Di Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (ICJ) a li Laheyê de, li ser navê Elmanyayê Tanîa von Ûslar-Gleîchen axivî û got: “Ewlehiya Îsraîlê di navenda polîtîkaya derve ya Elman de cih digire.”
Ûslar-Gleîchen diyar kir ku Elmanya sûcdariyên ku ji aliyê Nîkaragûa ve tên kirin ‘bi zimanekî teqez red dike’.
Nîkaragûa di doza li dijî Elmanyayê vekirî de, daxwaz kir ku ji bo astengkirina alîkariyên Elmanyayê yên ji bo Îsraîlê, tedbîrên lezgîn divê bên girtin.
Nîkaragûa roja Duşemê di ICJ’ê de Elmanya ji ber alîkariya wê ya ji Îsraîlê re, rexne kir.
Parêzerên Nîkaragûa ragihandin ku Elmanya çekan ji Îsraîlê re dabîn dike û bi vî rengî Peymana Qirkirinê ya Navneteweyî ya ku piştî Holokost di sala 1948’an de hatî îmzekirin, binpê dike.
Tanîa van Ûslar-Gleîchen li ber dadgehê bersiva sûcdariyên Nîkaragûa da û got: “Elmanya sûcdariyên Nîkaragûa bi zimanekî teqez red dike. Ne di rastiyê de, ne jî di hiqûqê de çi bingehê van sûcdariyan nîne.”