Sêşem, 6 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Derbarê nûçegihana JINNWS’ê Rabîa Onver de lêpirsîn hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DYE balafirên xwe yên B-1 ji Baregeha Fairfor a Îngilistanê vekişand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hidir Ozturk: Hêvîdar im ev rûreşî di nava aştiyê de ronî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji muzîkjenên Derya Reş peyam: ‘Divê hunermend aştiyê biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 5’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li gelek bajaran hate bibîranîn: Em ê xeyalên wê pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Giştî ya Dije-Terorê li Silêmaniyê çeteyekî DAÎŞ’ê girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê xwendekar ji bo piştgiriya Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ranyayê li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li cihê şehîd bûyî, hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran di rojeva parlamentoya Herêma Kurdistanê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sineyê ji bo Marziye Moradavisi cezayê girtîgehê û pere hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevanên ku Xelata Gurbetellî Ersoz wergirtin hatin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: 27 jin û 6 zarok hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Mexmûrê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Nagîhan Akarsel li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li ser girtiyên jin dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Doh Kobanê bû, îro jî Tişrîn e’
Rojava

‘Doh Kobanê bû, îro jî Tişrîn e’

Hevserokê PYD'ê yê Kantona Firatê Bozan Xelîl diyar kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bibe modela nû ya Rojhilata Navîn û bibe cihê çareseriyê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Çile 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD`ê yê Kantona Firatê Bozan Xelîl têkildarî salvegera rizgarkirina Kobanê û berxwedaniya ku niha bi rihê Kobanê li Bendava Tişrînê tê dayîn, ji ANF`ê re axivî.

Bozan Xelîl anî ziman ku di 26`ê Çileya 2015`an dîrok ji nû ve hat nivîsandin û îro ew dîrok careke din xwe dubare dike û wiha got: “Di 27`ê Çileyê de jî Rêveberiya Xweser a Demokratîk hatiye avakirin. Em ji pêvajoyên dîrokî re derbas bûn; piştî Şoreşa Rojavayê, rêveberiyek hat îlankirin, sazî hatin avakirin û. cara ewil civakeke demokrat ku her kes xwe bi xwe rêve dibe, hat avakirin. Desthilatdarî jî dixwazin wê şoreşa ku bi xwîna bi hezaran şehîdan hatin avakirin, tune bikin. Piştî Şoreşa Rojavayê bi gelek rêbazan ev êrîş pêk hatin, ew çeteyên ku xwestin şoreşê û destkeftiyên wê tune bikin, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve dihatin birêveberin. Çeteyan xwestin vê tecribeya demokrasiyê ya ku di jiyanê de avaniyeke nû ye tune bikin.”

Bozan Xelîl diyar kir ku cara yekemîn bû ku di Rojhilata Navîn gel bêyî desthilatdarî xwe bi xwe bi rê ve dibin. Lewra ev proje ji desthilatdariyê re dibûn cihê tirsê û wiha domand:” Berxwedaniyeke efsanewî li Kobanê hat nîşandan. Piştî êrîşa Cebhet El Nûsrayê, DAIŞ’ê berê xwe da Kobanê û piştî ku ketin Mûsilê, bi rengekî hov berê xwe dan Kobanê û di 15`ê Îlonê de bi êrîşeke ji sê aliyan ve ber bi Kobanê ve hatin. Lê bi biryara gel û şervanan xwedîlêderketina ax û gelê xwe bû.  Rêber Apo jî banga seferberiyê ragihandibû ku di encamê de ji çar aliyê Kurdistanê û cîhanê jî berê xwe dan Kobanê û li hemberî wê tarîtiyê destan nivîsandin.”

`SÎNOR NEBÛN ASTENG`

Bozan Xelîl destnîşan kir ku xeta jinên azad wê bi ser bikeve û wê dîroka desthilatdariyê jî têk here û wiha pêde çû: “Ew sînorên ku ji Sykes Pîcotê derketî û Kurdistan kir çar parçe, têk çûn û şikestin. Ew sînor ji ciwanên Kurd yên ji her çar parçeyê Kurdistanê re nebûn asteng, wan bi dil û rihê xwe berê xwe da Kobanê. Sînor hatin rakirin û bi rojane li ser sînor nobet dihatin girtin. Bi vî awayî, bi piştgiriya koalîsyona navneteweyî DAIŞ têk çû. Kobanî bû sembola mirovahiyê û kelha berwedanê.

Em vê serketinê diyarî tevahiya mirovahiyê dikin. Tevahiya cîhanê ji bo Kobanê rabû û 1`ê Mijdarê bû roja Kobanê ya cîhanê. Di nava çeperên şer de berxwedaniyeke bêhempa hat dayîn. Ew rihê berxwedaniya Kobanê yê fedayî hat diyarkirin û tola wê zilma ku bi sedan salan li vî gelî hatî kirin, li Kobanê hatin hilan. Bi sedan çalakiyên fedayî pêk hatin ku yek wan  jî Arîn Mîrkan e. Li Girê Miştenûrê destan hatin nivîsandin û tarîtî têk çû. Îradeya gelan bi ser ket ku ew israra berxwedaniyê û şerê rûmetê bû. Kobanê bû sembola berxwedanê û ‘dirûşmeya an serkeftin an serkeftin’ ew ê her tim li dar bez 

`KOMKUJÎ TÊN KIRIN Û CIVAKA NAVNETEWEYÎ BÊDENG E`

Bozan Xelîl anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker rasterast êrîş dike û wiha got: “Piştî Şerê Kobanê, dewleta Tirk a dagirker hîna jî êrîş dike, binesaziyên me dike hedef, zarokên me dike hedef û komkujiyan dike. Ew şer hîna bi dawî nebûye û li Bendava Tişrînê dixwaze xeta demokrasiyê tune bike. Dewleta Tirk, rojane bi balafirên şer li gel dixe. Em li hemberî hemû civaka navnetewî matmayî mane ku ta niha li hember komkujiya tê kirin û bêdeng mane.”

Bozan Xelîl wiha domand: “Em ê li ser axa xwe bin û divê her kes rabe axa xwe û ava xwe biparêze. Madem îradeya me heye, em ê bi ser bikevin. Em bi rihê şerê gelê şoreşgerî li ber xwe didin. Madem em wiha îsrar dikin, wê serkeftin mûtleq ya me be. Berxwedaniyeke efsanewî li Tişrînê tê kirin. Gelê me biryar daye, ger parastin tune be, em ê her tiştî ji dest bidin. Em di wê baweriyê de ne ku ev ax axa me ye ,divê em jî xwedî li vê axê derkevin. Dema ku digotin Kobanê ha ket ha wê bikeve, lê Kobanê neket û li ber xwe da, em dibêjin, wê ketin dîsa bibe para dagirkeriyê bê û em ê bi ser bikevin. Wê di nexşeya Rojhilata Navîn a nû de wê netew-dewlet ji holê rabin. Em di nava kaosekê de ne û em di wê baweriyê de ne ku wê Kurd li Rojhilata Navîn bi ser bikevin. Kurdan xwe birêxistin kiriye û wê serkeftin para me be û wê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe navneda çareseriyê ji bo tevahiy Rojhilata Navîn. Dem hatiye û em ê şansên dîrokî bi dest bixin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nobeda li Bendava Tişrînê di roja 19’an de ye
Nûçeya Pişt re Salvegera serketinê ya Berxwedana Kobanê hate pîrozkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Konferans: Modela entegrasyona demokratîk ji bo aştiyê zemînek xurt pêşkêş dike

Doç. Dr. Arzû Yilmaz û Xelatgirê Nobelê Oleksandra Viacheslavivna Matviichuk di konferansa navneteweyî ya li…

Ji aliyê Stêrk TV

Gardiyanan li Girtîgeha Bakirkoyê êrîşî girtiyan kirin

Gardiyanan êrîşî girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ku nexwestin pêlavên xwe derxin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji KCK’ê peyama têkildarî meha Mûharremê

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê diyar kir ku polîtîkayên dewleta Tirk ên li ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Nasnameyên 18 şehîdan hat eşkerekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xwendekaran ji bo perwerdeya Kurdî li Dirbêsiyê çalakî lidar xist

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xwendekarên Kobanê nerazîbûn nîşanî biryara Wezareta Xwendina Bilind dan

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Ji bo bîranîna Arîn Mîrkan û Rêvana Kobanê 200 dar hatin çandin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?