Civîna navberê ya KON-MED’ê di 22 û 23’yê Hezîranê de bi dirûşma “Em Meclîsên Gel Ava bikin, Çand û Zimanê xwe Biparêzin” bi beşdarbûna zêdeyî 500 delegeyan li bajarê Kolnê hate lidar xistin. Di kongreya ku 42 meclîs, 16 komun,13 komîte 32 klûbên werzişê û 49 komele û nûnerên ji zêdeyî 150 saziyan hatin cem hev, KON-MED’ê destnîşan kir ku wê li dijî krîmînalîzekirina Kurdan têkoşîn û xebateke xurtir were meşandin.
Rêveberiya KON-MED’ê du rojan li gel meclîsê û pêkhateyan nirxandineke pratîkî yên salekî kir û li ser kêmasî û nebesîyan nîqaş hatin kirin û pêşniyar hatin pêşkêşkirin.
Di encama nîqaşên du rojan de, li ser armancên 2024-2025’an rêzek biryar û nêrîn hatin girtin. Di civînê de, hate destnîşankirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê wateya qirkirin û tasviye kirina gelê Kurd û hat gotin ku divê ji bo şikandina tecrîdê û ji bo azadiya fîzîkî a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîn zêdetir xebat bi şêwekî pergalî were xurtkirin.
Her wiha di civînê de, hat diyar kirin ku li dijî polîtîkayên îmha û dagirkeriyê yên dewleta Tirk, divê xebatên hişyarkirina gel û xurtkirina rêxistinbûnê were pêş xistin. Dîsa hate destnîşankirin ku li dijî qirkirina çandî divê navendên civaka demokratîk li navendên xwe xebatên çand û ziman pêş bixin.
Di civînê de hat daxuyakirin ku ji bo ev xebat û armanc hemû bi ser bikevin, divê meclîs û sazî li ser esasê hişmendiya paradîgmaya neteweya demokratîk, civaka xwazayî û xeta azadiya jinê bên xurtkirin, rêxistin kirin.
Dîsa rêxistinkirina civakê her wiha ji nû ve avakirina pergala Konfederalîzma Demokratîk weke karekî esasî hate destnîşan kirin. Di vê çarçoveyê de di encama civînê de dîwanek ji 6 kesan hat nû kirin.
Rêveberiyeke bi pêkhateya ku ji 32 kesan pêk tê, ku 22 kes ji bo Rêveberiyê, 5 kes ji bo çavdêriyê û 5 kes jî ji bo dîsîplînê hatin hilbijartin.
Bi sedan nûnerên pêkhateyan meclîs û komûnên ku girêdayî federasyonên weke FED-KURD, FED- MED, FED-DEM, FCDK- KAWA û FED-GEL’ê beşdar bûn.
Hat diyar kirin ku KON-MED’ê, bi taybetî di serdema dawî de, di afirandina raya giştî û pêşxistina çalakiyan de ya li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker pratîkeke bênavber a têkoşînê meşandiye.
KON MED’ê ev tişt gotin, “Ji dema ku me dest bi kar kir û vir ve, ji bo KON-MED bibe xwedî nasnameya xwe ya sazîbûnê, em ketin nava hewldanekê de. Li Elmanya ku nêzî du mîlyon Kurd lê dijîn, di aliyê karên dîplomatîk de em hîna jî kêm in. Helbet pirsgirêkên me yên çavkaniyên xwe ji derve digrin hene. Lê belê divê evane ji me re nebin asteng. Di qadek ku ewqas girseya gelê me mezin heyî de, pêwîste xebatên dîplomasiyê hîn xurttir bin. Em di ferqa vê rastiyê dene. Çi pêşketinên ku li Kurdistan û Tirkyê çêdibin, çi jî hêvî û daxwazên gelê me yên li vir dijîn, nîşa dike ku divê di qada dîplomasî de xebatên hîn berfirehtir bên meşandin.
Dîsa mijareke girîng, pêngava ku bi pêşengiya dostên me ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê ku hatibû armanc kirin, me jî xiste navenda tevayî xebat û têkoşîna xwe. Wisan xuya kir ku, ev rêbaz serketin anî. Nêzî 8 mehane ku pêngava me ya “Ji Rêbertî re azadiya fizîkî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” bi meşa Kolnê, meşên ciwana ên dirêj, mihrîcan, çalakiyên 8 Adarê, pîrozbahiyên Newrozê û çalakiyên 4‘ê Nîsanê bi serhildanên gelê Wanê re hate astekê diyarker. Girînge ku ev ast paş nekeve û her ku biçe mezin û berfireh bibe. Ji vir û pêde jî di wateya girsebûyînê de û li gorî armanca pêngavê, pêwîste pêngav bê mezinkirin û berfirehkirin. Pêwîste bi çalekiyên heta îro hatine kirin neyên xapandin û têrnebînîn û pêngavê hîn zêdetir di asta netewî û navnetewî de mezin bikîn, girseyî bikin û bigihînin serketinê. Di vê wateyê de pêwîste di çarçeveyek hîn berfirehtir û giştgîrî de bi planên hîn şênbertir pêngavê pêk bînîn.
Wek encam: Kurdistaniyên ku li Elmanyayê dijîn, tevî hemû kêmasî, pirsgirêk û zehmetiyan jî, civîneke serketî hate pêk anîn. Civîna navber a KON-MED ́ê bi moral, coş, heyecan û biryardariya ji bo pêş xistin û mezinkirina rêxistinê, li dijî her cure êrîşa çandî, derûnî û fîzîkî hat nîşandan.”
Kongre bi bawerî û azweriya hevdîtina bi Rêbertiya Azad re û gihiştina armancên avakirina Kurdistana Azad bi dawî bû.
Armanc û biryarên sereke yên ku di civînê de hatin girtin ev in:
*Di civînê de biryar hat girtin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a mutlaq bê şikandin û azadiya fîzîkî bê misogerkirin û Ji bo pirsgirêka Kurd çareserî were pêş xistin û li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li her qadê têkoşîn bê mezinkirin.
*Ji bo parastin û berfirehkirina destketiyên gelê Kurd, di heman demê de ji bo naskirina statuya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û statûya Şengalê jî ji alîyê Dewleta Elman ve bê naskirin xebat werin pêş xistin.
*Pêş xistina xebatên dîplomatîk û xurtkirina têkiliyan bi hemû saziyên sivîl, weqf, sendîka û partiyên siyasî yên Elmanyayê re;
*Li dijî krimînalizekirina Kurdan bi sendîqa, baroyên parêzeran, saziyên mafên mirovan û gelek rêxistin û bi înîsiyatîfên curbicur re xebatên hevbeş bêne xurtkirin.
*Ji bo naskirina nasnameya kurdî û ji bo pêkanîna perwerdeya zimanê zikmakî li seranserê Elmanyayê xebat were meşandin. Li ser esasê têkoşîna gelê me ya li çar beşên Kurdistanê û danasîna wan di qada navneteweyî de.
*Di hemû NÇDK’ê de perwedên qursên ziman Kurdî were dayîn.
Bi giştî xebatên ciwanan derfet werin seferberkirin her wiha ji bo qulubên werzîşê û ji bo werzîşvanên takekesî jî werin teşwîqkirin piştgirî bê dayîn.
*Divê hedefa hejmara endamên NÇDK’ê bibe 30 hezar.
Ji bo bidawîkirina qedexeyên li ser sembol û alên tevgera azadiya Kurdistanê û rêxistinên Kurdistanî her wiha girtina siyasetmedaran xebatên hiqûqî, siyasî û dîplomatîk werin meşandin. Li dijî qetlîamên li ser jinan, her cure tundî û cudakariya li ser jinê, li ser esasê azadiya jinê têkoşîneke aktîf were meşandin û her wiha hemû kar û plansazîyê YJK-E weke karê xwe yê sereke were dîtin û xwedî lê were derketin. Divê Meclîs, Federasyon û TEV-ÇAND bi hevre xebateke hevbeş bidin meşandin. Her wiha herî kêm divê her Federasyon Hefteya Çandê lidar bixe.”