Çarşem, 22 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tesîsa civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rastî êrîşa çekdarî hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurtulmuş bi Kiliçdaroglu re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DEM Partiyê: Qanûna çarçoveyî divê berfireh be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kurtulmuş tûra ‘qanûna çarçoveyî’: Bi Koma Yenî Yolê re jî civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina Kurtulmuş û DEM Partiyê 45 deqeyan dom kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şîrketeke din a petrolê karê xwe sekinand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xelata Şehîd Soran Mame Heme ji Îlham Ehmed re hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dronan êrişî Hewlêrê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê salvegera Şoreşa Rojava û çalakiya nobetê hate silavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Heta ku Rêber Apo nikaribe bi rengekî azad bixebite pêvajo bi pêş ve naçe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li Wargeha Mexmûrê 3 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Cezayê girtîgeh, sirgûn û qemçiyê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendeke jin ji aliyê Îranê ve hat cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd êrişên li ser Başûr şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partî: Şoreşa Jinan a Rojava 14 sal in çavkaniya îlhamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê Ayfer Serçe bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Li Hewlêr, Akrê û Pîrmamê gelek balafirên bê mirov xistin xwarê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Gotar > Hêndêk boçûn le ser kitêb
Gotar

Hêndêk boçûn le ser kitêb

Hesen QAZÎ
Hesen QAZÎ Dîroka nûkirinê: 25. Sibat 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Hesen QAZÎ
Parvekirin

Le ser Kitêbî sazmanî înqilabî û Kurdistan

Enwer Sultanî

Le salanî deyey 1960 dûberekîyekî aydîyolojîk le wilatanî sosyalîstî da teqîyewe ke sereta  u binemakanî çend salêk bû be çaw debînran û le encamda komelgay wiltanî sosyalîstî beser layengiranî Yeketî Sovyetî û Çîn da dabeş kiran. Eger natebayî û dijkarîyekan le nawxoy ew dû wilate da hokar û binemay abûrî, siyasî û aydyolojîkî hebû, le wilatanî cîhanî sêhem, ke dîktatorî û nebûnî azadî deretanî be xelkekey nededa tenanet beşêkî kemîş le edebiyatî siyasî Çîn û Yeketî Sovyetî bixwênnewe û cîhanbînî û ruwangey felsefî-‘eqîdetîyan binasin, hizbe komonîste nerîtîyekan be maweyekî kem dû şeqe bûn û jimareyêkî berçaw le lawanî xwêngerm û xwazyarî kirdewey şorişgêrane, alay Maoîsm be ser şanewe, rîzî xoyan le hizbe nerîtîyekan ciya kirdewe ke be rêvîzyonîst û rêformîst û tenanet sosyal-împiryalîstyan denasîn. Diyare le wilatanî rojawayî da hîsabekan ta radeyekî zor ciyawaz bû û kemtir wabû kesanêk be bê bîrkirdnewe û xwêndnewe û helsengandin,be şewêk bibêt be maoîst, wek be rojêkîş nebû be komonîst!

Hizbî Tûdey Iran û Hizbî Şîw’î Iraqîş, be endam û layengiranî kurdewe, lew gorankarîyane bedûr nemanewe. Tenanet Hîzbî Dêmokratî Kurdistanî Iran û Partî Dêmokratî Kurdistanî Iraqîş, wek dû hîzb û dû berey nasyonalîstî, be endam û layengiranî çep û rastewe, ew dîware şikaweyan be serda rûxa û tûşî dûfaqeyî hatin. Eger bizûtnewey çekdaraney salanî1967û68î Hîzbî Dêmokratî Kurdistanî Iran be encamî rastewxoy ew dûberekîye û piştkirdne hîzbe nerîtîyeke bizanîn, detwanîn dûberekî nêwan balî Barzanî û Celalî le salani 1964 ta 66î temenî şorişî Eylûl (1961)îş wek derencamî narastewxoy ew diyarde cîhanîye bigrîne ber çaw, bawekû zorîş narastewxo nebû!

Bedaxewe lawazbûnî layenî têorîk û xerîk bûn be şerî çekdaranewe, bizûtnewey çep û neteweyî Kurdî le nawxowe rizand bû u amadey şwênhelgirtin le tesîrî rastewxoy bîrî hîzbe çepekanî gelanî baladest le hemû parçekanî Kurdistan kirdbû. Her boyeş rêberan û tîorîsyenanî balî şorişigêr lenaw Hîzbî Tûdey Iran û Hîzbî şîw’î Iraqî û Hêzbî Komonîstî Turkiya da tuwanîyan be yarmetî wergirtin le “tîorî şorigêraney” bawî ew salane, ke kurd têyda kol û natewaw bû,fezay fîkrî xoyan be ser Kurdistan da bisepênin û ew rewte her le deyey şestî pêşûwewe be berdewamî mayewe ta geyiştote emro,ke têyda bîrî “Hîkmetî”nek her le Rojhelat, belkû le Başûrîş be ser bizûtnewey netewayetî kurd da,zale û xebatkaranî netewey Kurdî xistote tengjeyekî tirsinakewe.

Seretay ew kartêkerîye degerêtewe bo kotayiyekanî deyey şestî seedy pêşû ke “Sazman Inqîlabî” le naw beşêk le lawanî endam û layengirî Hîzbî Tûdey Iran da serî helda û ew endamaney hîzb ke le derewey Iran dejyan u xuwazyarî “kar û kirdewey şoirşgêrane” le nawxoy Iran bûn, derfetî hawdengî û hawkarî lawanêkî şoirşgêrî Kurd, wek nemiran Isam’îl Şerîfzade û Mela Awareyan le naw Hîzbî Dêmokratî Kurdistanî Iran da qoztewe-“Komîtey Şorişgêr”î HDKîş be heman bîr û hizrewe le bejnî hîzbeke ciyabbûwe û deywîst bibête lokomotîvî şoriş û qetarî xelkî çewsawey Kurd le rojhelatî Kurdistan be şwên xoy da bikêşêt-ew tîorîyey wa be kotayî jiyanî qaremananey Çê Gêwara le Emrîkay latînîş tûşî nuşust hat.

Her çonêk bêt, peywendîyekan bestran û behoy ew rastîyewe ke ew dem endamanî komîtey şorişgêrî Hîzbî Dêmokrat le Iraq û le perawêzî şorişî Eylûl da dejyan, “Sazmanî Înqîlabî” hawkat kewte peywendî legel balî Celalî Şorişî Eylûl û beşêk le endamanî bo maweyekî zor le rêzekanî ewan da manewe u kar û xebat û xizmetyan kird-kar û xizmetêk ke hawrê bû legel rijandinî bîr u boçûnî şorişgêraney xoyan bo naw demarekanî bizavî netewayetî gelî Kurd le Başûrî Kurdistan. Kitêbî “Sazmanî Inqîlabî û Kurdistan” le rêgey hendêk bîrewerî û hevpeyvîn u yaddaşt û helbijardey kitêbewe,mêjûy kar û helsûranî ew rêkxirawe Iranîyey le naw bizavî neteweyî gelî Kurd le Başûr û Rojhelatî Kurdistan xistote ber bas u lêkolînewe. Kitêbeke mamosta Hesen Qazî amadey kirdûwe. Kak Hesen ke lêre da wek amadekarêkî sakarî kitêbeke derdekewêt, le rastî da çi wek layengirî be kirdewey Komîtey Şorişgêrî Hîzbî Dêmokratî Kurdistanî Iran û endamî helsûrawî konfêdrasyonî cîhanîy xwêndkaranî Iranî le Urûpa, le cergey gelêk lew rûdawane da bû ke le kitêbeke da basyan lêwe kirawe û bew pêye, şarezay rewtî karekan û nasyawî gelêk lew kesayetîyaneye wa kitêbeke pêmanî denasênêt, belam be şêwey hemîşeyî, dewrî xoy le rûdawekan da kem reng pîşan dawe û ziyatir wek kesêkî lawekî,tenya beserhatekanî bo xwêner gêrawetewe.Le encamp da, zanyarî naw kitêbeke ta radeyekî zor destî ewel û hî nawxoy rewteken, her boyeş dekrê pişt be rastî û durustîyan bibestirêt.

Mamosta Hesen serbazêkî winî şergey beşêkî berçaw le hemû ew kêşe aydyolojîkeye, ke le kitêbeke da rengî dawetewe.Serbazêk ke xebatî hawsengerekanî girîngtir le karekanî xoy debînêt û le encamda xoy dexate sêberî ewanewe. Xwênerî kurd ke le sî çil salî rabirdû da deyan bîrewerî rêberan û helsûrawanî bizavî netewayetî Kurdî xwêndotewe, le hemûyan da rawî rûdawekan wate xawenî bîrewerîyekanî wek qaremanêk bînîwe ke le senterî hemû kirdeweyekî şorişgêraneda bûwe, hergîz heley nekirdûwe û tenya neyar û nahezekanî ew bûn ke tawanbar û berpirsî şikist û nehametîyekan bûn; her boyeş dûr nîye pêy seyir bêt eger bibînê lêre da qaremanî dêwqiran nek rawî xoy, belkû kesanî dîken! 

Belam xwênerî şarezay beserhatekanî ew salane, eger nasyawîyekî kem û zorî legel jiyan û kesayetî û qelemî mamosta Hesen hebêt,detuwanê be başî pey be rastîyekan berêt. Gelî kurd duway ew hemû şikist û nuşust û dûberekî û şerî nawxoyiyey wa le mawey hefta salî rabridû da tûşî hatûwe, êsta debê bigerêtewe ser binema û binçînekanî seretayî û çaw bo hokarekanî sernekewtinî xoy bigêrêt.Kêtêbî mamosta Hesen dekrê serçaweyekî cêgey bawer bo ew geranewe û ruwanîne bêt. Emro serdemî duruşmî qebe û lafîtey gewre nemawe û katî be xoda çûnewe û bîrkirdnewe û dozînewey hokarekane.

Kitêbî mamosta Hesen le layekewe rêzgirtine lew endameIranîyaney”Sazmanî Inqîlabî” ke le naw kurd û bizavî netewayetî Başûr û Rojhelatî Kurdistan da kar û xebatyan kird, le layekî dîkeşewe yarmetîderî xwênere bo têgeyiştin le rewtî serheldan û heres hênanî Komîtey Şorişgêrî HDK, Komeley Rencderan, Yekyetî Nîştimanî û be gişitî, beşêk le mêjûy bîrî çep le Başûr û Rojhelatî Kurdistan.

Helsengandinî kitêbeke derfet û karî ziyatirî pêwîste û şîkirdnewey babetekanî dekewête estoy kesanî şarezay mêjûy ew salane. Bedaxewe min be hoy tûşbûn be nexoşî Koronawe tenya em çend dêrem pê nûrsa.

Dirêjey heye…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN Hesen QAZÎ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Seevan SAEED Azadî û Nan
Nûçeya Pişt re Luqman GULDIVÊ Em destê xwe nakin destê bêbavên Tirkan e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdaneke din kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin careke din serlêdan…

Ji aliyê Stêrk TV

Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ hate taloqkirin

Mitînga “Hêvî û Azadiyê” ku dê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 4’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

NASA’yê qada elektrîkê ya li dora cîhanê keşif kir

Bi pêşengiya NASA’yê komeke lêkolînvanên zanyar, qada elektrîkê ku dora cîhanê tev dipêçe û hebûna…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojhilata Navîn bi çi dikeve sala nû?

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Fenomenolojiya Gravê (12)

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR

Rûsya û Rêxistina Dewletên Tirkîaxêv

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Dahurandina pergalê ye -11-

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?