EFFP’ê têkildarî pêvajoyê daxuyaniyek weşand, li gel destnîşankirina fikaranê xwe got, “Muzakere, naskirina hev û muxatabiya siyasî mercên eslî yên aştiyê ye.”
EFFP’ê ragihand ku ji bo bidawîkirina şer û mayindekirina aştiyê gaveke girîng e, lewma piştgiriya xwe destnîşan kir û got, “Hukmên qanûnê yên li ser lêpirsîn, darizandin û taloqkirina înfazê ji aliyê derbasbûna ji şer ber bi siyaseta demokratîk ve qadeke girîng a hiqûqî diafirîne.”
EFFP’ê got, “Yek ji destketiyên herî mezin ên vê pêvajoyê derfetê pêşîvekirina li azadî û demokrasiya li Tirkiyeyê ye” û destnîşan kir ku aştiyeke mayinde tenê li ser vê danhevia dîrokî û civakî dikare bê avakirin.
Di daxuyaniyê de EFFP’ê “fikarên xwe yên girîng” ên li ser pêşnûme qanûnê anî ziman û got, “Bi halê heyî ev yek qanûneke çarçoveyê ye ku pêşî li azadiya fîzîkî vedike, lê belê şerhê datîne ser azadiya rêxistinbûnê û îdeolojîk. Bêguman gelekî hêja ye ku mirov ji girtîgehê derkevin, dawî li lêpirsîn û darizandina wan bê anîn. Lê belê aştiya mayinde tenê bi azadiya fîzîkî ya mirovan nabe. Divê fikir, gotin, rêxistinbûn û siyaseta demokratîk jî azad bibin. Hiqûqa aştiyê divê ne dewamiya hiqûqa ewlekariyê ya bi amûrên cuda be, lê divê ji holêrakirina wê be.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ji ber vê yekê em li bendê ne ku di dema pêş de sererastkirinên hiqûî li ser bingeha welatîbûna azad, azadiya rêxistinbûn û îfadeyê û xirtkirina tevlîbûna demokratîk be. Garantiya rasteqîn a aştiyê ne tenê saziyên dewletê ye, di heman demê de civakîbûna aştiyê ye.”
EFFP’ê ji ber vê yekê destnîşan kir ku di pêvajoyên bi vî rengî de divê alî bi rengekî wekhev li dora maseyê bêne temsîlkirin û got, “Abdullah Ocalan yek ji rêveberên pêvajoyê ye, lewma em li bendê ne ku yekser û bi rengekî azad li dora maseyê be. Aştiya mayind bi rêbazeke welê ava nabe ku aliyek weke hêmana esasî, ya din jî weke muxatabê biryarên hatine wergirtin bê dîtin. Muzakere, naskirina hev û muxatabiya siyasî mercên eslî yên aştiyê ye.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Li pêşiya me derfeteke gelekî hêja heye ku zû bi zû bi dest nakeve. Lewma em vê qanûnê ne weke encamekê, lê belê weke vekirina deriyekî dibînin. Di ne tenê ber bi bêçekbûnê; divê em ji wî derî ber bi Tiriyeyeke ji azadiya rêxistinbûnê, welatîbûna wekhev û siyaseta azad bimeşin.
Û em vê tenê dikarin bi hev re bikin. Ji ber ku aştî ne tenê meseleya Kurdan e. Azadbûna gelê Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê pêvajoyên ji hev cuda nînin. Derfetê îro li pêşiya me ye, ji bo gelê Kurd û tevahiya hêzên demokrasiyê yên li vî welatî, vekirina rêya jiyaneke demokratîk û azad e.”

