Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di lêpirsîna derheqê 38’emîn Kongreya Asayî ya CHP’ê ya bi biryara dadgehê hate betalkirin de 13 kes hatin binçavkirin.
Hate diyarkirin ku 13 kesên berbehs bi îdîayên weke ‘’muxalefeta li dijî qanûna partiyên siyasî’’, ‘’standina bertîlê’’ û ‘’fihêlkirina malhebûnên ji ber sûcî’’ hatine binçavkirin.
Di lêpirsîna ku li Stenbolê hatiye vekirin de binçavkirin li bajarên weke Enqere, Îzmîr, Riha, Kîlîs, Mereş û Meletiyê pêk hatin.

