Çalakiyên li dijî desteserkirina şaredariyên Bajarê Mezin ê Mêrdînê, Êlih û Xelfetiyê dewam dikin. Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê xwestin li ber avahiya şaredariyê bicivin. Hevşaredar Ahmet Turk û Devrîm Demîr, endamên Meclîsa Şaredariyê û gel li ber deriyê şaredariya ya li taxa Îstasyonê kom bûn û ber bi avahiya şaredariyê ve meşiyan. Girse bi pankarta “Li dijî darbeya qeyûman berxwedana gel” meşiyan û xwestin civîna meclîsê li avahiya şaredariyê pêk bînin. Avahiya şardariyê bi bendan û polîsan çevîk hat dorpêçkirin û ketina şaredariyê hat astengkirin.
Li ser vê yekê bi tevlîbûna hevşaredar, endamên meclîsê û welatiyan li ber avahiya şaredariyê civîna meclîsê hat lidarxistin.
‘KOLAN Û TAX ÊN ME NE’
Hevşaredar Devrîm Demîr axaftina vekirinê ya meclîsê kir û got, “Ew nahêlin meclîs karê xwe bike. Mesele ne tenê şaredarî û gel e. Nahêlin endamên meclîsa me bikevin hundir. Em careke din vê yekê şermezar û lanet dikin. Heke ew nahêlin em têkevin hundir, wê demê kolan û taxên yên me ne. Endamên me wê erkên xwe berdewam bikin.”
‘EM Ê BÊDENG NEMÎNIN Û LI BER XWE BIDIN’
Hevşaredar Ahmet Turk jî diyar kir ku îradeya gel careke din hatiye desteserkirin û got, “Deriyên şaredariya me bi barîkatên polîsan girtine, nahêlin endamên meclîsê bikevin hundir û ev maf tê desteserkirin. Bêyî biryarekê nekirina civîna meclîsê sûc e. Yên ku îro li vir asteng dikin, eşkere sûc dikin. Ev bêhiqûqî ye. Helbet em ê li hemberî vê bêhiqûqiyê bêdeng nemînin. Em ê berteka xwe nîşan bidin û li ber xwe bidin.”