Li Zozanê Hesandinê yê navçeya Pasûr a Amedê çalakiya kon a gundiyan û têkoşerên ekolojîst dewam dike. Karê madenê ku ji sala 2008’an û vir ve dewam dike û ji aliyê Şîrketa Kûlp Madencîlîk ve Diş Tîcaret A.Ş. ve tê meşandin, li gel nebûna rapora ÇED’ê dewam dike.
Nivîsa ‘Rapora ÇED’ê derbasdar nîne’ ya Baroya Amedê, li ser serlêdana şîrketê hate guhertin; şîrketê bi rengekî li dijî qanûnan rapora ‘Rapora ÇED’ê ne pêwîst e’ wergirt û dest bi karê xwe kir. Li ser vê yekê Komîsyona Hiqûqa Bajêr û Hawirdorê ya Baroya Amedê li Dadgeha Îdareyê ya Duyemîn a li Amedê doz vekir. Dadgehê ji Midûriyeta Guhertina Avhewayê, Bajarvanî û Hawirdorê rapora ÇED’ê xwest, bi vî rengî eşkere bû ku rapor sala 2020’î di serdegirtina lehiyê de ji holê rabû. Li gel van hemûyan jî lêgerîna şîrketê ya li madenê dewam dike. Gundî jî 15 roj in bi çalakiya kon li hemberî şîrketê li ber xwe dide.
‘HENEKÊ XWE BI ME DIKIN’
Yek ji berxwedêran Mehmet Baran ê ji gundê Helînê bi vî rengî qala têkoşîna xwe ya ji sala 2008’an û vir ve kir: “Em ji sala 2008’an û vir ve têdikoşin. Zozaneke hevpar a şeş gund û bi dehan gundikên me heye. Ji sala 2008’an û vir ve li vê zozanê lêgerîna li madenê dewam dike. Sala 2008’an ji bo pênc salan rapora ÇED’ê hate wergirtin; lê belê di nava pênc salan de bi gramekê jî maden ji vê xakê derneket û di nava pênc salan de ev rapora ÇED’ê bi temamî tine bû. Eşkere bû ku rapora ÇED’ê sala 2020’î di lehiyê de ji holê rabû. Lê belê li gel wê yekê jî şîrket weke ku tiştek nebûye li madenê digere. Henekê xwe bi me dike.
Şîrketê niha ji bo madenê dest bi çêkirina rê kiriye. Beriya 15 rojan me dest bi çalakiya kon kir. Destpêkê em pênc kes bûn. Lê belê mala wan ava niha şaredariya me, rêxistinên me yên navçeyê, komeleyên ekolojiyê hemûyan piştgirî dan me. Em ê teqez destûrê nedin vê yekê. Ji xwe gelê me jî wê destûrê nede. Em ê xwe bikin çeper lê belê nehêlin ku li wir karê madenê bê kirin.”
‘WÊ DERFETÊ ME YÊ JIYANÊ NEMÎNE’
Baran qala talankirina ekolojiyê ya ji ber madenê kir û got, “Li wê herêmê şeş gund û bi dehan gundik hene û eger maden bê vekirin wê ti ji van deveran nemîne. Bi ti awayî wê derfetê me yê jiyanê nemîne. Ji bo mirovan li vê cîhanê beriya hilmê av divê, ava me jî ji vê zozanê tê. Niha eger li wir karekî madenê bê kirin, wê ava me nemîne; gemarî bibe û hewaya me jî xera bibe. Ji xwe zozanê me li jorê gundên me ye. Hinekî baran bibare wê yekser lehî rabe. Her wiha çavkaniya me ya debarê ji xwe li vê zozanê ye. Eger ev dever tine bibe em ê neçar bimînin ku biçin. Ya em ê biçin derveyî bajêr yan jî em ê destûrê nedin ku li vê derê tiştekî bi vî rengî bê kirin.”