke din xwe dubare dike û wiha got: “Di 27`ê Çileyê de jî Rêveberiya Xweser a Demokratîk hatiye avakirin. Em ji pêvajoyên dîrokî re derbas bûn; piştî Şoreşa Rojavayê, rêveberiyek hat îlankirin, sazî hatin avakirin û. cara ewil civakeke demokrat ku her kes xwe bi xwe rêve dibe, hat avakirin. Desthilatdarî jî dixwazin wê şoreşa ku bi xwîna bi hezaran şehîdan hatin avakirin, tune bikin. Piştî Şoreşa Rojavayê bi gelek rêbazan ev êrîş pêk hatin, ew çeteyên ku xwestin şoreşê û destkeftiyên wê tune bikin, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve dihatin birêveberin. Çeteyan xwestin vê tecribeya demokrasiyê ya ku di jiyanê de avaniyeke nû ye tune bikin.”
Bozan Xelîl diyar kir ku cara yekemîn bû ku di Rojhilata Navîn gel bêyî desthilatdarî xwe bi xwe bi rê ve dibin. Lewra ev proje ji desthilatdariyê re dibûn cihê tirsê û wiha domand:” Berxwedaniyeke efsanewî li Kobanê hat nîşandan. Piştî êrîşa Cebhet El Nûsrayê, DAIŞ’ê berê xwe da Kobanê û piştî ku ketin Mûsilê, bi rengekî hov berê xwe dan Kobanê û di 15`ê Îlonê de bi êrîşeke ji sê aliyan ve ber bi Kobanê ve hatin. Lê bi biryara gel û şervanan xwedîlêderketina ax û gelê xwe bû. Rêber Apo jî banga seferberiyê ragihandibû ku di encamê de ji çar aliyê Kurdistanê û cîhanê jî berê xwe dan Kobanê û li hemberî wê tarîtiyê destan nivîsandin.”
`SÎNOR NEBÛN ASTENG`
Bozan Xelîl destnîşan kir ku xeta jinên azad wê bi ser bikeve û wê dîroka desthilatdariyê jî têk here û wiha pêde çû: “Ew sînorên ku ji Sykes Pîcotê derketî û Kurdistan kir çar parçe, têk çûn û şikestin. Ew sînor ji ciwanên Kurd yên ji her çar parçeyê Kurdistanê re nebûn asteng, wan bi dil û rihê xwe berê xwe da Kobanê. Sînor hatin rakirin û bi rojane li ser sînor nobet dihatin girtin. Bi vî awayî, bi piştgiriya koalîsyona navneteweyî DAIŞ têk çû. Kobanî bû sembola mirovahiyê û kelha berwedanê.
Em vê serketinê diyarî tevahiya mirovahiyê dikin. Tevahiya cîhanê ji bo Kobanê rabû û 1`ê Mijdarê bû roja Kobanê ya cîhanê. Di nava çeperên şer de berxwedaniyeke bêhempa hat dayîn. Ew rihê berxwedaniya Kobanê yê fedayî hat diyarkirin û tola wê zilma ku bi sedan salan li vî gelî hatî kirin, li Kobanê hatin hilan. Bi sedan çalakiyên fedayî pêk hatin ku yek wan jî Arîn Mîrkan e. Li Girê Miştenûrê destan hatin nivîsandin û tarîtî têk çû. Îradeya gelan bi ser ket ku ew israra berxwedaniyê û şerê rûmetê bû. Kobanê bû sembola berxwedanê û ‘dirûşmeya an serkeftin an serkeftin’ ew ê her tim li dar bez
`KOMKUJÎ TÊN KIRIN Û CIVAKA NAVNETEWEYÎ BÊDENG E`
Bozan Xelîl anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker rasterast êrîş dike û wiha got: “Piştî Şerê Kobanê, dewleta Tirk a dagirker hîna jî êrîş dike, binesaziyên me dike hedef, zarokên me dike hedef û komkujiyan dike. Ew şer hîna bi dawî nebûye û li Bendava Tişrînê dixwaze xeta demokrasiyê tune bike. Dewleta Tirk, rojane bi balafirên şer li gel dixe. Em li hemberî hemû civaka navnetewî matmayî mane ku ta niha li hember komkujiya tê kirin û bêdeng mane.”
Bozan Xelîl wiha domand: “Em ê li ser axa xwe bin û divê her kes rabe axa xwe û ava xwe biparêze. Madem îradeya me heye, em ê bi ser bikevin. Em bi rihê şerê gelê şoreşgerî li ber xwe didin. Madem em wiha îsrar dikin, wê serkeftin mûtleq ya me be. Berxwedaniyeke efsanewî li Tişrînê tê kirin. Gelê me biryar daye, ger parastin tune be, em ê her tiştî ji dest bidin. Em di wê baweriyê de ne ku ev ax axa me ye ,divê em jî xwedî li vê axê derkevin. Dema ku digotin Kobanê ha ket ha wê bikeve, lê Kobanê neket û li ber xwe da, em dibêjin, wê ketin dîsa bibe para dagirkeriyê bê û em ê bi ser bikevin. Wê di nexşeya Rojhilata Navîn a nû de wê netew-dewlet ji holê rabin. Em di nava kaosekê de ne û em di wê baweriyê de ne ku wê Kurd li Rojhilata Navîn bi ser bikevin. Kurdan xwe birêxistin kiriye û wê serkeftin para me be û wê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe navneda çareseriyê ji bo tevahiy Rojhilata Navîn. Dem hatiye û em ê şansên dîrokî bi dest bixin.”