Koordînasyona Civaka Êzidiyên li Ewropayê (KCÊ-E), li dijî lîstikên provakatîf û gefên mîna DAÎŞ’ê yên li dijî yekîtiya Êzidiyan daxuyaniyek nivîskî weşand.
Koordînasyonê, diyar kir ku civaka Êzidî heta roja îro, tevî ku gelek caran rastî êrîşên qirkirinê hatine jî li hemberî baweriyên cuda bêrêzî û heqeret nekirine, berovajî jiyana bi hev re û hurmetê esas girtine.
Koordînasyona Civaka Êzidiyên li Ewropayê, destnîşan kir ku civaka Êzidî li hemberî hebûn û xwezaya hemû mirovan, rêbaza wan a jiyanê, rêbaza wan a bawerî û girêdana wan a etnîkî nêzîkatiyeke şaş pêşneketiye û ji vê yekê re rêz girtine.
Di berfirehiya daxuyaniya Koordînsayonê de ev tişt hate gotin, “Di demên dawî de ji ber hin gotinên takekesî ku di nava civakê de wateyeke wan nîne, careke din tê xwestin atmosfereke qirikirinê bê avakirin û mixabin li hemberî vê rewşê her kes bêdengiya xwe diparêze. Li aliyê din, di salvegera 10’emîn a qirkirinê de li dijî qedexekirina PADÊ ku partiyeke Êzidiyan e dengê ti hêzî li dijî vê derneket.
Her wiha di pêvajoyeke ku jiyana civakî li ser axa Şengalê ji nû ve hat avakirin de, mirov hewl didan ji kampan vegerin ser axa xwe û aramî bi giştî pêşket, derxistina van nîqaşên çêkirî, tê wateya bi zanebûn e. Hin kes hene rexne nakin û li dijî narabin. Ji aliyê van kesan ve daxuyaniyên bêwate, ne di cih de û nepêwîst tên dayîn û ev yek mirov dide fikirandin.
Gotinên navaroka wan heqaret û nefret be û li dijî baweriyên olî yên mirovan, ji aliyê kî/kê ve û li dijî kî/kê dibe bila bibe, bi tu awayî nayê qebûlkirin. Em vê zîhniyeta qirker û tundiyê şermezar dikin. Li gorî felsefeya Êzidiyan a em jê bawer dikin û modela siyasî û civakî ya em diparêzin, divê hemû gel û bawerî di nava aştî û wekheviyê de bijîn. Pêşdîtinên me û paradîgmaya me ya civaka demokratîk careke din piştrast bûye. Em bang li tevahiya gelê Kurd û civaka Êzidî bi taybetî dikin ku li dijî êrîşên bi vî rengî yên provokatîf, xeraker, cihêkar, nefret û dijminane hişyar bin û têbikoşin. Tu kes sûdê ji hest, raman, axaftin û rêbazên dijminane negirtiye. Divê wekhevî û baweriya gelan esas bê girtin û her kes li dora têkoşîna azadî û civaka demokratîk hevgirtina xwe bike yek.”