Duşem, 7 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rêber Apo: Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê serdana CHP’ê kir: Bila komîsyonek were avakirin, daraza serbixwe bikeve dewrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê çû serdana CHP’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Îmraliyê wê bi Erdogan re bicive

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Rêber Apo re bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo daxuyaniya gerîla ya bê kirin, ji qada navneteweyî eleqeyeke mezin heye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Amedê di komxebata zarokan de bal kişandin ser zimanê dayikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê komxebata ciwanan tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tirkiyeyê qedexeya seferên ber bi Silêmaniyeyê ve ji bo sê mehên din dirêj kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji ber wefata Muhsin Salih peyama sersaxiye weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo rojnamevanên ku daxuyaniya gerîla bişopînin navnîşan hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê nasnameya 3 şehîdên HPJ’ê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    JinNews: Mehekê herî kêm 19 jin û zarokek hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya komxebata jinan a li Silêmaniyeyê hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komxebata ‘Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê’ hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtîgeha Sine zexta li rojnamevana Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Divê kirdeya sereke ya pêvajoyê jin bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê yekîtiyên komunal ên jinan hebin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Krasnodarê civînek li ser çand û folklora Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konserên ‘Ji Ocalan re azadî’ li Îtalyayê di sala 2’yan de didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin aştiyê nîqaş dikin: Em rêxistinbûnê xurt dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Em ne tenê rakirina tecrîdê, azadiyê jî dixwazin’
Rojane

‘Em ne tenê rakirina tecrîdê, azadiyê jî dixwazin’

Nobetên Edaletê yên xizmên girtiyan dewam kir. Di nobetan de peyama “Em ne tenê rakirina tecrîdê, azadiya Abdullah Ocalan jî dixwazin” hate dayîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Sibat 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Çalakiyên Nobeta Edaletê yên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk li gelek bajaran hatine destpêkirin îro jî berdewam kirin.

EDENE

Nobeta Edaletê ya ku li Edeneyê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 47’an de berdewam dike. Dayikên Aştiyê û rêveberên DEM Partiyê yên navend û navçeyên Edeneyê îro serdana çalakvanan kirin. Di çalakiyê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Çalakvanan daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û girtiyan kirin.

AMED

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” li avahiya DEM Partiyê ya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 46’an de berdewam kir. Dayikên tev li nobetê bûn pêşmalkên ku bi tirkî û kurdî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û bi stranên gotin destnîşan kirin ku dê berxwedana xwe bidomînin.

Nobet bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” û bi stranên kurdî berdewam kir.

ÎZMÎR

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) li avahiya Nûnertiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Egeyê ya li Îzmîrê hatiye destpêkirin berdewam kir. Di nobetê de her tim dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Jinart Huner, rêxistinên DEM Partiyê yên navçeyên Seferîhîsar û Çeşmeyê û parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin serdana çalakvanan kir.

Dayika Firat Yagmekan ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Kiriklar a Îzmîrê tê ragirtin, Sûltan Yagmekan, bertek nîşanî gotinên gotinên Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ Meral Akşenerê yên “Em berê bûn şahidê cînayetên siyasî lê merdane bûn” da.

Dayik Yagmekan axaftina xwe wiha domand: “Mirovên me hatin windakirin, 30 sal in li ku ne em nizanin. Bi hezaran mirovên me wiha hatin qetilkirin. Li Mêrdînê leşkeran em li qadan kom dikirin, gundî digirtin û dibirin. Bi mehan me nedizanî ka li ku ne, dema me dipirsî jî nedigotin. Malên me hilweşandin û sotin. Herkes neçar ma ku koç bike. Ev merdane bûn? Kuştina zarok û jinan merdane ye?”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin jî bal kişand ser şer û pevçûnên berdewam dikin û wiha got: “Pirsgirêka kurd ne tenê pirsgirêkeke nava Tirkiyeyê ye, bandorê li Rojhilata Navîn jî dike. Tecrîd jî li ser vê yekê pêş dikeve. Em naxwazin komkujiyên di dîroka me ya 100 salan de pêk hatin di vê sedsalê de jî pêk bên.”

STENBOL

Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li Stenbolê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) ve hatiye destpêkirin, di roja 38’emîn de li avahiya Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Sancaktepeyê berdewam kir. Malbatên girtiyan pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî”  hatin berzkirin. Jinên ku tev li çalakiyê bûn, stranên kurdî gotin. Kesên serdana çalakiyê kirin, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan xwestin.

WAN

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Wanê bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya DBP’a Wanê hatiye destpêkirin di roja 46’an de berdewam kir. Komîsyona Taxa Esenlerê serdana nobetê kir û tevahiya rojê serdana saziyên cuda berdewam kir.

Cemîl Arman ê di nobetê de li ser navê Komîsyona Taxa Esenlerê axivî, anî ziman ku pergala tecrîdê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke jehrê welat dorpêç kiriye û wiha got: “Tecrîda li Îmraliyê li dijî Abdullah Ocalan tê pêkanîn niha bandor li her derê kiriye. Jehrbira li dijî vê jehra tecrîdê hatiye pêşxistin jî paradîgmaya Ocalan a gerdûnî bûye ye. Ev paradîgmaya gerdûnî bû, li dijî zilm, zext, kapîtalîzm û tecrîdê bûye jehrbir. Me çareserî di vê paradîgmayê de dît. Paradîgma ne tenê ji bo gelên Kurdistanê ji bo hemû glean bû xeta têkoşînê xeta çareseriyê. Divê li dora paradîgmayê bibin yek û vê xeta têkoşînê berfirehtir bikin. Li dijî tecrîdê em ê bi vê paradîgmayê bibin bersiv.”

Dayika girtiyê nexweş Botan Tîmûr, Aslihan Tîmûr jî anî ziman ku edaletê dixwazin û wiha got: “Em naxwazin zarokên me bimirin. Em naxwazin ji girtîgehan darbest derkevin. Gelê kurd dixwaze êdî ji birêz Ocalan agahiyê bigire. Bi salan e nikarin agahiyê ji Ocalan bigirin, ne parêzer ne jî malbata wî dikare pê re bikeve têkiliyê. Niha li çar aliyê welat dayikên aştiyê û malbatên girtiyan daxwaza edaletê dikin. Divê hemû gel di van daxwazan de bibin yek û piştgiriyê bikin. Em ê li dijî şer parastina aştî û edaletê bidomînin.”

Çalakî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berdewam kir.

MÊRDÎN

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê hatiye destpêkirin bi serdanên welatiyan berdewam kir. Çalakvanan daxwazên xwe dîsa dubare kirin. Ji çalakvanan Dayika Aştiyê Sûltan Acibuca diyar kir ku daxwaza wan tenê rakirina tecrîdê nîne û ew azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dixwazin.

Acibuca wiha got: “Ev 25 sal in em li pey aştiyê ne. Êdî bes e. Bila Serokê me azad bibe. Dema serokê em azad bû em jî dê azad bibin. Dê tirk jî kurd jî azad bibin. Dê şer nebe. Bi sala ye em bang li dayikên tirk dikin. Bila destê me li hewa nehêlin. Zarokên me çima dimirin? Kurdan xaka tu kesî dagir nekiriye. Li Efrînê heta şaxên zeytûnan jî dibirin. Her darek ji bo caneke. Dema wan dibirin, canê me jî diêjeşe. Weke ku destê me bibirin. Ne tenê li dijî me, serokê me û gerîla, her wiha li dijî darên me jî şer dikin. Em dixwazin serokê me tavilê azad bibe. Em daxwaza girtiyan dixwazin. Zarokên me hatine girtin û dibin cihên herî dûr. Em nikarin bibînin jî. Çi tiştekî zalimane hebe tevekan dikin. Em dixwazin girtî azad bibin. Beriya her tiştekî em daxwaza azadiya Serokê xwe dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Meşvanên azadiyê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ hatin pêşwazîkirin
Nûçeya Pişt re Meşvanên Azadiyê bi Sûryanî û Ereban re civiyan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ubeyd: Ruhê Şoreşa Rojava dewam dike, ev gel wê paşde gav navêje

Rêveberê Saziya Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Huseyîn Ubeyd ku şahidî ji her kêliya Şoreşa…

Ji aliyê Stêrk TV

IMF û WEF’ê bi raporekê metirsiyên cîhanî eşkere kirin

IMF û Forûma Aboriya Cîhanî (WEF) di raporên xwe yên vê hefteyê de dan zanîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Nîjeryayê di êrîşa hewayî de herî kêm 16  sivîl jiyana xwe ji dest dan

Artêşê li eyaleta Zamfara ya li bakurê rojavayê Nîjeryayê ye êrîşa hewayî pêk anî. DI…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Rêber Apo: Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partiyê serdana CHP’ê kir: Bila komîsyonek were avakirin, daraza serbixwe bikeve dewrê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê çû serdana CHP’ê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Şandeya Îmraliyê wê bi Erdogan re bicive

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?