Fermandariya Navendî ya DYA’yê (CENTCOM), ragihand ku ji destpêka operasyonan vir ve li Îranê zêdetirî 1250 hedef hatine lêdan. Her wiha, hêzên DYA’yê li Kendava Omanê 11 keştiyên Îranê îmha kirin; Donald Trump berê gotibû 10 keştî. Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya DYA’yê hat parvekirin de hat gotin, “Berî du rojan 11 keştiyên rejîma Îranê li Kendava Omanê hebûn, îro dema hûn lê dinêrin yek jî tune ye.” Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rejîma Îranê bi salan e trafîka keştiyên navneteweyî ya li herêmê bi tacîz û êrîşan dike hedef û hat ragihandin ku DYA wê parastina azadiya deryavaniyê bidomîne.
Li aliyê din, Supayê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê ragihand ku ji destpêka şer vir ve wan êrîşî 60 hedefên stratejîk û 500 xalên leşkerî yên aîdî DYA û Rejîma Siyonîst kiriye. Di daxuyaniya ku ji aliyê Daîreya Têkiliyên Giştî ve hat dayîn de hat diyarkirin ku pêla diwanzdehemîn a Operasyona Sadiq Vaad 4 ber bi çeperên dijmin ve hatî birêkirin û operasyonên di pêlên berê de bi serkeftî hatine pêkanîn.
Pasdaran ragihand ku wan navendên îstîxbaratê yên Amerîkayê yên li Kendava Basrayê, depoyên lojîstîk û li axa dagirkirî ya Îsraîlê jî zêdetirî 20 xalên li herêmên Tel Avîv, Qudsa Rojava û Celîleyê kirine hedef. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ji destpêka şer vir ve, bi êrîşkirina ser 60 hedefên stratejîk û 500 xalên leşkerî, zêdetirî 700 ÎHA û bi sedan fuzey hatine bikaranîn.”

