Rûsya, roja Pêncşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku li herêma Kurskê ya li ser sînora Ûkranyayê pevçûn berdewam dike. Li gorî Moskowayê, nêzî hezar leşkerê Ûkranyayê sînor derbas kirine. Rayedaran, li herêmê rewşa awarte ragihandin.
Êrîşa li dijî herêma Kurskê, ji bo Rûsyayê weke derbeyek ku ne li bendê bû hat nirxandin.
Serfermandariya Giştî ya Rûsyayê, ragihand ku ji bo leşkerên Ûkraynayê ji Rûsyayê derxînin bi hemû hêza xwe kar dikin. Her wiha Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî got, “Operasyona ji bo têkbirina yekîneyên artêşa Ûkranyayê didome.”
Li gorî texmîna Enstîtuya Lêkolîna Şer a (ISW) ku navenda wê li Emerîkayê ye di rapora xwe ya dawî de diyar kir ku Ûkraynî heta kûrahiya 10 kîlometreyan bi pêş ve çûne û “herî kêm du xetên parastinê yên Rûsyayê” derbas kirin. Hin çavkanî jî tînin ziman ku bi dehan kîlometreyî ketine herêmê.
LI BELGOROD Û KIRIM’Ê ÊRÎŞÊN BI DRONAN
Tevahiya şevê, bi taybetî bi dronan êrîş dewam kirin. Waliyê Belgorodê Vyaçeslav Gladkov li ser Telegramê nivîsand ku parastina hewayî ya Rûsyayê li herêma îdarî ya Belgorod a li ser sînorê Ûkraynayê 29 balafirên keşfê xistine xwarê û di encama vê de zerara madî çêbûne lê kes birîndar nebûye.
Walî Mîkaîl Razvojaev, jî bêyî ku detayên zêdetir bide diyar kir ku li Sevastopol a li nîv girava Kirimê êrîşên bi balafirên bê mirov, pêk hatine.
LI LIPETSKÊ KU 300 KM LI HUNDIR E TEQÎN ÇÊBÛN
Şeva Pêncşemê li herêma Lîpetskê ku dûrî sînorê Rûsya û Ûkranyayê ye, bi balafirek bê mirov a mezin êrîş pêk hat. Waliyê Lîpetskê Igor Artamonov, ragihand ku di encama êrîşa bi balafirê bêmirov a ku ji aliyê Ûkraniyayê ve hatiye kirin de santralek elektirîkê zerar dîtiye. Walî piştî vê êrîşa mezin rewşa awarte ragihand.
Waliyê herêma LîpetskêIÎgor Artamonov sibeha Înê bi daxuyaniyekê got, “Niha 9 kes di lîsteya qurbaniyan de cih digirin.”