Gelek îcraker dibêjin, lê herî zêde ji gotinên Miradê Kinê Şerê Mala Eliyê Yûnis bi min xweş e. Belkî ji ber kemançê ye û belkî jî ji ber ku zimanê wî ji bo min ji nava malê ye. Axir sedem çi dibe bila bibe, gotina wî li ber dilê min xweş e. Gava guh didimê, ez bivênevê li safdiliya Kurmancan careke din û ji nû ve hayil dibin. Xasma gava di Şerê Mala Eliyê Yûnis (Miradê Kinê weke Mala Eliyê Ûnis telafûz dike) de ji bo leşkerê dewleta Tirk tê gotin:
Lê lî belê, bira hûn ê derba lê nedin li bejn û bala nefera
Heçî ew in, ewî ji me Kurdan e
Hûn ê derba lê bidin, li bejn û bala va çawişa, astêmena û ustêmena
va têmen û yuzbaşî, bînbaşî, albay û yarbay û va buyukqumandana
Wele bira ez ê dêhnê xwe didimê
li ber Pira Malabadê, kenarê avê, ber Borê Qeremûsê
Li ser serê Mala Eliyê Ûnis çi ecêb, çi qiyamet û çi tofan e….
Yanî em eşkere dibînin ku, di metnê de leşkerên bi darê zorê leşkeriyê bi wan didin kirin û endamên çîna leşkeran a dewleta Tirk ji hev tên cihê kirin. Lê gava metn vê dike, pirr balkêş e ku bi îhtîmam weke sedema nekuştina yan jî derblênedana “neferan” sedem yan jî hinceta “ewî ji me Kurdan e” tê hildan. Di deverên din ê metnê de jî di îcraya Miradê Kinê de em vê yekê xweş dibînin. Lê beriya wê em berê xwe bidin vî beşê li jêrê:
Lê lî belê, hûnê li nefera nexin
Heçî nefer in emirqûl in
Çavê dê û bavê wa li riya wan e
Hûn ê çavê xwe bigerînin
Li şewqemezinan li terfîliya
Ayildizî li ser milê wan e
Xwedyê miaşê giran e
Çavê wa li aferiman e
Em ê îro hilînin heyfa feqîr û meqîrê Omeriyane
Di îcraya Miradê Kinê de “firman e” û “firmana me Kurdan e”. Heger metnekî îcrayê yê ji temamê şerî qut weke li jorê tenê derketa pêş, hingê wê firman tenê ya “Mala Eliyê Ûnis” baya û yên ku heyfê dihilînin jî wê tenê “heyfa feqîr û meqîrê Omeriyan” hilaniya.
Lê na, îcraya Miradê Kinê, îcrayeke welê ye ku li ser dubendiya di navbera “hekûmata Enqerê” û Kurdan de, “wa bêbavê Tirkan û Kurdan de ava bûye:
Jin û namûs û pîrekê xwe bi sê telaqan berdana,
go, em ê serê xwe nakin şelqane
Em ê destê xwe nakin darê kelemçane
Em ê berê xwe nadin hepisxanê girane
Bira, em ê ti cara destê xwe nakin destê van bêbavê Tirkane
Lê helbet dubendiyeke eşkere ya dagirker û dagirkirî, mêhtinger û mêhtingehkirî em ê nikaribin ji wan çend gotinan derêxin. Ji bo ku qet şika me ji vê yekê nemîne, îcraya Miradê Kinê -îcrayên din jî lê ez bi ya Miradê Kinê dadikevim- ta bi derziyê ve dike û peywenda dîrokî û meseleya bîrê tîne û li darî çavê me datîne:
Bira, heçî ew in, ew qisasê serê me bi xwe ne
Bira, bîra we nayê wextê Şêx Seîd l´devê Olî Camiya Diyarbekrê xeniqandin
Û stûyê wî avêtin şelîtê û bûkê serbizêrî bi ser mala bavê xwe de vegeriyane
Bira hûnê wê rojê bi bîra xwe bînin
Va eskerê Sêrtê, Belîsê, Wanê, Tetwanê, Xelatê, Erdîşê, Mûradiya, û Qersê, Qaxizmanê, Bazîdê, Erzromê, l´ber Pira Malabadê li kenarê avê dîsanê vane lev civiyane…